Serokê Giştî yê HÜDA PARê Zekeriya Yapıcıoğlu: Cîhan krîzeke kûr a exlaqî dijî
Serokê Giştî yê HÜDA PARê Zekeriya Yapıcıoğlu destnîşan kir ku di siyaseta gerdûnî (global) de hiqûq û edalet roj bi roj bandora xwe winda dikin û diyar kir ku cîhan di nav krîzeke exlaqî ya pir giran re derbas dibe.
Serokê Giştî yê HÜDA PARê Zekeriya Yapıcıoğlu, li Rihayê bi teşkilata şaxê jinan a partiya xwe re hat bal hev. Yapıcıoğlu di çarçoveya bernameyê de li ser mijarên di rojevê de nirxandinên girîng kirin. Piştî axaftina xwe, Yapıcıoğlu bi endamên şaxê jinan re civîneke girtî (ji çapemeniyê re girtî) pêk anî.
Yapıcıoğlu di axaftina xwe de bal kişand ser geşedanên li cîhanê û diyar kir ku di asta gerdûnî de krîzeke exlaqî ya giran heye; her wiha destnîşan kir ku hinek bûyerên dawî mirovahî ji kûr ve hejandiye. Yapıcıoğlu anî ziman ku di têkiliyên navneteweyî de hevsengiya hêzê (güç dengesi) bûye diyarker û di sîstema gerdûnî de hiqûq û edalet pirranî tên paşguhkirin.
Yapıcıoğlu behsa geşedanên li Rojhilata Navîn jî kir û bi taybetî bal kişand ser stratejiyên ku li ser welatên herêmê tên meşandin. Wî diyar kir ku navendên hêzê yên di siyaseta navneteweyî de, polîtîkayên dorpêçkirina herêmê dişopînin. Di dawiyê de Yapıcıoğlu behsa bûyerên li Gazzeyê kir û anî ziman ku di mijara hiqûqa navneteweyî û mafên mirovan de pêvajoyeke giran a lêpirsînê (sorgulama) tê jiyan kirin.
Yapıcıoğlu di axaftina xwe de qala pêvajoyên li Tirkiyeyê jî kir û diyar kir ku divê aştiya civakî were xurtkirin û hiqûqa biratiyê ji nû ve were avakirin. Yapıcıoğlu bal kişand ser girîngiya yekîtiya ummetê û piştevaniya navbera wan; her wiha destnîşan kir ku divê pirsgirêk li ser bingeha edaletê werin çareserkirin.
“Dîroka mirovahiyê berê tiştekî wisa nedîtiye”
Yapıcıoğlu bal kişand ser girîngiya bûyera Epstein û wiha got: “Niha em bi cîhaneke wisa re rû bi rû ne ku rastiyên di belgeyên Epstein de mûyên laşê mirov hildidên. Ji çar aliyên cîhanê zarokên piçûk, heta pitikan berhev kirine û birine wir. Ji bo ku ciwan bimînin, ew zarok tirsandine, lê xistine û îşkence lê kirine; piştî ku asta adrenalîna di xwîna wan de bilind kirine, xwîna wan kişandine û derzî li laşê xwe xistine.
Bi vî awayî fikirîne ku dê ciwan bimînin. Zarokên piçûk ji aliyê zayendî ve îstîmar kirine û ya hovtir jî, hinek ji wan zarokan xwarine. Yanî di dîroka mirovahiyê de dibe ku cara yekem e hovîtiyên wisa cuda di carekê de derdikevin holê. Nexasim ev kar ji aliyê elîtên cîhanê ve tê kirin. Di nav Malbata Qraliyetê ya Îngilîstanê de kesên bi wan re têkildar derketin û hemû unvanên wan ji destê wan girtin. Birayê qralê Îngilîstanê yê niha, serokê Amerîkayê yê niha, ji cîhana huner, sîne ma û sporê gelek kesên navdar birine wir. Ew xistine nav wê xefikê. Mirovên nefsperest ketine wê xefikê û vê yekê ji bo armancên xwe yên gerdûnî bikar tînin.
Divê mirov şaş nebe ku xwediyên vê zîhniyetê ji dûr ve zarokan bombebaran dikin. Yanî kesê ku zarokekî dikuje û dixwe, ji bo wî qetilkirina zarokên ku qet nas nake bi fuzeyekê an bi bombeyeke balafirê, li cem wê hovîtiya din pir sivik dimîne.”
"Ew guh nadin hiqûqa navneteweyî"
Yapıcıoğlu bal kişand ser wê yekê ku piştî Îranê dibe ku dor were Tirkiyeyê û ji bo vê yekê hewcedariya wan bi hincetan tune ye. Yapıcıoğlu wiha got:
“Yek ji xalên ku divê mirov xêz bike ev e: Amerîka ev demeke dirêj e ku bi serê welatên herêmê, bi taybetî Îran û Tirkiyeyê, stratejiya dorpêçkirinê dişopîne. Amerîkayê li çar aliyê Îranê bi rêya bejayî û deryayî gelek baregeh (ûs) ava kirin. Hema bibêje li hemû welatên Kendavê baregehên Amerîkayê hene. Di van 2-3 salên dawî de li Qibrisê, li giravên Yewnanîstanê û li nêzî sînorê Tirkiyeyê hêzên nû hatin bicihkirin; gelek kesan pirsî 'Gelo Amerîka Tirkiyeyê dorpêç dike?' Tiştên wekhev ji bo Tirkiyeyê jî hene. Amadekariyên leşkerî hene û her kes dibêje: 'Heke Îran bikeve, dor li Tirkiyeyê ye.'
Heta wekî ku rehmetiyê Erbakan Hoca 30-35 sal berê di dema Şerê Kendavê yê Yekem de gotibû: 'Piştî Iraqê dor li Sûriyeyê ye, piştre Îran û piştre jî dê dor were Tirkiyeyê.' Rêzik qet neguherî û gav bi gav her tişt pêk tê. Niha hinek rayedarên siyonîst ên îsraîlî dibêjin ku 'Tirkiye Îrana nû ye.' Ji bo vê yekê hewcedarî nabînin ku hincetekê bibînin. Gava berê êrîşî Iraqê kirin, gotin çekên kîmyewî û çekên tunekirina komî hene. Niha ji bo Îranê dibêjin 'Çekên nukleer çêdike.' Sibê dê tiştekî wekhev ji bo Tirkiyeyê jî bibêjin. Bi hêza çapemeniyê ya di destê wan de îknakirin ne zehmet e.
Nexasim hewcedarî nabînin ku kesî îkna bikin. Li gorî hiqûqa navneteweyî, bêyî biryara Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY), destwerdana leşkerî ya li dewleteke serbixwe ne pêkan e. Lê belê ew guh nadin hiqûqa navneteweyî. Êrîşên li ser Gazzeyê pirsiyara 'Gelo hiqûqa navneteweyî heye yan tune?' da kirin. Profesorên ku dersa hiqûqê didin dibêjin: 'Em ê êdî çi ji xwendekarên xwe re vebêjin?'”
"Kî xwedî hêz be, ew çi bixwaze bi serê yê din de tîne"
Yapıcıoğlu diyar kir ku maf, hiqûq, edalet û nîzam nemaye û wiha axivî:
"Li gorî qanûnên Amerîkayê, ji bo ku Amerîka karibe li dijî welatekî şer îlan bike, divê biryara meclisa wan hebe. Li Tirkiyeyê jî wisa ye; daxuyandina şer tenê di destê Meclisê de ye. Yanî bêyî biryara Meclisê, tu saziyek an kesek nikare şer îlan bike, leşkeran bişîne derveyî welat an jî leşkerên biyanî qebûl bike. Ji bo vê yekê her gav biryara Meclisê şertekî mecbûrî ye.
Li Amerîkayê jî ji bo îlana şer biryara Kongreyê lazim e. Yên ku li dijî Trump in, Demokrat dibêjin 'divê biryara Kongreyê hebe'. Lê Trump dibêje 'hewcedariya min bi vê tune ye.' Herî dawî pêşniyarek birin Kongreyê ku bêyî biryara meclisê şer neyê îlan kirin, lê ew pêşniyar bi 53 beramberî 47 dengan hat redkirin. Bi vî awayî, wan bi destê meclisê rê li ber Trump vekir û gotin 'hewcedarî bi qanûnan tune ye.' Yanî hiqûq tune, maf tune, edalet tune, nîzam tune, dîplomasî tune. Çi heye? Qanûna daristanê heye. Di wê qanûna daristanê de jî dibêje: 'Kîjan bi hêz be, ew dikare çi bixwaze bi serê yê din de bîne.'"
"Xerabî bûye saziyeke fermî, talankerî bûye dewlet"
Yapıcıoğlu destnîşan kir ku yekîtiya (wehdet) ummetê zerûretek e û divê ev yek neyê paşxistin. Yapıcıoğlu wiha axivî:
"Madem wisa ye û kar gihîştiye vê astê, nexwe dê çi bibe? Cîhan bi ku ve diçe? Dê şerê cîhanê yê sêyemîn derkeve? Ma kesek nabêje 'bes e'? Divê birêvebirên dewletan, siyasetmedar, akademîsyen û her kesê peywendîdar li ser vê yekê bifikirin. Xerabî bûye saziyeke fermî, talankerî bûye dewlet, terorîzm gihîştiye asteke ecêb. Terorîstên herî mezin ên cîhanê, her kesê li ber wan radibe wekî 'terorîst' bi nav dikin û tinekirina wan wekî mafekî ji bo xwe dibînin.
Yekîtiya ummetê zerûretek e. Zerûreteke wisa ye ku êdî tehamula wê ya paşxistinê nemaye. Di vê çarçoveyê de li Tirkiyeyê pêvajoyek heye; hikûmet dibêje 'Tirkiyeya bêteror', hinek dibêjin 'xurtkirina eniya hundir'. Em jî dibêjin: 'Tasfiyekirina rêxistinê û ji nû ve avakirina hiqûqa biratiyê.' Ev bûyerên dawî nîşanî me dan ku divê em hemû pirsgirêkên xwe li ser bingeha edaletê çareser bikin. Divê em ji edebiyata biratiyê derbas bibin û bi rastî hiqûqa biratiyê ava bikin. Xwedê em kirine bira. Guhertina pîvana Xwedê ne heqê kesî ye û ne jî hedê kesî ye. Kî vê hiqûqê binpê bike, wî hem li xwe hem jî li birayên xwe xerabî kiriye. Înşallah em ê rojên ku ev hiqûq tê de ava bibe bibînin."
"Cîhan krîzeke exlaqî ya pir kûr dijî"
Yapıcıoğlu diyar kir ku heke mirovahî ji vê krîzê dernekeve, dê dawiya xwe bîne û wiha got:
"Ev tiştên ku diqewimin, hemû di bin sernavekî de dikarin werin komkirin. Şerên li derdora me, komkujiya li Gazzeyê... Mirov nikare jê re bibêje 'şer', ji ber ku ew 'soykirim' (qirkirin) e. Cîhan li hemberî vê bêdeng e; nexasim Rojava bi temamî temaşevan e. Tevî doza li Dîwana Edaletê ya Navneteweyî jî tu pêşveçûn nîn e.
Bûyera Epstein nîşanî me da ku mirov ketiye çi derekeyê (asta herî jêr). Mirov dema van bûyeran dibîne, hîn çêtir fêm dike ku 'esfele safilîn' (asta herî nizm a hovîtiyê) çi ye. Cîhan krîzeke exlaqî ya pir kûr dijî. Heke mirovahî ji vê dernekeve, dê xwe biqedîne. Ji hilweşîna malbatan bigirin heta belavkirina her cure xerabî û bêexlaqiyan; ji xefika hişbirê ya ji bo ciwanan bigirin heta bêmerhametiyê, em di rewşeke giran de ne. Heke mirovahî li xwe venevire û vegera ser fitretê pêknayne, ez ditirsim ku şerekî cîhanê yê sêyemîn derkeve û bibe dawiya vê cîhanê."
Yapıcıoğlu diyar kir ku ev krîz bandorê li her saziyê dike û wiha axivî:
"Nexwe kar ber bi wê xalê ve diçe. Di cîhaneke wisa de, her saziyek para xwe ji vê krîzê digire. Ne tenê birêvebirên welatan an jî hêzên ku rê didin cîhanê; li welatê me jî di gelek qadan de krîza exlaqî heye û di serî de jî di siyasetê de ev krîz tê jiyan kirin. Gava ku welat û cîhan di nav ewqas pirsgirêkan de bin û hinek bibêjin 'Heke xaniyê cîranê min bişewite, ez ê hêka xwe li ser agirê wî bipijînim', ev nîşana krîzeke exlaqî ya pir giran e.
Di hawirdoreke wisa de, xwestina siyaseta bi exlaq û meşandina wê, mixabin mîna barekî li ser şanên kêm kesan maye. Yek ji barên me yên herî girîng ev e: Pênasekirina siyasetê ya ji nû ve û kişandina wê ya ser bingeheke exlaqî. Sedema hebûna me ya sereke ev e. Em nabêjin 'ji bilî me tu kes siyaseta bi exlaq nake', haşa. Lê belê her kesê ku li cîhana siyasetê dinêre, dê bibîne ku pirraniya siyasetê li ser menfaetê (berjewendiyê) dizivire."
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.