Bi destpêkirina sala nû ya xwendinê re, şaxa Êlihê ya Weqfa Êtîman ku hewlên xwe yên ji bo beşdarbûna li lêçûnên xwendinê yên xwendekarên hewcedar didomîne, di çarçoveya projeya "Êtîmekî Perwerde Bike" de alîkariya kelûpelên nivîsgehê da 250 zarokên êtîm.
Musab Îmîr, nûnerê Êlihê yê Weqfa Êtîman, diyar kir ku di çarçoveya projeyê de ji bo temînkirina pêdiviyên perwerdehiyê yên zarokên êtîm malzemeyên nivîsgehê hatine peyda kirin û got, "Wekî Nûnertiya Êlihê ya Weqfa Êtîman, bi destpêkirina sala nû ya xwendinê re, me di çarçoveya projeya 'Êtîmekî Perwerde Bike' de alîkariya nivîsgehê da 250 zarokên êtîm ên ku li ba weqfa me qeydkirî ne." (ÎLKHA)