Salvegera Qetlîama Rabîayê

Salvegera Qetlîama Rabîayê

Teşkîlata şopandına heqên însanan, beyan kır ku lı mısrê dı mehên temûz û tebaxê yên 2013an de, dı mıdaxela protestoyên dıjberê derbeyê de, bı hezaran protestovan bı plan hatıne qetılkırın. teşkîlatê gazî neteweyên yekbûyî kır ku jı bo qetlîama rabîayê lê

Teşkîlata Şopandina Heqên Însanan, rapora xwe ya der barê qetlîamên hêzên cûntaya Misrê yên li ser meydana Rabîayê de weşand.
Di raporê de hat îfadekirin ku hêzên cûntayê, di 14ê Tebaxa 2013an de di heyama midaxela protestoyên dijberê derbeyê yên li meydana Rabîayê de, plana ku wê bibe sebebê kuştina bi hezaran kesî xistiye dewrê.
Di rapora ku bi navê “Qetlîama Rabîayê û li Misrê kuştina komî ya protestovanan”ê hat weşandin de, tê belgekirin ku hêzên cûntayê û eskerên Misrê, gulleyên heqîqî bera protestovanan dane.
Şefê buroya Rojhilata Navîn ya teşkîlatê wiha got:
“Heger em nikaribin edaletê bidin mexdûrên Rabîayê jî, qet nebe em heqîqetan nîşan bidin. Em gazî Konseya Heqên Însanan ya Neteweyên Yekbûyî dikin ku li ber vê raporê lêpirsînekê vekin.”
Rayedarên teşkîlatê beyan kirin ku hedîseyên di raporê de, li gorî xebatên ku li herêmê bi delîlan hatine kirin hatine belgekirin. Teşkîlatê da zanîn ku fikra cûntaya Misrê jî pirsîne, lê tu cewab nestendine.

Çınarın Sesi

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.