Alim û mutefekkirekî Kurdîstanî Seydayê Mehmet Sudan ê ku ji hevalên Rêberê Damezrênerê Cemaeta Hîzbullah Huseyîn Velîoglu bû di 2 yemîn salgera wefata xwe de ji teref malbata xwe ve tê yadkirin.Malbata wî diyar kir ew Seydayê Mehmet Sudan di nava xewn û xeyalên xwe de zindî digirin û wiha diyar kirin: “Ew heyata xwe ji Îslamê re feda kiribû, ew exlaqa Qur’anê bi exlaq bûbû ku ji bîr kirina şexsekî mümtaz ê weke wî qet ne mumkin e.”
Malbat di berdewama axavtina xwe de di derheqê Seydayê Mehmet Sudan de ragihandin ew ji bona doza Îslamê gelek bedelên giran da, tu car ji bawerîya xwe tawîz neda û ji bona rizaya Xweda Telala bidest bixe omrê xwe ji vê yekê re feda kiriye.
Zubeyde Sudana ku xanima Seydayê Mehmet Sudan bû di derbarê zilamê xwe de diyar kir ew xwediyê xisleteke gelekî baş bû û dûvre wiha li axavtina xwe zêde kir: “Însanekî pir paqij bû. Em heta digel hevdû jiyanDilê min rojekî jê nema.Ango xwediyê exlaqekî paqij û xweşik bû. Exlaqê wî exlaqê Qur’anê bû. Rojekî ji rojê Xwedê ne dilê min ne jî yên zarokên min hêşt. Ew bi zarokên xwe re ne wekê bav wekê hevalan bû. Ez her tim ji zarokên xwe re dibêjim di rê ya bavê xwe de bimeşin , weke wî bijîn û weke wî bimirin. Jiyanekê me pir xweş hebû û em pir bextewar bûn. Ji min re her tim dia dikir û digot ‘Xweda te li cennete bike cîranê Hz. Aîşe û Hz. Fatima.’ Bi piçûkan re piçûk bi mezinan re jî mezin bû. Em wî nikarin ji bîr bikin, em wî di xeyalên xwe de zindî digirin, em hîs dikin ku ew digel me ye.”
Zubeyde Xanim di berdewama axavtina xwe de diyar kir Mehmet Sudan bi Qur’anê gelekî hemhal bû û dûvre wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dema ku zilamê min radibû û radiket her tim Qur’an di destê wî de bû. Gazî min dikir û Qur’anê bi min dida guhdarkirin û ji min re Qur’anê tefsir dikir.”
Zubeyda Xanim dema ku qala zilamê xwe dikir balan dikşand li ser kiryarên ku Mehmet Sudan ji bona doza Îslamê kirine û her wiha dîsa bala kişande li ser xisleta ku pêwîst e dawetvanek û kesekî ku ehle xizmetê be bibe xwedîyên wan.
Zubeyde Xanim di berdewam axavtina xwe de diyar kir Mehmet Sudan temamê dewlemendiya xwe ji Îslamê re xerc kir û ji bona doza xwe berê xwe ji temamê malê dinyayê vegerandiye. Zubeyde Xanim dûvre wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dema ku em li Dara Hêneya Bîngolê bûn zilamê min ldoza Îslamê nas kir. Pişt re em hatin Diyarbekirê. Ew her tim bi doza xwe hemhal bû. Di oxira vê dozê de em rasta gelek zehmetîyan hatin.Me ji dil û can xwe dabû doza xwe. Em bajarên mîna Diyarbekir, Batman,Mêrsîn, Enqere û Stenbolê heyeta muhacirtiyê jiyan. Digel temamê zilm û zordariyan zilamê min rojekê jî îsyan nekir û poşman nebû.Her tim digot ‘Doza me ji bona Qur’an û Îslamê ye, heta ku em sêax bin em ê dev ji vê dozê bernedin.’ Hevserê min gelekî dewlemend û zengîn bû lê temamê dewlemendiya xwe ji Îslamê re feda kir.”
Xanima Zubeyde di derheqê hesasiyata mêrê xwe ya doz û hevalên xwe de jî wiha axivî: “Temamên wesfên ku pêwîst in li ser dawetvanekî hebin li ser wî hebûn. Ew gelek zêde ji hevalên xwe yên dozê pir hez dikir. Her tim ji bona wan digot ‘Ew birayên min in, ew canên min in, dema ku ez li vir nebin ew hene, ew dê we tenê nehelin.’ Her roj hevalên xwe ji me re vedigot. Tu car ji bona xwe tiştekî nexwast, her tim ji bona hevalên xwe ji doza xwe re dixwast. Zarîf, mutebessîm bû , xwediyê hilmê bû û nefisbiçûk bû. Yanî ew însanekî kamil û mumînekî mînak bû.”
Xanima Zubeydê di derbarê pêvajoya 2000an de diyar kir piştî ku di ser mala ku Rêberê Cemaeta Hîzbullah Huseyîn Velîoglu tê bû de hat girtin Mehmet Sudan mecbûr maye ku bi tena serê xwe hîcret bike û dûvre wiha li axavtina xwe zêde kir:” Piştî operasyona ku li Beykoza Stenbolê hat kirin ji ber ku zilamê min di nava wê lîsteya kesên ku dihat lêgerîn de bû mecbûr ma ku hîcret bike. Piştî ku mêrê min ji malê çû polês di ser mala me de girtin û min û zarokên min binçav kirin. Dema ku em hatin binçavkirin qîza min hêj bebek bû. Di dema binçaviyê de her tim ji me cihê mêrê min ji me pirs dikirin. Di navberê de salek derbas bû û rojekê ez hînbûn ku mêrê min hatiye binçavkirin. Piştî 50 roj di bin binçaviyê de ma re wî avêtin girtîgehê. Heta ku di girtîgehê de bû her tim me tesellî dikir. Digel rewşa xwe ya xirab û nebaş her heftî hewl dida da ku me tesellî bike. Ji me re digot ‘Em ji bona doza heq van dijîn, elbet ez ê rojekê derkevim.’ Xweda ji wî razî be, me jî ji rêya wî neveqetîne. Înşaallah mekana wî cinnet e.”
Huseyîn Sudanê ku lawê Mehmed Sudan e di derbarê jiyana bavê xwe de diyar kir armanca jiyana wî hewldana gihaştina rizaya Xweda bû û dûvre wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Bavê min bi temamê hebûna xwe di nava xizmeta îslamî de bû. Ew bi exlaq û terbiyeya ku hêj biçûkayiya xwe ve ji malbata xwe standibû hewl dida dînê xwe bijî. Ji ber vê yekê bi temamê hebûna xwe di nava xizmeta îslamî de cihê xwe girtibû. Karê tîcaretê dikir û rewşa wî ya madî gelekî baş bû. Lê dema ku xebatên wî yên Îslamî zêdebûn ticareta ku dikir ji Îslamê re feda kir. Min hêj biçûkayiya xwe ve bavê xwe li cem xwe nedî. Bi şiklekê kamil xwe ji Îslamê re feda kiribû û ji ber vê yekê jî bi rojan nedihat malê. Dema ku dihat malê jî an bi xebatên îslamî mijûl dibû an jî bi me re mijûl dibû. Bavê min hêj biçûkayî ve nimêjê bi me da hezkirin. Dema ku ez hêj 6 salî bûm min Qur’anê li ba bavê xwe Qur’anê xitim kir. Dema ku em biçûk bûn û rojî digirt eleqeyeke cuda nîşanî me dida û me digirte li ser milên xwe.”
Huseyîn Sudan ê ku lawê Mehmet Sudan bû diyar kir bavê wî 10 salan jiyaneke muhaciriyê jiyaye û dûvre wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em her tim ji bavê xwe cûda û dûr jiyan. Piştî jiyana muhaciriyê ya 10 salan êdî ji bona wî jiyana zindanê dest pê kir. Bavê min dema ku hat girtin êz hêj 11 salî bûm. Bavê min dema ku hat girtin xwest ku dêya xwe bibîne. Lewra çendîn sal bû ku dayîka xwe nedîtibû. Ji ber vê yekê bi hesrata ddayîka xwe dişewitî. Lê belê dêya wî bi hesrata lawê xwe çû rehma Xwedê. Birayên bavê min tunebûn. Ji ber wê yekê dê û bavê wî jê pir hez dikirin. Her du jî bi hesrata wî çûn rehama Xwedê. Dema ku bavê min di girtîgehê de bû em diçûn ziyareta wî, her tim ji me nesîhetan dikir û bi ayet û hedîsan Îslamê ji me re vedigot. Her tim ji min re ayeta ‘Xwe û malbata xwe ji wê azaba cehennema ku ardûya wê însan û kevir in muhafize bikin’ bi bîr dianî û digot ‘Lawê min divê em xwe û malbata xwe muhafeze bikin.’ Ez lawê herî mezin ê malê bûm. Ji ber vê yekê nexasim nesîhatan li min dikir û ji min re tehsîlkirina ilme tewsîye dikir.”
“Di derbarê silayê rehîm de kesayetekê wî ya mînak hebû”
Sudan diyar kir ku bavê wî ehemiyetê dida ziyareta xizmên xwe. Dûvre Sudan wiha axavtina xwe domand: “Bavê min ji bo wefayê wekê abîde bû. Dema ku ew di girtîgehê de bû xizmên me wê nedipirsîna. Di gel vê yekê dema ku ew ji girtîgehê derket ew yek û yek çû xizmên xwe ziyaret kir. Her wiha bavê min kesên ku pariyekê têkiliya wan bi hev re hebûya jî ziyaret dikir. Dema ku di girtîgehê de bû min dişand ku ez wan ziyaret bikim û silavê wî ji wan re bibêjim. Di derbarê silayê rehîm de kesayetekê wî ya mînak hebû. Bavê min yek û yek xal, mam, xaltî û metên xwe ziyaret dikir. An jî ji wan re telefon vedikir. Di derbarê ziyareta xizman de her tim hişyarî dida me. Bavê min beriya ku karekî neke baş difikiriya. Dûvre wê karê pêk dianiya. Mijarekê ji her aliyê ve dinirxand û dûvre biryara xwe dida. Di derbarê vê yekê de her tim şîretan li min dikir. Bavê min ji bo exlaqê wek abîde bû. Wî diyar dikir ku ew ji her kesî hez dike. Ev yek exlaqê Pêxember (as) tîne bibîranîn. Lewre hekesên ku cem Resulullah (as) bûn jê hez dikirin. Ev başî û rindahî cem bavêmin jî hebû. Kesên ku ji bavê min hez nedikirin bavê min dîsa ji wan hez dikir. Wî ji her kesî hez dikir. Bavê min dostekî baş bû. Kî dihat cem wî rehet dibû û pirsgirêkên xwe jê re digotin. Bavê min guh dida her kasî. Ehemiyetê dida zarokan. Bi kurtahî bavê min aşiqê slamê bû û bi exlaqê pêxember hatibû terbiyekirin.”
“Wî nimêja şevê dikir, giringiyê dida nimêja bi cemaet û dostê Xwedê Teala bû”
Sudan her tim diyar dikir ku heyrana bavê xwe bû û ew aşiqê ilmê bû. Dûvre axavtina xwe wiha domand: “Bavê min ji ciwaniya xwe pê ve aşiqê ilmê bû. Dema ku wek nexweş di nav livînê de bû jî pirtûk dixwend. Beriya wefata wî di destê wî de pirtûka Kimyaya Seadetê yê Îmam Gazalî hebû. Pirtûka herî dawî ya ku bavê min xwend ew bû. Wî nimêja şevê dikir, giringiyê dida nimêja bi cemaet û dostê Xwedê Teala bû. Dema ku em bi hev re bûn wî her tim nimêja şevê dikir. Dûvre me radikir nimêja sibê. Me her tim nimêja sibê bi cemaet nimêj dikir. Bavê min sinet û tesbîhata xwe gelek dirêj digirt. Nexweş bû. Lê qet di derbarê sinetê de tewîz nedida.”
“Ez ji ber ku Xwedê Teala bavekî wiha daye min her tim hemd û şikir dikim”
Sudan destnîşan kir 2 car bûye şahid ku bavê wî hêstiran rijandiye. Dûvre Sudan wiha pê de çû: “Di dawiya rojên bavê xwe de ez 2 car bû şahid ku bavê min hêstir rijand. Cara ewil dema ku di Rehber TVyê de dît ku xwendekaran îcazet sitand. Dema kul i bernamê mêze kir çavên wî tîje bûn. Ji min re got lawê min ‘Me her tim xeyala van rojan dikir.’ Hêstir rijandina wî ya duyem ew bû dema ku hevalên wî jê re dia kirin ew ji wê yekê bandordarbû. Beriya wefata bavê min wî hilanîbûn naxweşxaneyê. Rewşa wî gelek xirab bû. Tixtoran digotin dibe ku biçe rehma Xwedê. Hemî hezkiriyên bavê min ji bo wî dia dikirin. Bavê min ji nîşka ve baş bû û wî hilanîn odeyê. Ji ber vê yekê bavê min destê xwe vekiribû û wiha dia dikir: ‘Ya Rebbî! Te ji bo xatirê van însanan şîfa da vê evdê aciz.’ Wê çaxê min weneya wî kişindibû. Di wêneyê de jî dixwiyê ku ew digirî. Ez ji ber ku Xwedê Teala bavekî wiha daye min hertim hemd û şikir dikim. Ez niha çêtir dizanim ku çi qas mirovekê bi qîmet û rûmet bû. Bav, evd û însanekê baş bû. Xwedê Teala xenî xenî rehma xwe lê bike.”
Keça merhûm Mehmet Sudan Îrem Sudan jî diyar kir ku bavê wê bi exlaqê xwe yê xweş dihat zanîn. Dûvre Sudan axavtina xwe wiha domand: “Li malê, derve û di nabeyna hevalên xwe de bi exlaqê xwe yê xweş her tim mînak bû. Geh ji me re wek heval geh jî wek bav bû. Her tim ji me re digot xwedî exlaqê xweş bibin. Giringiyê pirr dida ilm û zanistê. Ji me re her tim digot pêwîst e ku hûn ilm hîn bibin.”
“Dema ku em ji bo dîtina wî diçûn girtîgehê me perwerdehiya mehekê jê digirt”
Îrem Sudan diyar kir dema ku bavê wî girtin ew 2 salî bû. Di derbarê vê yekê de Sudan hestiyarên xwe wiha anî ziman: “Ji ber ku bavê min di girtîgehê de bû min hezkirin û şewqeta bavê we di zaroktiya xwe de nedît. Min bavê xwe di girtîgehê de didît. Dema ku em ji bo dîtina wî diçûn girtîgehê wî şîretan li me dikir. Dema ku em di heftê de carek diçûn diçûn girtîgehê me perwerdehiya mehekê ji digirt. Me perwerdehiya xwe jê girt. Em îro bi terbiyeya ku wî dame dijîn. Dema ku pirsgirêkekê derdikeve pêşiya min ez dibêjim ‘gelo bavê min li vir bûbûya dê çawa vê mijarê çareser bikira. Ez jî hewl didim ku wek wî nêzê pirsgirêkan bibim. Ji ber ku bavê min ji bo ilmê şîretan li me dikir niha karê min ilm e. Em hêj jî bi şîretên bavê xwe dijîn.”
“Divê ciwanên ku perwerdehoyê ji bavê min girtine rêya bavê min bimeşînin”
Sudan diyar kir ku bavê wê xwediyê kesayetek girîng bû: “Gava ku ez zarok bûm min digot ez qîza Mehmet Sudan im. Bi min re gelek eleqeder dibûn. Ji ber vê yekê me fêm dikir ku bavê min xwedî kesayetekê mezin e. Bavê min di derbarê xwe de ji me re tu tiştekê nedigot. Heval, hawîrdor, xwendekar û ciwan gelek jê hez dikirin. Divê ciwanên ku perwerdehoyê ji bavê min girtine rêya bavê min bimeşînin. Ew wek bav û heval nêzê xwendekarên xwe dibû.”
Fadîle Selîmogluya xûşka Mehmet Sudanî destnîşan kir ku birayê wê hawîrdor bi exlaqê xwe terbiye kiriye. Her wiha Selîmoglu bal kişand ku merhûm ji xizmên xwe re jî gelek baş û comerd bû. Dûvre xûşka merhûmî axavtina xwe dimand: “Merhûm di zaroktiya xwe pê ve tu kesî aciz nekiriye. Ji bav û dayîka me û ji me re gelek comerd bû. Wî tu wext dilê me neşikand. Di derbarê derûnî û aborî de piştgirî dida xizmên xwe. Her tim di derbarê Îslamê de şîretan li gel dikir. Alîkariya herkesî dikir. Ji ber ku exlaqê wî gelek xweş bû me her tim wî ji xwe re dikir mînak.”
“Di rojên dawî yên emrê xwe de jî moral dida me”
Xanim Fadîle belav kir ku birayê wê ji ber ku di rêya doza Îslamê de dixebitiya gelek zehmetî kişandiye. Dûvre Xanim Fadîle wiha li axavtina xwe zêde kir: “Birayê min malê xwe di rêya Xwedê Teala de xerc kir. Wî yek roj negot ev malê min e an jî ev lawê min e. Me bire min çendîn sal nedîtin. Ew çandîn sal wek mihacir jiya. Em her tim digirîna me digot xwezî birayê me cem me bûbûya. Dema ku birayê min di zindanê de bû dayîka min wefat kir. Dema ku birayê min vê wefatê bihîst got xwezî min carek din dayîka xwe bidîta. Piştî ku ji girtîgehê derket. Nexweş ket. Demekê dirêj di nexweşxanê de ma. Di rojên dawî yên emrê xwe de jî moral dida me. Ez ji wî û ji doza wî gelek hez dikim. Bila can û malê me di rêya birayê min û doza wî de fida bibe. Ciyê wî behişt bibe înşaellah.”
Mehmet Sudan Kîye?
Mehmet Sudan di sala 1957an de li Gundê Dercimta navçeya Lîceya Diyarbekirê hatiye dinê. Lawê Hecî Sabrî Sudanê ku ji alim û rîsipiyê herêmê bû ye.
Sudan zaroktiya xwe bi terbiye û perwerdehiya Îslamê derbas kir û di serê salên 1980yan de Rêberê Cemaeta Hîzbullahê Huseyîn Velîoglu nas kir. Dûvre dest bi xebatên Îslamî kir.
Sudan di sala 1987an de mala xwe anî Diyarbekirê. Di semtê Balikçilarbaşî de dest bi esnaftiyê kir. Rewşa wî ya di derbarê aboriyê de gelek baş bû. Di demekê kurt de dev ji esnaftiyê berda û dest bi xebata îslamî kir. Bi hevalên xwe re bû wesîla bi hezaran xwendekarên ku di serî de li bajarê Diyarbekir û bajarên cûr bi cûr perwerdehiya Qur’ana Pîroz sitandin. Xebata Sudan Xoce û hevalên wî di demekê kurt de belavê derê herêma Kurdîstanê bû. Ji ber xebata Îslamî bi hesaran zarik û ciwan dersê Qur’anê sitandin. Gelek însan edetên xwe yên xirab terk kirin û berê xwe dan dînê Îslamê.
Ji ber xebatên Îslamî Sudan Xoce ji sala 1993ê pê ve ji teref dewletê ve lê hat gerîn. Ji vê dîrokê pê ve Sudan xebatên xwe bi şiklekî veşartî domand. Dûvre mecbûr ma Diyarbekirê terk kir.
Sudan Xoce di Mijdara 2000an de li Stenbolê hat binçavkirin. Ji teref dewletê ve çendîn roj şkence lê hat kirin. Sudan Xoce di serê sala 2001an de ket zindanê. Ji teref DGMê ve bi binasiya endambûna Cemaeta Hîzbullahê 12 sal û 6 meh ceza sitand. Xoce 10 sal 6 meh di Girtîgeha Dyarbekirê ya Tîpa Eyê, Girtîgeha Çewlîgê ya Tîpa Myê û Girtîgeha Dyarbekirê ya Tîpa Dyê de ma. Di vê pêvajoyê de wextê xwe bi ilmê Îslamî derbas kir. Xoce di sala 2011an de ji girtîgehê hat tehlîyekirin.
Piştî ku Sudan Xoce ji girtîgehê derket çû hecê. Li Mekkê nexweş ket û li wir tedawî bû. Piştî ku Xoce ji wir hat dîsa nexweş ket. Ji teref tixtoran ve hat tespîtkirin ku nexweşiya wî penceşêra cîgera sipî û qelb e. Seyda Mehmet Sudan di 10ê Nîsana 2014an de di Serwîsa Onkolojiya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê de wefat kir. (ÎLKHA)