Serdana Birîndarên Ğezzeyî
Sekreterê huda parê mehmet yavûz, dıgel heyetekê lı bırîndarên ğezzeyî yên lı enqerê tên tedawîkırın zıyaret kır.
Sektreterê giştî yê Huda Parê Mehmet Yavûz, digel heyeta ku ji heyeta îdara partiyê ya bajarê Enqerê û şaxên jinan pêk dihat, li Enqerê birîndarên Ğezzeyî yên tên tedawîkirin ziyaret kir.
Heyet ewilî çû Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Ataturkê. Bi sedema ewlehiyê li vir destûr nedan qeyda dîmenan. Mehmet Yavûz da zanîn ku pirê wan jin kesên birîndar, li odeyên bi teçhîzat tên tedawîkirin û yeko yeko bi hemû nexweşan re eleqedar bûn. Heyet bi serhekîmê nexweşxaneyê Doç. Dr. Murat Akçay re jî hevdîtin pêk anî û di heqê nexweşan de agahî hilanîn. Serhekîm îfade kir ku nexweş ji ber tesîra bombe û şarapnelan birîndar bûne. Bi hemû tedawiyên hewce tên dermankirin.
Mehmet Yavûz û heyetê ji ber eleqeyê malavahiya îdara nexweşxaneyê kir û paşê derbasî Nexweşxaneya Dewletê ya Yenîmahalleyê bûn. Pey pêşwaziyê birîndarên ku pirê wan zarok bûn, yeko yeko hatin ziyaretkirin. Alîkara serhekîmê nexweşxaneyê Dr. Fadîme Yûksel, di heqê nexweşan de agahî dan heyetê. Yavûz li ser navê camiaya Huda Parê, temeniyên kefaretbûnê pêş kir û malavahiya îdara nexweşxaneyê kir. Paşê heyet ji nexweşxaneyê derket.
Çınarın Sesi
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.