Komîteya Piştgiriya HAK PARê ya Swîsrê doh li Baselê bernamekê lidar xist. Serokê Giştî ya Kevin a HAK PARê Kemal Burkay wek gotarvan beşdarê vê bernamê bû. Bername bi axavtina endamê Komîteya Piştgiriya HAK PARê Cafer Stêrk dest pê kir.
Ji bo ku di barê geşedanên li herêm û xebatên ku HAK PARê kiriye axavtinekê bike Siyasetmedarê Kurd Kemal Burkay derket platformê. Piştî ku Burkay dest bi axavtina xwe kir komekê PKKyî di lehê Ocalan de slogan avêtin. Burkay mecbûr ma axavtina xwe rawestand.
Ji Burkayî bertek
Rêvebiran ji van kesên ku slogan avêtin xwestin ku ew ji salonê derkevin. Lê di gel vê yekê ew kom sloganên xwe domand. Ji ber vê yekê Kemal Bukay ji wan kesan re bertek nîşan da. Dûvre di dema kesên ku slogan diavêtin ji salonê hatin derxistin ew kes li derî û caman xistin. Dûvre hat fêmkirin ku ev yek ji berê ve hatiye lidar xistin. Lewra di demekê kurt de kesên xwedî çov û dar komê li wir bûn.
“Gelê Kurd malê kesî nînin”
Piştî ku polêsan ewlehiya salonê girtin bername hat domandin. Ji ber vê provokasyonê Cafer Sterk ji Kemal Burkay û beşdaran lêborîn xwest. Dûvre Sterk axavtina xwe wiha domand: “Me xwest ku em bizanin gelo li Sur û Kurdistanê çi diqewime. Gelo me gelê xwe ji kê re hêştiye em bizanin. Ez li we lava dikim beriya ku me dest bi civîna xwe yê xweşik nekiriye hun van kesan bidarizînin. Gelê Kurd malê kesî nînin. Em dê Kurdistanê ji provokatorên dewletê re nehêlin.”
“Gelo dê xelkê me çi gav ji beleye xelas bibe?”
Piştî Sterkî Kemal Burkay derket platformê. Di dema axavtinê de hat dîtin ku Burkay bi şiklekî zehmetî axivî. Burkay diyar kir ku berê jî şahidê vê yekê bûne. Dûvre Burkay axavtina xwe wiha domand: “Roja ku derketine holê heta îro karê wan provokatortî bûye. Îro jî vê yekê didomînin. Kesên ku hun wan nas nakin destûr nedin ku ew kes têkevin salonê. Heke ku we dizaniya ew ji wê hişmendiyê ne dê we wan kesan hilnadaya hindir. Em bes bi rejima mêtinkar re tekoşîn nakin. Heta îro me bi provokatoran re jî tekoşîn kir. Mixabin Herketa Kurdan bi destê vê rêxistina provokatorê ketiye halekê xirab. Vê yekê di salên 70yan de heta niha bi taybet ji 80yan paş hêj jî didomînin. Em nizanin gelo gelê me dê kengê ji vê yekê xelas bibe. mimkûn nînin ku em bi vê belayê re derkevin rê.” (ÎLKHA)