Qetlîama Rabîayê

Qetlîama Rabîayê

Îro salvegera yekem a qetlîama meydana rabîayê ya jı alıyê cûntaya mısrê ve ye. dı hukmê salekê de serokcımhûrê meşrû û hılbıjartî muhemmed mûrsî, bı derbeyê jı wezîfeyê hat bıdûrxıstın, bı hezaran kesên dıjberê derbeyê hatın qetılkırın, bı deh hezaran ke

Salek berê li Misrê, zalim û qûqla Ebdulfettah Sîsî, li ber çavê dinyayê hêzên leşkerî û emniyetê daberistibû ser meydanên Rabîatul Adewiyye û Nahdayê yên ku li wan derbe dihat protestokirin. Di van qetlîaman de bi hezaran protestovan bi xwînxwarê hatin qetilkirin, bi deh hezaran kes birîndar bûn û bi deh hezaran kes jî hatin girtin.
Emrîkaya îşgalker û Ewrûpaya dilkevir çavên xwe ji zalimê Sîsî re girtin, digel Îsraîla siyonîst piştevaniya Sîsiyê qûqla û derbeker kirin.
Di pey qetlîaman de di hukmê salekê de herî hindik hezar kesên din ên dijberê derbeyê hatin qetilkirin, bi hezaran kes jî birîndar bûn.
Cûntaya Misrê, serokcimhûrê meşrû û hilbijartî Muhemmed Mûrsî ji wezîfeyê bi dûr xist û xiste hepsan. Li kesên girtî îşkence û zulm kirin. Her çiqas xelkên dinyayê, li ber van qetlîaman bertek û nerazîbûn nîşan dan jî lîderên emperyalîst û qralên ereb, piştevaniya zalim û dîktatorê Sîsî kirin.
Teşkîlata Şopandina Heqên Însanan a ku merkeza wê li New Yorkê ye, beyan kiribû ku herî hindik hezar û 150 kes ji aliyê leşkeriya Misrê ve bi awayî sîstematîk hatine kuştin û cinayetên hatine kirin sûcên li dijî însaniyetê ne.
Zalim û bêumîdê derbeker Sîsî, here xwe bavêje rûberê Kabeyê jî, nikare xwe ji xwîna bi hezaran însanên mesûm paqij bike. Rebbê Cebbar û Qehhar, qehr û ezabê xwe û xusran û zîlletê li zalimê Sîsî û li lîder û qiral û piştevanên wî kêm û qut neke.

Çınarın Sesi

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.