Rûyê Emrîkayê Ye Irqçî
Emrîkaya zulumkar gava ku emrîka îşgal kır, bı sed hezaran kesên çermsor û zencî qetıl kırıbûn. nıha jî vê ırqçîtıya xe dıdomîne.
Bi qetilkirina Mîchael Brownê (Mayqil Brawnê) ciwanê zencî yê 18 salî, careke din rûyê Emrîkayê yê irqçî eşkere bû.
Emrîkayê bi salan însanên zencî qebûl nekirine, ew kêm dîtine, nehiştine bi wan re li eynî otobosê siwar bibin. Her çiqas zenciyek bibe serokdewletê Emrîkayê jî, ev zihniyeta cûdaxwaztî neguherîye.
Însanên zencî heta niha ji aliyê çermsipiyên Emrîkayê ve di nava kuçeyan de marûzî lêdanê bûne, me’mela dizîyê dîtine, civata zencî mexsûs kişandine nav alkol û narkotîk û fihûş û dizîyê.
Di 1991an de li Los Angelosê (Los Encilisê) ciwanekî zencî ji aliyê polîs ve hat kuştin. Polîsên Emrîkayê bi lêdaneke fecî ciwanê zencî dikujin. Digel dîmenên lêdanê jî polîs beraet bûbûn. Ji lew îsyana 6 rojan ya xelkê zencî dest pê kiribûn û di hedîseyan de 53 kes hatibûn kuştin.
Di 2012an de jî ciwanekî din ê zencî hat kuştin. Bekçîyê ku ciwanê zencî kuşt, di dozê de bêsûc hat dîtin û serbest hat berdan. Ev jî bû sedema protestoyên xelkê zencî.
Nêzî ji sedî 14ê nifûsa Emrîkayê zencî ye. Xelkê zencî di wê fikrê de ne ku cûdaxwaztîya li ser wan hê jî didome.
Emrîkayê yesaxa medyayê danî ser lêpirsîna hedîseya kuştina ciwanê zencî. Yekîtiya Baroyan a Neteweyî ya Emrîkayê, bi sedema ku lêpirsîna qetilkirina ciwanê zencî ne şeffaf e, li Midûriyeta Emniyetê ya Fergusonê doz vekir.
Herêmên ku xelkê zencî lê zêde ne jî, ji aliyê ekonomîk ve li paş mane. Li van mehelan xelkê zencî feqîr e û ji herêmên ku kesên çermsipî li wan dijîn hatiye veqetandin. Her wiha xelkê zencî ji perwerde û xizmetên sosyalê jî nikarin têra xwe îstîfade bikin.
Çınarın Sesi
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.