Salvegera Jenosîda Li Sûriyê
Salek berê lı banlıyoya gûtaya rojhılatê, bı sîlehên kîmyewî qetlîamek hatıbû rastkırın. dı wehşetê de dı nav wan de bı sedan zarok jî, zêdetırî hezar kes hatıbûn qetılkırın.
Salek bi ser qetlîama Gûtaya Rojhilatê ya Sûriyê ket. Di vê qetlîama wehşî ya bi sîlehên kîmyewî de, di nav wan de bi sedan zarok jî zêdetirî hezar kes hatibûn qetilkirin.
Konseya Şoreşa Giştî ya Sûriyê îddîa kiribû ku hêzên Esed li banliyoya Gûtaya Rohilat a Şamê, bi sîlehên kîmyewî 430 kes qetil kirine, bi sedan kes jî birîndar bûne. Lê rejîma Esed gotibû tu eleqa wan bi qetlîamê tune ye.
Failê vê qetlîamê kî be bila bibe, ew ê le’net lê bibare. Ji ber gaza kîmyewî li Aîn Tarma, Sepka, Keffar Arbîn Muaddamiye, Batna, Hammûriye, Cobar û Zamalkayê nêzî 1500 kes wehşiyane hatibûn qetilkirin.
Pirê qurbanan gava ku di xew de bûn, êrîşa kîmyewî hatibû rastkirin. Di qetlîamê de bi sedan zarok jî can dabûn.
Li aliyê din êrîşên ordiya rejîma Esed jî didomin. Li cûrbecûr bajaran di êrîşên li ser muxalîfan de, 46 kes hatin kuştin.
Çınarın Sesi
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.