Li Ewrûpayê dijmintiya Îslamî bi ceribandinên civakî derdikeve holê

Lêkolînerên ku di derbarê asta dijmintiya Îslamî ya li Ewrûpayê de ceribandinên civakî dikin helwest û tewra civaka Xerbê ya li dijî Mislimanan analîz dikin.

Îslamafobî û dijmintiya biyaniyan her roja ku derbas dibe li  Xerbê ango li Ewrûpayê zêdetir dibe  û digihije asta xeterê. Êrîşên ku  li dijî Misliman  û penaberan tên kirin  û herî girîng jî beyanetên ku ji teref lîderên Xerbî ve di derbarê penaberan de tên dayîn  civakên xwe jî di vê mijarê de bêrehm û bêwijdan dike.

Ceribandinên ku 2 lêkolîneran li Îngîltereyê kirine dijmintiya Îslamê ya di civaka Xerbê de dide ber çavan ka gihaştiye asteke çawa.

Encamên ceribandinan xala herî dawî ya dijberiya Mislimanan dide ber çavan.

Lêkolîner û Endamê Hînkeriyê yê Zanîngeha Nottingham Trentê Irene Zempî di du beşên cuda de ceribandin kirin.Ceribandina yekem di derbarê  zehmetiyên ku pîrekên bi tesettur di jiyana rojene de dikşînin û a duyemîn jî êrîşên Îslamafobîk e. Irene Zemp, vê ceribandina xwe bi 60 kesan re rûbirû û 20 koman re jî cuda cuda mulakat kir.Encamên mulakatan asta dijberiya li dijî Misliman û penaberan dide ber çavan.

Irene di derbarê mijarê de destnîşan kir ji ber ku hinek jê re gotine ‘ji bo tu zanibe Misliman bûyîn çawa ye divê tu wek wan cil û bergan li xwe bikî’ ew jî serî li vê ceribandinê daye û  piştî ku ew tesettur li xwe kiriye  gelek navên nexweş  û sihêf lê hatine kirin û hetta gefxwarinên fîzîkî jî lê hatine kirin.

Pîrekên Mislimanan wek terorîstan tên dîtin

Irene di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir êrîşên ku di ceribandinên civakî de hatine kirin  bi  şikleke eşkere nîşaneyên  sûcên nefretê ya li dijî Mislimanan e  û civaka Xerbê pîrekên Mislimanan wek ‘xwekuj, terorîst  û tehdîda ewlehiyê’ dibîne.

Kesên ku ji êrîşan re dibin şahid ji êrîşan re mudaxele nakin

Irene di derbarê mijarê de destnîşan kir gelek nîqaşên rezîl pêk tên, ev yek jî ji bo pîrekên Misliman dibe sedema zehmetiyeke gelekî giran, her wiha kesên ku ji êrîşan re dibin şahid ji êrîşan re mudaxele nakin ku ev yek jî wehameta bûyerê ye.

Rayedarên Ewrûpayî naxwazin tehlûkê  bibînin

Lêkolîner  destnîşan kirin dewletên Xerbî yên ku hewil didin ji ser dijminantî û cudaparêziyê sînorên xwe mihafeze bikin  di derbarê mişkîleyên ku Misliman dijîn  de haydar in lê ji bo ku peyamê bidin wan penaberên ku ji heremên bêîstîqrar û ziwa yên Afrîka û erdnigariyên Îslamê  tên tedbîrên pêwîst nastînin  û bizanebûn  naxwazin vê xetereya mezin a li dahatûyê  bibînin.

Pîrekên Misliman ji ber ku bi tesettur in tên tacîzkirin

Irene destnîşan ji ber ku Misliman diyarkirine bûyerên nefret û tacîzê zêde bûne ew jî ji vê rastiyê rê girtiye û lêkolîneke wisa kiriye.Irene dû re wiha pê de çû: “Êdî her roj dema ku hûn ji heman rêyê diçin karê xwe wek pîrekeke Misliman dibe ku tacîz li wê bê kirin û dibe ku jiyana wê li ber wê bê herimandin.Ev derdora nefretê  karê pîrekan bi zehmettir û dijwartir dike. Lewra cil û bergên wan nasnameyeke eşkere ye  û ev yek jî dibe sedem ku ew bibin mexdûrên gelek êrîşan.”

Mislimanên bi rih jî di hedefa êrîşan de ne

Ji Akademîsyenên Zanîngeha Birmingham Cityê Lêkolîner Imran Awanê Pakîstanî jî destnîşan kir ji ber ku hevalên wî jê re gotine ‘Cil û bergên te Îslamê di bîran naxe û ji ber vê yekê  jî tu li rasta êrîşan nayê’  riha xwe berdaye û bi kum û cubbê  li Bîrmînghama Îngîltereyê –herema herî zêde ku Misliman lê dijîn e ‘ dest bi gerê kiriye.

 “Vanan ji vî welatî bavêjin”

Imran  destnîşan kir  ji ber ku ew Pakîstanî ye li rasta gelek êrîş û heqaretan hatiye  lê belê di encama lêkolînê de di rêjeya êrîş, gefxwarin, sihêf û leqebên cûrbecûr de zêdehî çêbûye.Imran di berdewama axavtina xwe destnîşan kir dema ku ew rojekê ji ber du qîzan derbas dibe  di nav xwe de gotine ku ‘vanan ji vî welatî bavêjin.’

Êrîş di salekê ji sedî 300 zêde bûn

MAMA (Measuring Anti-Muslim Attacks)a ku di 21ê Sibata 2012an de li Îngîltereyê di derbarê astê nefretên li dijî Mislimanan de dest bi xebat û lêkolînan kiriye  di raporta xwe ya ku di sala 2015an de di derbarê mijarê de weşan de  balan kişande li ser  êrîşên devkî û fîîlî yên li dijî Mislimanan û di raportê de hat destnîşankirin êrîşên li dijî Mislimanan di salekê de ji sedî 300 zêdetir bûn.

Di raportê de hat destnîşan kirin bûyerên ‘Derê qeydê’  di navbera kesên mexdûr û fail de rûbirû pêk hatine  û nefreta li dijî Milsimanan di danûstandinê, di dema birêveçûnê de û di nav civakê de pêk hatine.Her wiha li gor danayên MAMAyê ev êrîş û heqaretên ku li Mislimanan tên kirin li qamûyê, di wesayîtên taybet û şaredariyê de jî pêk tên.

Li gor danayan exlebeya kesên ku li rasta êrîşan tên pîrekên Misliman û kesên ku êrîşî wan jî dikin zilam in.Dema ku  pîrekên Misliman cil û bergên Îslamî li xwe dikin an jî çarşef, burka û tesetture li xwe dikin zilam wan bi devkî tacîz dikin û ev zilam jî  exlebe gotinên nîjadperest, Îslamafobîk û dijminê pîrekan bi kar tînin.

Zêdetir êrîşên devkî tên kirin

Ji bûyerên  êrîşan û tacîzên devkî  yên  ku nehatine qeydkirin 219 devkî û 74 jî êrîş in ku ev yek wek êrîşa muşterek, pîl û zirardayîna giran a bedenî tên binavkirin.

Tê dîtin sûcên nefretê yên ku li dijî Mislimanan tên kirin û nehatine qeydkirin exlebe li qadên metropolan û di rêyên qelebalix de tên kirin.Li gor qeydên Tell MAMA û MPSyê  ji sedî 84ên bûyerên ku li Londrayê pêk tên li cihekî ku 200 metre ji îstgeha otobusan dûr be pêk tên  û  ji sedî 48ên temamên bûyerên ku li temamê welêt pêk tên jî 100 metre  ji îstgeha otobusan diqewimin.

Ji ser medyaya civakî jî êrîş tên kirin

Di raporta MAMAyê de hat ragihandin  gotinên ku di nav wan de nefret hene û li dijî Mislimanan û Îslamê tên bikaranîn  ji teref neteweparêz û radîkalan ve  li ser medyaya civakî jî tên bikaranîn da ku ev yek normal bibin û wiha li mijarê hat zêdekirin: “Exlebeyên heqaret, tinaz û gotinên  nefretî ji ser Facebook û Twîtterê tên kirin.Li gor agahiyên ku analîstên  me bi dest xistine di gotinên nefretî yên ku li dijî Mislimanan tên bikaranîn de Misliman wek terorîst, tecawuzkar û ji bo Îngîlterê wek tehdîdekî/ê tên nîşandan.Li gor danayên me yên ku van bûyeran dikin ji sedî 45ên wan  însanên radîkal in.”

Di rapora ku di derbarê mijarê de hat weşandin de  ji gotinên şahidên esil û ji kesên din ên 1128 bûyeran re cî hat dayîn  û hat destnîşan kirin heta niha 626 failên ku tevlî van bûyeran bûne hatine tespîtkirin.

Di raporê de rêjeya bûyeran wisa hat destnîşankirin: Ji sedî 50 heqaretên bi sihêf, ji sedî 10 vandalîzm, ji sedî 7.5 tehdîd, ji sedî 3 gotinên nexweş, ji sedî  17  êrîşîên fiilî, ji sedî 7.5 cudaxwazî.

Ji rexekî ve dijmintiya Îslam û penaberan di serî de li Emrîka û gelek welatên Ewrûpayê her roja ku diçê zêdetir dibe û ji rexê din ve jî  hinek rojnameyên bi nav û deng ên Îngîltereyê  dijmintiya Îslamê ji  manşetên xwe didin weşanê.

Axavtinên Donald Trumpê ku ji Emrîkayê re wek serok hat hilbijartin di pêvajoya hilbijartinan de li meydanan li dijî Mislimanan û li dijî penaberan  dijmintiya xwe bi şikleke eşkere anî ziman ku ev yek jî dijberiya Îslamê ya li Xerbê asta ku gihaştiyê nîşan dide.

ÎLKHA









İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye