Ji ber berf û bagerê rêyên gelek gund û bajaran hat girtin. Bi taybet li mintiqên çolwarê germbûn gelek bi zehmet bû. Ji ber sir û seqemê av cemed girtin û ji bo ku niyazî bên temînkirin jiyan zehmettir bû.
Rêyên bajar û di nabeyna bajaran de ji ber ku cemed û qeşe girt qezayên trafîkê pêk hatin. Ev yek jî bû sedema mirinan. Ji ber barîna berfê di serî de dibistan xebatên gelek saziyan nekarîn karên xwe bikin.
Di van rojan de ji ber şert û mercên bi zehmet ji bo ku îhtiyaciya germbûnê were temînkirin pirr enerjî hat emilandin. Bi taybet ceyran û gaza xwezayî zêdetir hatin bikaranîn.
Di van rojan de bi taybet li gundan kesên ku pez xwedî dikin pêwîst e ku him ji bo xwe û hişm jî ji bo heywanên xwe li dijî van şert û mercên neyînî yên demsala zivistanê hewl bidin.
Jiyana ku gundî û şivan dijîn dibe ku ji bo wan asayî bibe. Lê ji bo kesên ku vê jiyanê nedîtine jiyanekî derasayî û taybet e. Ji ber ku ew her tim bi vê jiyanê re hemhal in êdî ev jiyan ji bo wan jiyanekî asayî ye.
Zarokan diyar kirin ku zehmetiya vê jiyanê heye. Lê di vî jiyanê de kêf û xweşî jî heye û ev yek jî ji bo wan avantaj e. Her wiha di gelê li gundan dijîn ji hewaya qirêj û ji qêrîn û dengê bilind ên li bajaran dûr in. Ev tek ji bo wan êrênîyek e. Ji aliyê din ve di dîroka însanan de her tim însanên ku li bajaran dijîn ji bo tatîlê berê xwe dane gundan.
Her tiştî daynin aliyekî, şivanê bi navê Nîhat Tarhan ê ku li gundê Siwar îqamet dike di derbarê zor û zehmetiyên van rojên zivistanê de axivî.
Nîhat Tarhanê ku bi jin û 5 zarokên xwe li gunêdê Siwara girêdayê navenda bajarê Bedlîsê ye îqamet dike jiyaneke ya ku gor hinek kesan asayî û gor hinekan jî derasayî ye dijî.
Tarhan diyar kir ku di demsalên bihar û havînê de gundê wan pir xweş e. Lê di van demsalan de zehmetî jî hene. Tarhan diyar kir ku bi taybet di germahiya havînê de ew zehmetî dikêşin.
Tarhana ku ji keriya ji mêşin û bizinan pêk tê re şivantî dike serê sibê beriya ku hêj roj neavêtiye şiyar dibe û saxlem dest bi rojê dike. Tarhan diyar kir ku ew havînê serê sibê pezên xwe dibe çêre û ber êvarê tîne gund. Di demsala zivistanê ji ber berf û bagerê di axuran de li pezên xwe dinêre. Zivistanan ka û çilo dide pezên xwe. Rast e jiyana Tarhan bi zehmet e. Lê bi heman şiklê jiyanekî xweş e jî.
Tarhan diyar kir dema ku dibistan tatîl dibe zarokên wî alîkariya wî dikin. Dûvre Tarhan wiha qala zor û zehmetiya demsala zivistanê kir: “Şert û mercên zivistanê zehmet in. Li vir berf pirr dibare. Li hawîrdora me de her tim xeteriya aşîtê heye. Îsal hewa pir sar e. Ji ber vê yekê em jî zehmetî dikêşin. Em aboriya xwe bi heywandariyê temîn dikin. Zivistanê xwedîkirina pez bi zehmet e. Em ka, ceh, giyah û çilo didin pezên xwe. Ez ji zaroktiya xwe pê de li pez dinêrim. Bi zehmet e lê em şikir dikin.”
Her wiha Tarhan diyar dike ku ew ji bo perwerdehiya zarokên xwe çi ji destê wî tê dike. Zarokên wî yên di gund de dixwînin dema mekteb tune alîkapriya bavê xwe dikin. Zarokên ku berxik û karikan dimijînin bi wa re bi şiklekî kêfxweş wext derbas dikin.
Her wiha Tarhan diyar kir ji bo ku pez ji êrîşa guran biparêze carinan bişev tê axurê û heywanên xwe kontrol dike.
ÎLKHA