Ji doh heta îro qonaxa bûyerên Nisêbînê

Li Nisêbîna Mêrdînê pêvajoya bûyerên ku ji 1ê Cotmeha 2015an dest pê kir û heta 3yê Hezîrana 2016an dest pê kir dide nîşandan ku ev yek dezgeheke kûr e.

Li Nisêbîna Mêrdînê pêvajoya bûyerên ku ji 1ê Cotmeha 2015an dest pê kir û heta 3yê Hezîrana 2016an dest pê kir dide nîşandan ku ev yek dezgeheke kûr e. Va ji we re qonaxa bûyerên Nisêbînê yên doh û îro…

Li Nisêbîna Mêrdînê gor madeyên di derbarê Qanûna Îdareya Bajêr a bijimar 5442 de 5 caran qedexeya derketina derve hat îlankirin. Li navçeya ku ji 5 taxan pêk tê cara ewil di 1ê Cotmeha 2015an qedexeya derketina derve dest pê kir û piştî 5 rojan ev qedexe hat rakirin. Di taxên Abdulkadîrpaşa, Firat, Dîcle û Yenîşehîrê de heta 14ê Berfanbara 2015an qedexeya derketina derve hat îlankirin û di 21ê Berfanbara 2015an de ev qedexe wek berfirehkirî li temamê navçeyê hat îlankirin. Lê ev qedexe 2 hefet ajot.

Qedexeya herî dawî ya ku di 14ê Adarê de hat îlankirin jî di 25ê Hezîranê de qismen hat rakirin. Qedexeya derketina derve ya di taxên Firat, Abdulkadîr Paşa, Yenîşehîr, Dîcle, Zeynelabîdîn û Kişlayê de hêj didome.

Di taxên ku qedexe didomin û dorê wan bi têlan hatiye girtin de makîneyên îş malên ku zirarê dîtine yek û yek xera dikin û molozên ku hatine berhavkirin bi makînan tê avêtin. Malbatên ku ji aqûbeta malên xwe bê xeber in nizanin piştî ku qedexe were rakirin dê rastê dîmeneke çawa bên.

Geşedanên navçeyê û qonaxên pêvajoyê

PKK piştî Cizîrê ldi taxên Firat û Dîcleyê yên navçeya Nisêbînê de di dîrora 23yê Îlona 2015an dest bi kolana çalan kir. PKKyiyên ku bi çekên lûledirêj yên di destên wan de di nav kolanan de dizivirîna di nabeyna meheke de li taxên Dîcle û Firatê nêzî 100 çal vedan. Li ber çalan jî PKKyiyên çekdar nobet girtin.

Piştî tacxên Firat û Dîclê PKKyiyên ku di taxên Abdulkadîrpaşa û Yenîşehîrê de dest bi vedana çalan kirin û li vir nêzî 100 çalan vedan. PKKyiyan hema hema li her taxê herî kêm 3 çal vedan û li ber çalan jî bi parkeyên ku şaredariyê li wir bicî kiriye berîqat saz kirin.

PKKyî hatin ber deriya kesên ku polêsan ji mijarê agahdar kirin!

Piştî PKKyiyên ku di destê wan de çekên lûledirêj hebû çal vedan û teqemenî bicî kirin gel îtiraza vê yekê kir. Kesên ku çal li ber mala wan hatin vedan û teqemenî li ber mala wan hatin bicîkirin bang polêsê kirin lê di şûna polêsan de PKKyî hatin wir.

Kesekî ya ku bibû şahidê mijarê wiha ragihand: “Par dema ku cara yekem li ber mala me çal vedan me nezanî em çi bikin. Lewra di destê wan de çekên lûledirêj hebû. Me hinek ji wan nas dikir. Di taxa me de dijiyana. Lê me hinek ji wan jî nas nedikir. Bi taybet dahat diyarkirin kesê ku berpirsyar bû ji Qandîlê çûye Sûrî û ji wir jî hatiye Nisêbînê. Ji vê yekê polês xeberdar bû. Lewra di serê taxê de TOMA hebû. Lê midaxale nedikir. Ev kes le ber çavên polêsan çal vedidan. Lê me nedizaniya çima ew midaxale nakin. Dûvre bombe di çalan de bicî kirin. Zaprokên me di taxên ku bombe bicîkiribûn de diçûn û dihatin. Me jî wek çare di dawiyê de ji polêsan re şikayeta xwe kir. Me şikayet kir lê piştî 5 deqîqan PKKyî hatin ber deriya me. Ji me re gotin ‘xêr e! We şikayet kiriye. Me jî ji tirsan înkar kir. Ji wê rojê pê ve me gazî polêsan nekir. Niha dibêjin; ‘we çima misade kiriye ku ew çal vedin? Wek hemwelatî me misade kir. Lê leşker û polêsan jî misade kirin.”

Fermandarê ku operasyonan lidar dixistin ji FETO hatin girtin

Rastiya vê geşedanê ew bû ku têkiliya FETO-PKKê bi hev re hebûn. Lewra Orgeneral Adem Hudutiyê Fermandarê Artêşa 2 yemîn, Korgeneral Îbrahîm Yilmazê Fermandarê Kolorduya 7 emîn û Fermandarê Tugayê Salîh Kirhan piştî hewldana derbeya 15ê Tîrmehê hatin girtin.

Fermandar, leşker û polêsên ku operasyonan lidardixistin Waliyê Mêrdînê yê wê heyamê Omer Faruk Koçak ji rojnameyeke re daxuyanî da. Di daxuyaniyê de bal kişand ser têkiliya FETO-PKKê.  Walî Koçak diyar kir ku fermandarên FETOyî ji xwestine da ew telîmata ku siwîlan hedef digire îmza bike da ku ew qetlîamên dijî siwîlan bikin.

Qedexeya ewil bes 5 roj domî bû

Piştî ku li taxên Firat, Dîcle, Abdulkadîrpaşa û Yenîşehîrê 250 baerîqet hatin sazkirin û nêzî 5 ton teqemenî jî hat bicîkirin Walîyê Mêrdînê ji 1ê Cotmehê pê ve qedexeya derketina derve îlan kiribû. Lê ev qedexe di 6ê Cotmehê de hat rakirin.

Qedexeya di gelemperê navçeyê de jî 2 hefte ajotibû

Qedexeya derketina derve ya ku di 13çê Mijdara 2015an de ji saet 21.00an pê ve hat îlankirin. Lê dîsa kurt domî. Vê carê di taxên Firat, Dîcle, Abdulkadîrpaşa û Yenîşehîrê de di 14ê Adara 2015an pê ve dûbare qedexeya derketina derve hat îlankirin û di 21ê Mijdara 2015an de di tevahiya navçeyê de ev qedexe hat berfirehkirin. Qedexeya di gelemperê navçeyê de jî 2 hefte ajot.

Di pêvajoya qedexê de gelek siwîl hatin qetilkirin

Vê carê qedexeya derketina derve hat îlankirin. Lê ne berîqet hat rakirin û ne jî çal hatin girtin. Ev yek gel pir diltits dikir. Li Nisêbîne di nabeyna1-6ê Cotmeha 2015an de di heyama qedexê de 2 siwîl hatin kuştin. Di qedexeya 15ê Mijdara 2015an de Selamet Yeşîlmena 44 salî ya dayîka 2 zarokan di Taxa Firatê de li ber mala xwe hat kuştin. Dîsa hemwelatiyekî kal ê bi navê Ahmet Sonmez dan ber gulan û wî qetilkirin. Ciwanekî ehlê Sûrî yê ku bi motorsîkletê diçû nexweşxanê li serê xwe ve hat lêdan û dûvre mir. Ji vê yekê jî gelê navçeyê hêzên ewlehiyê wek berpirsyar hesiband.

Bi hezaran kes navçeyê terk kirin

Digel qedexeya derketina derve ya çandîn caran çal nedihatin tîjekirin û berîqet nedihatin rakirin û dewlet bes li geşedanan mêze dikir. Ji ber vê yekê ev mijar di nav gel de dihat axavtin. Wezîrê Karûbarên Hindir a Heyamê Efkan Ala di daxuyaniya ku kiribû de gel zêdetir diltirs kiribû. Ala wiha diyar kiribû: “Ji xeynî Hezexê Nisêbîn heye. Berîqat û çal hene. Dê ev werin rakirin.” Piştî vê daxuyaniyê bi hezaran kes navçeyê terk kirin.

Bangewaziya ‘bila Nisêbîn wekê Cizîrê nebe’ bê encam ma

Gelê ku li Nisêbînê ma di demeke kurt de ji ber ku dê qedexeya derketina derve bihatiba îlankirin diltirs bû û dûvre dest bi bangewaziyê kir. Lê bangewaziya di bergeha ‘bila Nisêbîn wekê Cizîrê nebe’ bê encam ma.

HUDA PAR bal kişandibû ser dezgeha kûr!

Alîkarê Serokê Navçeya Nisêbînê Seyfettîn Agirman di derbarê bûyerên ku di 5ê Berfanbara 2015an de pêk hatibûn de ji ÎLKHAyê re axavtineke kiribû. Di daxuyaniyê de Agirman bal kişandibû ser dezgeha kûr û serê hatibû palnkirin. Agirman diyar kiribû ku çendîn meh berê barîqet hatine sazkirin û çal hatine vedan û piştî vê yekê gel mexdûr bûye.

Gelê ku di pêvajoyê de di nabeyna dû agiran de mabû wek çare koçkirinê dît. Malbatên ku koç kiribûn qala idîayên cidî dikirin. Gel diyar dikir ku tê zanîn dê ev şer çêbe. Armanc ew e ku gel aciz bikin.

“Em di nabeyna zulma dewlet û PKKê de man”

Piştî ku qedexe rabû endamên çapemeniyê çûn navçeyê. Gelê navçeyê ya ku axivî wek îsyan destnîşan kir dewlet ji rakirina berîqet û tîjekirina çalan qet hewl nade.

Tunelên ku dihat gotin ‘tune’ hatin dîtin

Di pêvajoya şerê de dihat diyarkirin tunelên ku têkliya Nisêbîn û Sûrî temîn dike heye. Lê ev tunel bi tu wechê nehatibûn dîtin. Dabaş hebûna tunelan cara yekemîn ÎLKHA di 28ê kanûna paşîn de bi xebera ku wek ‘Wisa dide nîşandan ku dê li Nisêbînê operasyon dest pê bike’ hat weşandin. Di demeke kurt de dabaş tunel li Taxa Zeynelabîdîna ku bi Sûrî re sînordar e hat dîtin. Tunelên ku di 3yê Mijdarê de hatin dîtin dûvre ji teref hêzên ewlehiyê ve hatin xerakirin.

Qedexeya ku dihat texmînkirin dest pê kir!

Çavnêrên serbixwe li Nisêbînê destnîşan dikirin wisa tê xwuyakirin ku dê li Nisêbînê operasyon dest pê bike. Walîtiya Mêrdînê qedexeya derketina derve ya ku dihat texmînkirin îlan kir. Di navçeya ku qedexe 14ê Adarê ji saet 24.00an pê ve heta destûreke din dest pê kir de operasyon dest pê kir. Ev operasyon heta 3ê Hezîranê qediya.

Di qedexeya herî dawî de bilanço giran bû

Di encama operasyonan de gor daxuyaniyên fermî 495 PKKyî hatine kuştin. 515 berîqet hatine rakirin, 53 çal hatine tîjekirin û 2 hezar narincok hatine îmhakirin. Nêzî 70 PKKyî teslîm bûne. Di operasyonan de 70 leşker û polês jiyana xwe ji dest dan.

Di 6 taxan de hêj jî qedexe didome

Qedexeya ku ji 14ê Adarê pê ve hatibû îlankirin di 25ê Tîrmehê de qismen hat rakirin. Di taxên Yenî Turan, Yeşîl Kent, Mor Yakup, 8 Mart, Girnavas, Devrîm, Selahaddîn Eyyubî, Çatalozu, Îpek Yolu û Barişê de piştî ku qedexe rabû jiyan ji nû ve dest pê kir. Lê taxên Abdulkadîr Paşa, Firat, Dîcle, Yenîşehîr, Zeynel Abîdin û Kişlayê yên ku hawîrdora wan bi têlan asê kirine xerakirina saziyên xisardar didome.

Mal û dikanên li navçeyê ji sedî 70yê wê bûn kavil

Ji 120 hezar nifûsê ya navçeyê 100 hezarê wê koçê derên din kirin. Li navçeyê di encama narincokên ku ji teref PKKê ve hatine teqandin û şerên tûndî de herî kêm 30 hezar avahî bûne kavil. Mal û dikanên li navçeyê ji sedî 70yê wê xera bû. Gelê ku niha vegeraye navçêyê ji ber kirêya zêde gilîdar e.

Gelemperê mizgeft û dibistanên li navçeyê xera bûn

Li taxên ku hêj jî qedexeya derketina derve didome ji xeynî mînareyan hemî mizgeft zirarê dîtine. Heta mînareya hinek mizgeftan jî xera bûye. Mizgeftên Molla Abdulkerîm, Molla Osman, Hazretî Alî, Molla Nurullah û Seyfettin Feyzullah ên di Taxa Firatê de; di Taxa Abdulkadîrpaşayê de mizgeftên Seyîtler, Demîrkopru, Molla Şemsettîn, Şeyh Muhammed û Şeyh Bahattin; Taxa Dîcleyê de mizgeftên Hazretî Omer û Mehmet Saît Zar; li Taxa Yenîşehîrê mizgeftên Îslam û Şeyh Îzettîn; li Taxa Kişlayê mizgeftên Paşa; li Taxa Zeynelabîdîn Kanîka, Molla Musa û Mezarlik bi tevahî 18 mizgeft ya texrîb bûne yan jî xera bûne.

Her wiha li navçeyê dibistanên Îmam-Xetîba Nisêbînê, Yavuz Selîm, Qeymeqam Bulent Pakdemîr, Merkez, Fatîh Sultan Mehmet pirr xisarê dîtine.

Eşyayê gelê mexdûr hat dizîn

Di şer û pevçûnên ku pêk hat de dema ku xebatên xerakirinê didomiya vê carê jî gel ji teref dizîkeran ve hatin mexdûrkirin. Ji nişteciyê Taxa Zeynelabîdîn O.A. diyar dikir ku bi xebatên xerakirinê re dizî jî çêdibe. Dûvre O.A. wiha diyar kiribû: “Bi taybet eşyayên me tên sivik û giranbiha hatine dizîn. Tabî ji qeydên ku ji derê têlan hatiye kişandin tê fêmkirin ku hinek kesên di karê xerakirinê de dixebitin eşya diziye. Ji xwe ji ber ku qedexeye tui kes naçe wir.”

Bi heman şiklê hat ragihandin ku derebeyên esnaf jî hatine şikandin û dûvre eşyayên esnaf hatiye dizîn.

Esnafê Nisêbînê ji lijneya HDPê re bertek nîşan da

Bi dawîbûna operasyonan û rakirina qedexeya derketina derve di 1ê Tebaxê de parlementerên HDPyî û Serokê Şaredariya Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk navçeyê ziyaret kirin. Lê lijneya ku bi berteka gel re rû bi rû ma demilldest navçeyê terk kir.

Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Yilmaz: Divê ku demildest ev birîn bên pêçan

Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Huseyîn Yilmaz dema ku ji bo ziyareta esnafê navçeyê çû Nisêbînê li vir axavtineke kir. Yimaz wiha axivî: “Hinekan li navenda teqemenî bicî kir. hinekan şewitandin û kirin kavil. Dewlet hat got dê ez paqij bikim. Dema ku dewletê got ‘dê ez paqij bikim’ wê wekê fîla ku dikeve dikana zücaciyeyê. Di netîcê de mexdûriyeteke heye. Divê ku armanc çareserkirina mexdûriyeta gel bibe.”

ÎLKHA



























İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye