Qetlîamên Îsraîla Melûn
îsraîla melûn pey ku agıbest xera kır, dest bı êrîş û bombebarandınan kır. dı êrîşên dawîn de 8ê wan zarok bı dehan kes şehîd bûn. dı nav şehîdan de 3 qomandarên îzzeddîn qessam jî hene.
Îsraîla melûn û nelisersozaxwe, bi hinek bihaneyan agirbest xera kir ku dest bi êrîş û bombebarandinan kir.
Wezareta Tenduristiyê a Ğezzeyê, da zanîn ku di 24 saetên dawîn de di bombebarandinan de 8 zarok şehîd bûne.
Teyarên herbê yên Îsraîla rejîma terorê, vê sibehê êrîşî qampa multeciyan a Nûseyratê kir. Di êrîşên rejîma melûn de, ji qomandarên Tûğayên Îzzeddîn Qessamê Raîd Attar, Muhemmed Berhûm û Muhemmed Ebû Şemale jî şehîd bûn. Tûğayên Îzzeddîn Qessamê, şehîdbûna her 3 qomandaran tesdîq kir. Hat gotin ku her sê qomandar di êrîşên li ser herêma Refahê de di eynî malê de şehîd bûne.
Qomandarê duyem ê Tûğayên Îzzeddîn Qessam Raîd Attar, di hezîrana 2006an de, operasyona revandina Gîlat Şalîtê eskerê siyonîst îdare kiribû.
Ordiya rejîma terorê diyar kir ku ji pêr û vir ve, 213 roket ji hêla Ğezzeyê ve hatine avêtin Îsraîlê. Hejmara roketên ku tenê di nava rojê de hatine avêtin wek 163an hat îfadirin. Ordiya Îsraîla îşgalker da zanîn ku ji do û vir ve li Ğezzeyê 110 dever hatine hedefkirin.
Hamasê beyan kir ku cara ewil e li tesîsên sereke yên gaza sirûştî yên Îsraîlê dixin.
Binyamîn Netanyahûyê xusran, ji ber êrîşan qehirî û bi êrîşên zêdetir tehdît kir.
Li gorî beyana Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê hejmara şehîdan bi ser 2054an ketiye.
Neteweyên Yekbûyî jî îfade kir ku li Ğezzeyê ji ber ku bi tonan bombe bajar kiriye xopan, 425 hezar sivîl malên xwe mecbûren terk kirine. Konseya Ewlehiyê ya teşkîlatê jî, ji bo agirbesteke daimî gazî ji nû de destpêkirina muzakereyan kir.
Çınarın Sesi
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.