Qezayên Trafîkê
Lı agırî wesaîta îtfaıyeya ku dıçû mıdaxela şewatê qulıbî. 3 wezîfedarên tefandınê can dan. dı qezayên dın de jî lı akyazıya sakaryayê 2 kesan, lı aksarayê jî 8 kesan can dan.
Li Agirî wesaîta îtfaiyeyê ya ku diçû midaxela şewatê qulibî. Di qezayê de 3 wezîfedarên tefandinê can dan.
Wesaîta ku Alî Haydar Eldem diajot, ji bo midaxela şewata ku li gundê Sabûncuyê derketibû bike, li devera ku 2 kîlometre ji gund re hebûn di fetlonekê re gindirî şarampolê. Di qezayê de şofêr û wezîfedarên tefandinê Mehmet Şîrin Denîz û Ferzande Kaydûl can dan.
Mixtarê gundê Sabûncûyê Îbrahîm Kirbûğa beyan kir ku rêya gundê wan xerabe ye, ji bo temîr û asfaltkirinê muracaetî rayedaran kirine, di rê de tu lewhayên îqazê tune ne, dibe ku şofêr vîraj ferq nekiribe û gindirî be şarampolê.
Li Akyaziya navçeya Sakaryayê jî qezaya trafîkê ya zincîrî pêk hat. Di hedîseyan de 2 kesan can dan, 5 kes jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, qeza di rêbejahiya D-140î de pêk hat. Li texma belediya Eskî Kuzulukê panelvanek li otomobîlekê qelibî. Paşê otoboseke rêwiyan li wesayîtan qelibî. Di hedîseyan de 2 kesan can dan. Kesên birîndar piştî mudaxela serwîsa acîlê, rakirin nexweşxaneyan.
Li aliyê din otobosa rêwiyan ya ku ji Stenbolê diçû Hatayê, di kîlometreya 20î ya rêya Aksaray û Enqerê de, ji kontrola şofêr derket û qulibî. Li gorî agahiyên ewil di qezayê de 8 kesan can dan, 43 kes jî birîndar bûn. Kesên birîndar rakirin nexweşxaneyên Aksarayê. Hat gotin ku rewşa du birîndaran giran e. Li gorî şahidên hedîseyê, otobos ewilî di rê de bi virdewirde çûye û dûre gindiriye şarampolê.
Li Canîka navçeya Samsûnê jî otobosa rêwiyan ya ku ji Rîzeyê diçû Bafrayê li bihura hemzemînê qulibî. Di qezayê de 29 kes birîndar bûn. Hat gotin ku otobos ewilî ji kontrola şofêr derketiye û paşê qulibiye. Kesên birîndar rakirin nexweşxaneyan.
Çınarın Sesi
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.