Bi navan hewl didin ku nasname- qereqtera ciwakê biguherînin-2

DİYARBEKİR - Rêbaz û hişmendiyên neteweyî, yekparêz û zordar ji bo ku yekitî, piştgiriya tewhîdî û Qur’anî yên Mislimanan bişkîne ber navan dejenere dike dûvre jî navên nû yên ku wan li hev anîne empoze dikin.

Alim, rîspî, pêşeng û akademîsyen diyar dikin pêwîst e ku navê însanan gor fitreta însanê bibe. Wan diyar kirin PKKyê ku li Kurdistanê versiyona Kemalîzmê ye di heyam û demên dawî de wek zanîn li ser navên Îslamî plan saz dike û bi van planan gelê Kurd û Tirk ên Misliman ji nasnameya wan dûr dike.

Rêbaz û hişmendiyên neteweyî, yekparêz û zordar li her derê ji bo ku bigihêjin armanca xwe berî di bergeha çandiyê de gav tavêjin û dixebitin. Di serî de dest bi guhertina navên zarokan dikin ku dejenere bibin.

Dabaş hişmendî bi taybet di derbarê vî mijarê de navên tewhîdî û Qur’anî yên ku Misliman li zarokên xwe datinin dejenere dikin.

 “Nav, ciyê mirov a di civakê de temsil dike”

Yard. Doç. Dr. Tahsîn Kulayê ku Serokê Beşa Psîkolojiyê ya Fakulteya Edebiyatê ya Zanîngeha Dîcleyê ye bal kişand ku nav, ciyê mirov a di civakê de temsil dike. Her wiha Kula diyar kir însana ku bizane wateya navê wî çiye dê ew nav wek derûnî piştgirî bide wî kesê.

Kula ragihand ku dê û bav gor hişmendiya xwe nav li zarokên xwe datinin û wî diyar kir ku navên wekê Savaş û Bariş ji bo zarokan minasib nîne.

Kulayê ku belav kir zarok ji bo mînak dê û bavên xwe nêzîkî xwe dibînin wiha axivî: “Dema ku zarok netebite mirov jê re bibêje; ‘navê te Ehmed e. Navê Pêxember e.’ ew çax zarok ditebite û haydarê helwestên xwe dibe. Hinek nav jî di civaka ku zarok tê de dijî bê wate ye.”

 “Nav, ji civakê re dibin ronahî”

Kula wiha axavtina xwe domand: “Heke em dixwazin ku civakekî pak û paqij saz bikin divê ku em bes bi hereket û helwestên xwe ne em giringiyê bidin navên xwe jî.” Her wiha Kula diyar kir dema ku mirov li ciwak û kevneşopiyê dinêre navên herî baş yên Mislimanan e.

Kula diyar kir dema ku qala navên Hesen û Huseyîn tê kirin ji bo Mislimanan çemên ku diherikin disekinin. Kula wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dema ku ev nav tên bîra me em carinan mehzûn dibin û carinan jî bi vî yekê şanaz dibin. Di vî bergehê de nav, ji civakê re dibin ronahî. Bi heman şiklê dema ku qala navê Ebûzer tê kirin bes erdnîgarekî ne Mislimanên li her derê cîhanê dikenije. Ji ber vê yekê tê fêmkirin ku ew însan mensûbê dînê Îslamê ye.”

 Kula diyar kir piştî ku însan baweriya xwe tetbîqê jiyana xwe kir heke navê wî dijî baweriya wî bibe ew nav wî şexsê nerehet dike. Kula wiha axavtina xwe domand: “Ji ber vî yekê her însanê ku Misliman e dixwaze ku navê xwe gor baweriya xwe biguherîne. Misliman navên dema ku Mislimanekî bibihîse û bibêje ‘temam ev ji me ye’  li zarokên xwe danîne.Wekê Yusuf Îslam û Muhemmed ‘Eliyê ku çendek berê wefat kir.”  

 “Divê ku zarok bi navê xwe re şanaz bibe”

Kula bal kişand ku îro roj hinek însan navên medyatîk û populer li zarokên xwe datinin. Dûvre Kula wiha pê de çû: “Di malbatên wiha de nirx û kevneşop tune. Bi heman şiklê hesaba pêşeroja zarokê jî nayê kirin. Divê em navên wisa li zarokên xwe daynin dema ku zarok mezin bibe û li wateya navê geriya şanaz bibe.”

 “Divê em navên ku roja mehşerê pê kêfxweş bibin bikar bînin”

Miftiyê Bajarê Diyarbekirê Burhan Îşlîyen diyar kir heqê zarokê yekî jî li ser dê û bavê ew e ku dê û bav nevekî xweş li zarokên xwe daynin. Her wiha Îşlîyen diyar kir ku Hz Muhemmed (as) di derheqê navdanîna li zarokan de pirr hesses bûye.

Îşliyen diyar kir ku Pêxember navên ku kufir, şîrk, îsyan û neyînî îfade dike ya wekê ‘Abduluzza’yê guhertiye. Wî diyar kir ku mixabin di derbarê navan de civak ji sinnetê dûr ketiye. Her wiha Îşliyen ragihandi ku hinek însanên nezan navên ku Qur’ana Pîroz de derbas dibin û bê wate ne yên wekê Îleyna û Aleyna li zarokên xwe datinin. Dûvre Îşliyen wiha li axavtina xwe zêde kir: “Carinan ênavê ecêb û bê wate li zarokan tê danîn. Ji ber vê yekê divê em navên ku roja mehşerê pê kêfxweş bibin bikar bînin.”

 “Pêwîst e ku nav tewhîd û wehdetê temsîl bike”

Îşliyen destnîşan kir ku nav tewhîd û wehdetê temsîl dike. Îşliyên wiha li axavtina xwe zêde kir: “Irq û êşîra wî çi dibe bila bieb; Kurd, Çerkez, Zaza, Fransewî ferq nake. Dema ku em li hemiyan mêze dikin navên mişterek bikar anîne. Ev hemî piştgirî dide ummetê û hişmendiya ummetê qewîn dike. Ji ber vê yekê pêwîst e  ku nav tewhîd û wehdetê temsîl bike.”

Gor rêjeyên TUÎKê di 60 salên herî dawî de îstatîstîkên navan ên ku herî zêde tên bikaranîn

Gor raporên Saizya Îstatîstîka Tirkiyeyê (TUÎK) li Tirkiyê di 60 salên herî dawî de navên kuran ên ku herî zêde tên bikaranîn wiha ye: Yusif, ‘Elî, Muhemmed, Ehmed, Mistefa, Emre, Enes, Furqan, Hesen, Huseyîn, Mehmet, Omer, Îbrahîm, Abdulkadîr, ‘Ebdullah, Adem, Bîlal, Xelîl Îbrahîm, Qedîr û Mehmûd e.

Navên jinan

Di raporê de navên jinan ku yên herî zêde tên bikaranîn Aîşe, Fatme, Zeyneb, Xetîce, Zehra, Hacer, Elîf, Emîne, Fadîme, Meryem, Esma, Gulcan, Gulsum, Halîme, Leyla, Melek, Merve, Yasemîn û Îlknûr e. (ÎLKHA)


 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye