Protestoyên Li Misrê
Lı bajarên muxtelîf ên mısrê, protestoyên lı ber derbeyê hatın rastkırın. lı mînyeyê protestovanek jı alıyê polîsên cûntayê ve hat qetılkırın.
Li bajarên cûrbecûr ên Misrê, protestoyên li ber derbeyê û destekên ji bo Îxwan dewam dikin. Li Mînyeyê polîsên cûntayê midaxela protestoyan kir û protestovanek qetil kir.
Li Gîza, El-Îyat, Benî Suweyf û Feyyûmê protestovanan li dijî derbeker Ebulfettah Sîsî slogan avêtin, xwestin ku Muhemmed Mûrsîyê serokcimhûrê hilbijartî vegera ser wezîfeya xwe. Protestovanan resmên Muhemmed Mûrsî û sembola Rabîayê hilgirtin û slogana “Lîderê min Mûrsî ye” avêtin.
Polîsê cûntayê li Mînyeyê bi gaz û sîlehan midaxela protestovanan kir. Protestovanekî 25 salî ji pişta xwe ve derbeya gulleyê xwar û li nexweşxaneyê can da.
Çınarın Sesi
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.