Li navçeya Tetwana Bedlîsê di sala 1994an de îtîrafkarên ku ji teref dewletê ve ji girtîgehan hatin derxistin mezlûm Mela Giyaseddîn Barlak qetilkirin. Ji ber vê yekê Mela Giyaseddîn Barlak, di salvegera şehadeta xwe de tê bibîr anîn.
Di salên 90an de gelek xwîn hat rijandin. Gelê Kurdê mistez’ef di erdnîgara Kurdistanê de him ji destê dewletê him jî ji destê PKKê gelek kişand. Ji ber ku mislimanan xwest ku dînê xwe bijîn û bidin jiyandin li gelek mislimanan îşkence hat kirin û gelek însan hatin kuştin.
Di encama ji aliyekê ve zexta dewletê ji aliyekê ve zexta PKKê de bi hezaran gund hatin valakirin. Bi milyonan însanên Kurdên mezlûm mal û warên xwe terk kirin. Kesên ku mal û warên xwe jî terk nekirin û hewl dan ku dînê xwe bijîn û bidin jiyandin jî ji teref dewlet û PKKê ve zextê dîtin û hatin qetil kirin. Kesên ku di mizgeftan de dersê Qur’anê didan û her wiha hewl didan ku jiyanekê îslamî bijîn bûn hedefên berikan. Gelek misliman di vê dewrê de hatin qetilkirin.
Ji wan kesên ku di salên 90an de bûn hedefa berikan û hatin qetilkirin yekî ji wan jî Mela Giyaseddîn Barlak bû.
Mela Giyaseddîn di ciwaniya xwe de jî ji ber ku exlaqê wî pir xweş bû û bi sedeqat û xizmeta xwe yê ji bo Îslamê ve dihat nasîn ji teref gel ve zehf dihat hezkirin.
Mela Giyaseddîn di sala 1966an de li Gunda Yunkuşakê ya girêdayê navçeya Qerqeliya Wanê hat dinê. Wê demê bavê wî li wir melatî dikir. Mela Giyaseddîn, di sala 1974an de li welatê xwe di navçeya Gercewsa Êlihê de bicî bû. Mela li vir dest bi perwerdehiya xwe kir. Di derketina mektebe de Mela diçû mizgeftê da ku dersê Qur’anê bigire. Di zaroktiya xwe de gelek ji mizgeft û cemaeta mizgeftê hez dikir. Di dersê xwe yê mektebê de jî gelek jêhatî bû. Ji ber vê yekê Mela, ji teref hevalên xwe, kesên hawîrdor û mezinan ve gelek dihat hezkirin.
Mela, perwerdehiya xwe ya dibistana seretayî, navîn û amadehiyê di navçeyê de qedand. Piştî Lîseyê Mela li derên wek Sêrt, Gercews, Farqîn, Erxenî, Cizîr û Qabîlcewizê di medresan de perwerdehiya xwe domand. Her wiha Mela di Lîseya Îmam Xetîba Mêrdînê de jî dersen xwe qedand û dîplomeya lîsê sitand.
Mela di sala 1990an de îmtîhana melatiyê qezenc kir. Ji ber ku Mela Giyaseddîn zîrek, exlaqxweş û jêhatî bû pir bala gel dikişand. Her wiha Mela gelek girêdayê doza xwe yê Îslamî bû. Ji ciwanên ku Qur’an dixwendin pir hez dikir.
Mela di vê çaxê de him esnaftî dikir him jî ji bo ku ciwan bi terbiyekê Îslamî mezin bibin çi ji destê wî dihat dikir. Piştî ku melatiyê qezenc kir 3 sal li benda qedroyê ma. Piştî vê yekê di sala 1993an de di navçeya Tetwana Bedlîsê de dest bi miezintiyê kir. Mela dema ku dest bi miezintiyê kir dest bi xebata Îslamî jî kir û berê zarokan da aliyê mizgeftê. Di demekê kurt de Mela gelek zarokan di mizgeftê de civiyand û dersê Qur’anê da wan zarokan. Her wiha dengê Mela gelek xweş bû.
Giringiya xebatên Mela li Tetwanê di demekê kurt de hat fêmkirin. Ev xebat ji teref gelê Tetwanê ve dihat teqdîr kirin. Lê ehlê kufrê ji vê xebatê aciz bû. Ev kesên ku ji xebatên Mela aciz dibûn ji bo ku zarok neyên mizgeftê malbatên zarokan tehdît kirin. Lê ev hêzên tarî bi tu wechê Mela Giayseddîn ji kar û xebatên wî nekirin.
Hêzên tarî wek li her derê Kurdistanê biryar dan ku li Tetwanê jî dest bi zilm û qetlîaman bikin. Ji ber vê yekê Mela Giyaseddîn wek hedef nîşan dan. Hewl dan ku Mela qetil bikin û bibêjin ve yekê PKKyê ku qetla çend hezar kurdan pêk aniye kiriye. Ji ber yekê li Tetwanê xwestin ku dest bi tiştekê wiha bikin. Hêzên tarî îtîrafkarekî ya ku di girtîgeha Bedlîsê de bû ji wir derxistin û bi PKKyiyekê re şandin ku Mela Giyaseddîn qetil bikin.
Di 23yê Sibata 1994an de piştî ku Mela nimêja terewîhê dide kirin ji mizgeftê derdikeve ku biçe malê. Hêzên tarî amadene ku Mela qetil bikin. Ji ber ku derve pir tariye hêzên tarî Melayî qetil dikin. Beriya ku Mela ruhê xwe teslîmê Xwedê Teala nekiriye bi dengekê bilind tekbîr tîne û ruhê xwe teslîmê Xwedê Teala dike. Piştî vê êrîşê wesayîtekê dîsa êrîşkeran dibe girtîgehê.
Piştî ku Mela şehîd dibe xelkê Tetwanê gelek xemgîn dibe. Dema kû neaşê şehîdî dibin Gercewsê bi sedan kes cesede şehîdê pêşewaz dikin. Termê şehîdî bi tekbîr û hêstirên çavan re tê definkirin. Piştî vê yekê ji Şehîd Mela Giyaseddîn ji me re bes exlaqê xweş û ji ciwanan re jî peyvên wî yên wecîz ên ku beriya şehadeta xwe gotibû ma.
Ji teref hevalên Mela Giyaseddîn ve bîranînekê wiha tê diyar kirin:
“Mela Giyaseddîn rojekê nexweş dikeve. Dema ku hevalên wî rewşa wî dipirsin ew wek bersiv wiha diaxive, ‘Hemd ji Xwedê Teala re ez başim. Lê ez naxwezim ku di nav nivîna xwe de bimirim. Ez dixwazim ku ji dînê Îslamê re xizmet bikim û dûvre bibim şehîd.”
Gotinên wî yên wecîz
“Heke di hedefa te de şeytan û hevalên şeytana tunebe ew tîra ku tu diavêjî an diçe hewa. An jî diçe nav avê.”
“Kesê alim bibe ji bo xwe li benda hurmetê namîne. Heke ev alim bi ilme xwe amil bibe ne ji bo xwe li xulaman diğere ne jî vextê wî yê vala çêdibe.”
“Em ji bêçaretiyê neketin nav vê dozê ku em mecbûr bimînin bimeşin”
“Divê ku em ji bo vejînê wek HZ Hasan bi şiklekî hestyar bixebitin û wek HZ Huseyîn jî ji bo ku çirax were hilkirin em canê xwe fida bikin.”
Çavkaniya naskirina Xwedê Teala tefekûr kirina Qudretullah, çavkaniya baweriya bi Xwedê Teala jî wek lê nihêrtina Hidûdullah jiyîna Hikmullah e”
“Kesên ku ji Xwedê Teala re ewditî bikin ne baweriya xwe li dewlemendiyê tîne ne jî ji feqîrtiyê re dişewite”
“Bê fikrîn zanîn, bibîranîna bê bawer, jiyîna bê hezkirin û her wiha bê tamkirin hebandin nabe”
“Kesê ku ji bo paqijbûnê bixebite xemgîn nabe. Kesê ku ji bo xwe nezir bike bijî jî natewe.”
Kesên ku di rêya doza Îslamç de me rûnîdikin wek ehlê zindan û mihacerat in, kesên ku bereketa vê doza ezîz in jî di vê rêyê de canê xwe ji bo Xwedê Teala qurban dike ne” (ÎLKHA)