HUDA PAR DESOB û DTSOya Diyarbekirê ziyaret kir

Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Vedat Turgut û heyeta pê re Odaya Bazirgan û Pîşesaza Diyarbekirê û Yekîtiya Odaya Sanatkar û Esnafên Diyarbekirê ziyaret kir û di derheqê pirsgirêk û zehmetiyên îqtîsadî de ji kesên rayedar agahî wergirtin.

Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Vedat Turgut û heyeta pê re ji bona di derbarê zehmetiyên ku esnaf ji ber pevçûnan dikşînin û di derbarê rewşa îqtîsadî ya bajêr  de agahiyan hîn bibin Odaya Bazirgan û Pîşesazên Diyarbekirê û  Yekîtiya Odaya Sanatkar û Esnafên Diyarbekirê ziyaret kirin û di derheqê pirsgirêk û zehmetiyên îqtîsadî de ji kesên rayedar agahî wergirtin.

Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Vedat Turgut , Serokê Bajêra Diyarbekirê yê HUDA PARê Şeyhmuz Tanrikulu û çend kesên din  di ziyareta ku hat kirin de cihê xwe girtin.

“Ew tahrîbat û xerakirina ku ji ber pevçûnan pêk hat fede neda Kurdan”

Lijneya HUDA PARê pêşî DESOBê ziyaret kir  û bi Serokê Birêveberiya DESOBê Alîcan Ebedînoglu re hevdîtin kir.Di dema ziyarete de Vedat Turgut axavtinek kir û diyar kir ew tahrîbat û xerakirina ku ji ber pevçûnan pêk hat fede neda Kurdan û divê ji bona ev pevçûn bi dawî bibin dest bi çareseriyê bê kirin.

“Ji damizrandina Komarê heta niha Kurd hatin tenêkirin”

Lijneya HUDA PARê dûvre  DTSOyê ziyaret kir û bi Serokê Lijneya Birêvebirina DTSOyê Ahmet Sayar re hevdîtin kir.    Turgut di berdewama axavtina xwe de diyar kir Kurd û Turk digel hevdû li Çanaqaleyê şer kirin û dûvre komare hat damizrandin.Turgut dûvre wiha li axavtina xwe zêde kir: “Me komare digel Tirkan damizrand.Di zafera Çanaqaleyê de kêda Kurdan jî heye, lewra Kurd jî di wê şerê de li cem Tirkan bûn.Piştî şer, komara hat avakirin.Lê piştî damizrandinê, komara Kurdan têne kir.Ev bûyerên ku pêk tên sedema wan ev zextên ku li Kurdên misliman tên kirin.Me berî niha van tiştan dema ku bi kesên ku memleket îdare dikin re hevdîtin kiribû anîbû ziman. Heqên meşru yên Kurdan hene.Divê ev heq bê şert û merc bên dayîn.Her weke ku tê zanîn hejmera  kesên Alman yên ku li Belçîkayê dijîn her çi qas kêm be jî ji teref dewleta Belçîkayê ve zimanê Almanî wek 2yemîn zimanê fermî hat qebûlkirin.Heger mafê perwerdihaya zimanê zikmakî bê dayîn ew ê exlebeyê pirsgirêkan ji ber xwe çareser bibin.”

“Her çi qas kêmasî û xeletî hebûn jî me destek da pêvajoya çareseriyê”

Vedat di berdewama axavtina xwe de di derbarê pêvajoya çareseriyê de wiha axivî: “Me tiştên xelet çendîn car dema ku bi Serokwezîr û Bulent Arinç re hevdîtin kir anî ziman.Her wiha li ber raya giştî  û di hevdîtinên din de jî me van xeletîyên ku tên kirin anî ziman.Her wiha me tiştên ku divê bên kirin jî anî ziman.Lê tu kes guh neda van gotinên me.Lê belê me dîsa ji bona mesleheta heremê destekê da pêvajoya çareseriyê. Di meha biharê de planên şer dikin.Heger tiştekî bi vî awayî bibe ew ê wê demê dîsa xelk mexdûr, perîşan bibe û ew ê warên xwe terk bikin.Di encama vê yekê de ew ê tu ferqa vê derê ji Sûrî nemîne.”

“Heqê Kurdan nikarin bi  tu şertî ve girêbidin”

Di ziyareta ku hat kirin de Serokê Bajêra Diyarbekirê yê HUDA PARê Şeyhmuz Tanrikulu jî axavtinek kir, di dema axavtinê de Tanrikulu wiha nirxandinan kir: “Perwerdehiya bi zimanê zikmakî heqek e û divê ev heq bi tu şertî ve neyê girêdan.Her wiha divê cihê gorên kesên mîna Şêx Seîd, Bedîuzzeman , Seyît Riza bên diyar kirin û ji ziyaretan re bên vekirin. Hema hema tu kes tune ye ku li dijî siyaseta çalan a PKKê re nasekine.Tahîr Elçî  ji ber ku got bila barîkat neyên danîn û operasyon bi dawî bibin hat kuştin.Tahîr Elçî jî qurbanê van çal û barîkatan e.Tu feydeya vê şaşîtiyê tune ye.”

“Xelkê me di serî de li Diyarbekirê û her wiha tevahiya heremê bi pirsgirêkên mezin rû bi rû maye”

Serokê Lijneya Birêvebirina DTSOyê Ahmet Sayar  jî di dema ziyaretê de wiha axivî: “Sazî girîng in.Însan dikare tiştinan bike lê van tiştên ku dikare bike heger neke ji wan mesûl e. Berpirsiyarên me jî hene.Em hewil didin bi şikleke çêker mudaxilî rewşê bibin. Xelkê me di serî de li Diyarbekirê û her wiha tevahiya heremê bi pirsgirêkên mezin rû bi rû maye.Li bajêr betalî gelekî zêde ye.”

“Xelkê Kurd xelkeke mezlûm e”

Sayara di dawiya axavtina xwe de diyar kir xelkê Kurd xelkeke mezlûm e û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Xelkê Kurd ji xwe mezlûm e .Di ser de jî ev geşedaniyên ku li heremê pêk hatin bi xwe re pirsgirêkên îqtîsadî derxistin holê ku ev yek jî mexdûrtîya xelkê zêde kir.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye