“Sînorên welatên ku bela û mûsîbet li wir tune Qur’an diyar kiriye”

Melayê Mizgefta Mezin a Diyarbekirê Mehmet Saîd Yaz bal kişand li ser navçeya Surê û diyar kir sînorên welatên ku bela û mûsîbet li wir tune Qur’an diyar kiriye.

Di Mizgefta Mezin a Diyarbekirê ya ku wek 5emîn Harema Şerîf a dîrokî tê hesibandin de nimêja înê dîsa di bin dengê çekan de hat edakirin. Melayê Mizgefta Mezin a Diyarbekirê Mehmet Saîd Yaz bal kişand li ser bûyerên ku di navçeya Surê de diqewime. Yaz destnîşan kir dera ku bela û mûsîbet tune sînorê wê derê gor Qur’anê hatiye xêz kirin.

Melayê Mizgeftê Yaz bal kişand ku Xwedê Teala her tiştî bê qisûr xulq kiriye dûvre pêşewaziya însanan kiriye. Dûvre Yaz diyar kir ev tiştên ku Xwedê Teala xulq kiriye ji teref însanan ve tê texrîb kirin.

 “Nebêje em çima wiha bûne, li xwe binere”

Yaz diyar kir ew derên ku bela, mûsîbet, fitne û kuştin tune sînorên wan deran gor Qur’anê hatiye xêz kirin. Her wiha Yaz destnîşan kir ku ev rêbaz di materyalîzm, sosyalîzm û demoqrasiyê de tune. Yaz bal kişand li ser pevçûnan û dûvre axavtina xwe wiha domand: “Iraq, Sûrî, Efxenistan, Lûbnan, Diyarbekir, Sur… Wê çi bibe? ‘Nebêje em çima wiha bûn.’ Li xwe binêrin. Qey Xwedê Teala wiha ferman nake; Kesên ku ji gotinên Muhemmed vegere ez dê derbekê mezin li wan bixim. Wek alema Îslamê em ketin li pê tiştên din. Me Pêxember û Qur’anê ji bîr ve kir. Me got qey dê ev yek ji me re wek qezenc bimîne.”

 “Hizûr ne di Îslamê de ye, hizûr di jiyîna Îslamê de ye”

Yaz diyar kir kesê ku hizûrê dixweze divê ku ji bo vê hizûrê li Qur’anê mêze bike. Dûvre Yaz wiha axavtina xwe domand: “Hizûr di Îslama ku li ser lehwan hatiye nivîsandin de nînin. Hizûr di Îslama ku merov dijî û dide jiyandin de ye. Dema ku Îslam dilan fetih bike hizûr tê dîtin. Di dema xwarina riba, heqê hêtîman û dan û sitandinê de Qur’ana Pîroz tune. Lê dema ku li ber sekeratê ne Qur’anê dixwînin. Kesa ku di jiyana xwe de Qur’ana Pîroz nejî ew kes dema bimire Qur’an faydê nade wî kesê.”

 “Divê ku Qur’ana Pîroz di kûçe û bazaran de were xwendin”

Yaz bal kişan li ser xwendina Qur’ana Pîroz. Dûvre herî dawî wiha axavtina xwe domand: “ Niha li ser goristnan bi hoparlöre Qur’ana Pîroz tê xwendin. Divê ku Qur’ana Pîroz di kûçe û bazaran de were xwendin.” (ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye