Protestoyên Ji Ber Birîna Ceyranê

Protestoyên Ji Ber Birîna Ceyranê

Cotkarên qoser û dêrıka navçeyên mêrdînê îddîa kırın ku jı ber bırîna ceyranê, zadên wan bêav mane û zırar dîtıne, jı lew rê jı çûnûhatınê re gırtın.

Li Dêrika navçeya Mêrdînê, cotkaran beyan kir ku ji ber birînên ceyranê, bi rêkûpêk zadên xwe av nedane, ji ber vê yekê jî zadên wan hişk bûne. Bi vê hincetê cotkaran li texma sêrêyê agir bi gîha xist û rê ji çûnûhatinê re girtin.

Ji ber çalakiyê di rê de dirêjiyeke mezin a wesaîtan qewimî. Polîs tedbîrên ewlehiyê girtin û ji bo bidawîkirina çalakiyê grûb îqaz kir. Paşê bi gaz û ava tezyîkê midaxela grûba ku belav nedibû kir. Protestovanan îfade kir ku ji bona rêwî mexdûr nebin, ew ê rê vekin lê heger elektrîk neyê dayîn, ew ê protestoyên xwe dewam bikin û piştre belav bûn.

Her wiha li Qosera Mêrdînê jî, ji ber birîna ceyranê protesto hebû. Hinek cotkarên ji hinek gundan ji bo birîna ceyranê protesto bikin, li ser rêya Mêrdîn û Qiziltepeyê, li ber merkeza trafoyê civiyan û rê girtin. Cotkaran dan zanîn ku ji ber birîna ceyranê, bi hezaran donim araziyên wan ên garis û pembû bê av mane, heta ku birîna elektrîkê hebe ew ê jî protesto bikin.

Li aliyê din li Altinözuya Hatayê, grûbekê bi îddîa ku ev serê mehekê ye ceyrana hinek meheleyan birî ye, li ber bînaya Midûriyeta Edaşê ya Toroslarê civiyan.

Tîmên polîs midaxela grûba ku digel îqazan belav nedibû û dixwest têkeve bînayê kir. Piştî arbedeyê grûb belav bû.

Çınarın Sesi

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.