Protestoyên Li Pakistanê

Protestoyên Li Pakistanê

Lı pakıstanê heyetên muzakereyê yên partıyên muxalefetê yên ku dest bı protestoyan kırıne û hıkûmetê hatın cem hev. lı alıyê dın hat îddîakırın ku ordıyê ultîmatom daye serokwezîrê pakıstanê.

Li Pakistanê heyetên muzakereyê yên partîyên muxalefetê û hikûmetê hatin cem hev.

Ji lîderên Hereketa Edaletê Şah Mehmûd Qûreyşî, ji rojnanmegeran re xeber da û îfade kir ku cara ewil e bi heyeta muzakereyê ya hikûmetê re hatine cem hev. Di hevdîtinê de daxwazên xwe yên 6 maddeyî pêş kirine.

Ji heyeta hikûmetê walîyê eyaleta Pencabê Muhemmed Sarvar jî da zanîn ku hevdîtin zêde erênî derbas bûne.

Li aliyê din hat îddîakirin ku ordiyê ultîmatom daye serokwezîrê Pakistanê. Lîderê Yekîtîya Muslumanên Pakistanê Huseyîn Şûcaat îddîa kir ku ordiyê ultîmatom daye serokwezîr Nawaz Şerîf û zorê dide ku di hukmê 48 saetan de, amadehiyên referandûma ji bo hikûmeta nû bên kirin.

Şûcaat ji medyaya Pakistanê re xeber da û îfade kir ku ordî berê jî serokwezîr Nawaz Şerîf nedixwest. Şûcaat beyan kir ku wê muxalîf ji daxwazên xwe neyên xwarê.

Her wiha muracaeta ku Nawaz Şerîf îstîfa bike û meclîs bê fesixkirin, di civîna meclîsê de hat redkirin.

Çınarın Sesi

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.