Li Pira Mala Badê qeza: 7 birîndar

Li Pira Mala Badê qeza: 7 birîndar

Li alîyê Çarrêya Pira Mala Badê du wesayît li hev qelibîn, di encama qezayê de 7 kes birîndar bûn. mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyan re hatin rakirin.

Qeza, li Çarrêya Pira Mala Badê ya nêzê Êlihê qewimî. Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, wesayîta bi plaqeya 34 DDB 06 û wesayîta bi plaqeya 44 AIN 536 ji ber sedemeke ku hêj nediyare li hev qelibîn.

Di encama qezayê de 7 kes birîndar bûn û di wesayîtan de jî zerarên maddî çêbûn. Li ser xeberdayîna mirovên derdorê ji herêmê re ekîbên tenduristî û polês hatin sewqkirin.

Ekîbên ku gihîştin cîhê bûyerê midexeleyê birîndaran kirin û wan bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyê. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.