Roja Alîkariya Însanî ya Dinyayê

Roja Alîkariya Însanî ya Dinyayê

Lı gorî rapora pêşveçûnê ya însanî ya ku bernameya pêşketınê ya neteweyên yekbûyî amade dıke, lı 91 welatan, bı qasî mılyarek û 500 hezar însan dı nav feqîrî û perîşanıyê de dıjîn.

Rewşa însanên ku hewcedariya wan bi alîkariyan heye, bi minasebeta "19ê Tebaxê Roja Alîkariya Însanan a Dinyayê" cardin hatin rojeva navneteweyî.


Li 91 welatên ku ber bi pêşveçûnê ve diçin, ji ber pevçûn û rewşa aboriyê qasî milyarek û 500 hezar însan, di nav feqiriyê de dijîn. Saziyên navneteweyî û welat ji bo van însanan alîkariya xwarin, ğida, tendurîstî û perwerdeyê dikin.


Tirkiye jî di salên dawîn de ji ber ku piştgiriyê dide van însanan, ji hêla alîkariyan ve li dinyayê di rêza çarem de ye. Ji Ğezzeyê bigre heta Iraqê, ji Somaliyê bigre heta Bosna Hersekê, Tirkiye ji zêdetirî 150 welatan re alîkariyên xwe didomîne. Lê di van mehên dawîn de herî zêde alîkariyê dide Iraq û Ğezzeyê.


Li gor Rapora Alîkariya Însanî ya Kurewî ya par hatibû weşandin, Tirkiyeyê 8 milyon dolar alîkarî daye tirkmenan. Ji bilî vê alîkariya êzdiyên ku ji ber êrîşên DÎŞIyê direvin jî kir. Sûriyên ku ji ber zilma Esed reviyane jî, xwe spartine Tirkiyeyê û penaberên sûrî li bajarên cuda ên Tirkiyeyê di kampan de dimînin.


Di raporê de bang hat kirin ku ji bo feqîriyê divê hevkariyeke navnetewî bê kirin.
Dîsa li gor agahiyên Neteweyên Yekbûyîyê, di 10 salên dawîn de li zêdetirî 900 welatan, xebatkarên alîkariyê li ser wezîfeyê mirine. Par hejmara xebatkarên alîkariyê yên ku di êrîşan de mirine jî, li gorî sala dawîn ji sedî 66 zêde bû û giha 155 kesan.


Heyeta Giştî ya Neteweyên Yekbûyî di sala 2008an de qirar dabû ku 19ê tebaxê bibe Roja Alîkariya Însanî ya Dinyayê.

Çınarın Sesi

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.