Li navçeya Erxeniya Diyarbekirê: Rûniştvanên Gundê Selmanê ji ber tozê îsyan kirin!
Li Gundê Selmanê ya li ser navçeya Erxeniya Diyarbekirê, rûniştvanên taxê bertek nîşan dan ku li şûna rêya ku hatibû rakirin şeş meh in rêyeke nû nehatiye çêkirin. Welatiyên ku diyar kirin ew hatine mexdûrkirin, gileyên xwe anîn ziman.
Li gundewarê Erxeniya Diyarbakırê di Taxa Selmanê de nêzî şeş meh berê fîrmaya ku şaredariyê şandibû, bi hinceta çêkirina asfalta nû rêya heyî kolabû. Ji wê rojê ve rê xirabkirî hate berdan û ev 6 meh in ku li benda çêkirina asfalta nû rawestiyaye.
Rûniştvanên taxê ku bertek nîşanî hiştina rêya kolandî ya ku nêzî 6 meh berê hatibû plankirin ji nû ve bê çêkirin dan; bang li rayedaran kirin û diyar kirin ku ji ber tozê mal û cihên wan ên kar her roj di nav tozê de dimînin, nikarin derî û pencereyên xwe vekin û digel darên wan ekinên wan jî ji toza zêde bandoreke neyînî dibînin.
Rûniştvanên taxê dan zanîn ku derbarê mijarê de îddîa hene ku ji bo çêkirina rê heta meha kanûnê (pêşîn) dem hataye dayîn ji fîrmaya peymanparêz re û diyar kirin ku ew naxwazin heta wê demê vê mexdûriyetê bijîn.
"Li ser vê rêyê nêzî 50 tax hene, hemû jî perîşan in"

Abdullatif Yavuz
Ji rûniştvanên taxê Abdullatif Yavuz ev îfade bi kar anîn: "Îsal em di nav tozê de bifetisiya bûn. Em ketin rewşeke wisa ku li malên xwe nikarin loqmeyekê bixwin. Em ji bax û baxçeyên xwe ne tirî ne jî hejîran nikarin bixwin. Heta darên me jî hişk bûn. Ger asfalta berê ranekirina me ê dîsa îdare bikira. Dema wan asfalta kevn rakir me guman kir ku dê di nav 3-5 rojan de ya nû bê çêkirin, lê bi meh bûn û hên jî nehatiye çêkirin. Bi qasî ku min bihîstiye fîrmaya muteahît gotiye ku heta meha kanûnê dema mohleta wê heye. Em ê heta wê demê bi vê tozê re çawa bijîn. Ketiye rewşeke wisa ku malên ber rêyê di malên xwe de nikarin xwarinê bixwin."

Çoban Kaplan
Çoban Kaplan ku diyar kir xebata rê ya ku hataye kirin ji standardan dûr dimeşîne wiha axivî: “Rêya me 5-6 meh in di vê rewşê de ye. Merivan hatin ji deriyê taxê heta derketina wê kolan, gotin ku wê piştî hefteyekê asfalt bikin. Ew hefteyek bû 6 meh. Dema em diçin şaredariyê, dibêjin ku kesê ku îhale daye Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbakırê ye. Li ser vê rêyê nêzî 50 tax hene, hemû jî perîşan in. Erebeya ku vê rêyê du caran bi kar bîne, cara sêyem divê bice ba tamîrcî. Rê ya ji serî ve ya jî ji dawiyê ve dest pê dike, van ji nîvê ve dest pê kirine. Tişta ku dikin ne guncawî aqil û mentiqê ye jî. Di hevdîtina ku muhtaran kirine de merivan gotine ‘Heta meha 12an dem/mohleta min heye, hûn li ku derê gilî dikin bikin’. Yanî xwedî dernekevin. Ev tax ji ber toz û axê mahv bûne, nikarin derî û pencereyên xwe vekin. Pêwîst e şaredarî xwedî li vê karî derkeve. Gello kontrolor û peymana şaredariyê tune ye?”
"Em hema hema rezîliyê dikişînin"

Servet Kaplan
Servet Kaplan ku behsa ziyara rê ya li ser wesayîtan kir, van îfadan anî ziman: “Min wesayîta xwe nû şûştibû, dema em di ser çeperê (micir) ku wan rijandiye re derbas bûn wesayîta min hema hema bû gola heriyê. Wesayîtên modelên nû nikarin di wê heriyê re derbas bibin. Ji ber ku binê wesayîtên me yên modelên kevn bilind e îdare dike. Rê pir xirab e, bax û baxçe, ekinên gel hemû di bin toz û axê de hişk bûn. Em nikarin li vir rûnên û qedehek çay bixwin. Çaya ku em vedixwin jî hemû tozdar e.”

Adem Kaplan
Esnafê ku di taxê de çayxanê dixebitîne Adem Kaplan wiha diyar kir: “Li qata jor malê min heye, ji ber tozê em nikarin pencereyên xwe vekin. Tiştên di hundirê qehvê de di nav tozê de mane. Ji sibê heta êvarê rojê 10 caran ez vir diavdim. Em hema hema rezîliyê dikişînin. Rêya me berê çêtir bû. Ger me bizanibûya ku dê wiha bibe me nedihêla bikolin. Me guman dikir ku dê di nav 15-20 rojan de bê çêkirin, tam 6 meh in em di nav tozê de difetisin.”
"Di dema hilbijartinê de tên, gelê me dixapînin, paşê li ser kursiyên xwe rûdinîn"

Süleyman Yaman
Süleyman Yaman ku behsa bêdengî û guhnedana şaredariyê kir, bal kişand ser kêmasiya şaredariyan a di qada xizmetê de û acizbûna xwe bi van îfadeyan anî ziman:
“Îsal em ji ber tozê nexweş ketin êdî. Ji bo xatira Xudê re ji vê pirsgirêkê re çareseriyekê bibînin. Kes nîne ku dengê me bibîse. Em bang li DEM Partiya Erxeniyê dikin, nayên, dibêjin 'Ragihînin Diyarbakırê'. Em jî welatî ne, wiha nekin, carekê be jî rewşa me bipirsin. Kar dane müteahhit, ez nizanim ka kî ye jî, heta niha min nedîtiye jî. Me serî li Diyarbakirê jî xist, ji wir jî kesî eleqedar nebû.”
Yaman axaftina xwe wiha domand: “Di dema hilbijartinê de tên, gelê me dixapînin, paşê li ser kursiyên xwe diroşên. Ji bo hezkirina Xwedê û Pêxember vê rêyê çêbikin. Ez bixwe jî DEM Partî me û ez eşkere dibêjim DEM Partî naxebite. Rêyeke kîlometreyekê ye, çênakin. Madem we çênedikir, we çima asfalta kevn rakir? Kî ji we re got ku hûn bibirin? Hûn tenê pereyan dixin berîka xwe û ji holê winda dibin…”

Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.