Siyasetmedarê Sûriyeyî Mustafa Bekir diyar kir PYD li heremên ku di bin kontrola wî de ne digel hêzên Baasê tevdigere û PYD jî di bin îdareya PKKê de ye, PYD dema ku rojnamegerên Kurd ên muxalif digire wan teslîmî muhaberata Sûriyê dike.
Siyasetmedarê Sûriyeyî Mustafa Bekir diyar kir PYD heremên ku di destê wî de ne û digel hêzên Baasê kontrol dikin di bin îdareya PKKê de ne û wiha pê de çû “PKK hêj berê ve dibêjê ‘li Sûriyê tiştekî weke Kurdistanê tune ye.Kurd divê vegerin wê Tirkiyeya ku jê hatine.”
Siyasetmedarê Kurd ê Sûriyeyî Mustafa Bekir di berdewama axavtina xwe de diyar kir tu projeya PYDê ji bona çareserîya pirsgirêka Kurd tune ye û wiha axivî “A niha kantonek ava kirine û ev kanton ne diyar e ya kî ye.Ev kanton weke mîna serabekî an jî dûmaneke ku ne diyar e çi ye.”
Bekir diyar kir PKK dibêje ku li Sûriye tiştekî mîna Kurdistan tune ye, Kurd divê vegerin wê Tirkiyeya ku jê hatine û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Abdullah Ocalan vê yekê di hevpeyvîneke xwe de dibêje.Heta ev îddîa di kitêba bi navê ‘ Bi Serok re 7 Roj’ de derbas dibe.Ocalan di vê kitêba xwe de dibêje ‘Li Sûriyê Kurdistan tune ye.Kurdên li Sûriyê Kurdên ku di dema bûyerên Şêx Seîd de ji Tirkiyê hatine vê derê ne.Ew kes muhacirên Kurd in. Wetena wan a esil Tirkiyê ye, ji ber wê yekê divê vegerin wê derê.’ Ev gotin di wê kitêbê de derbas dibe.”
Me bi siyasetmedarê Kurd ê Sûriyeyî Mustafa Bekirê ku nêzî ENKSç re di derbarê rewşa dawî ya Kurdistana Sûriyê de axivîn.Mustafa Bekir di derbarê mijarê û heremê de agahiyên balkêş û girîng anîn ziman.Bekir diyar kir ew PYDya ku xwe ne ji teref rejîmê ne jî ji teref mixalifan nîşan dide û xwe wek terefeke sêyemîn nîşan dide lê di eslê xwe de digel rejîmê hereket dike û PYD wan Kurdên ku ji xwe re muxalif dibîne an dikujê an jî wan tehcir dike.
Bekir her wiha diyar kir PYD digel PKKê tevdigere û PKK hêj di serî de wan Kurdên ku ji Tirkiyê hatine û li Kurdistana Sûriyê bi cî bûne wek muhaciran dibîne û li Sûriyê hebûna Kurdistanê jî qebûl nake.
Tewra PKKê ya li dijî partîyan
Bekir di berdewama axavtina xwe de diyar kir damezrînerên PKKê yên mîna Abdullah Ocalan, Kemal Pîr, Ahmet Çinar û kesên mîna van di sala 1979an de digel alîkariya rejîma Sûriye hatin li Sûriyê bi cî bûn û li wê derê bi rejîm re li hev kirin û dûvre wan partîyên ji xeynî xwe wek ajan nîşan dan û ji holê rakirin.Bekir di derbarê PKKê de her wiha diyar kir PKK hêj di serî de Kurdên li Sûriyê yên ku ji Tirkiyê hatine wek muhaciran dibîne û ji ber vê yekê jî piştgirî dida qerara rejîmê ya ji Kurdan re nedayîna nasnameyan.
Bekir diyar kir PKK dibêje ku li Sûriye tiştekî mîna Kurdistanê tune ye, Kurd divê vegerin wê Tirkiyeya ku jê hatine û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Abdullah Ocalan vê yekê di hevpeyvîneke xwe de dibêje.Heta ev îddîa di kitêba bi navê ‘ Bi Serok re 7 Roj’ de derbas dibe.Ocalan di vê kitêba xwe de dibêje ‘Li Sûriyê Kurdistan tune ye.Kurdên li Sûriyê Kurdên ku di dema bûyerên Şêx Seîd de ji Tirkiyê hatine vê derê.Ew kes muhacirên Kurd in. Wetena wan a esil Tirkiyê ye, ji ber wê yekê divê vegerin wê derê.’ Ev gotin di wê kitêbê de derbas dibe.”
Erka ENKS û PYDê ya li Sûriyê
Bekir di berdewama axavtina xwe de diyar kir di sala 2010an de 11 partî li Sûriyê di bin banê ENKSê de li hev civiyan û piştî geşedaniyên dawî tevlî muxalefeta Sûriyê bûn û li dijî rejîmê sekinîn, lê PYD li Sûriyê xwe wek terefeke sêyemîn nîşan dide.
Bekîr qala peymana Hewlêr û Dihokê ya ku biryara tevgerîna hevpar a TEV-DEM û ENKSê hatibû dayîn kir û got ku PYDya ku îmzeya xwe avêtibû van her du peymanan li gor van peymanan tevnagere.
PYD û mafên Kurdan li Cenevreyê
Bekir diyar kir tu eleqeya PYDê bi Kurdîtiyê tune ye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Tu plan û projeya PYDê di derheqê Kurdîtiyê de tune ye.Ne di edebiyatan wan de ne jî di nivîsên wan de…Heta ji bona pirsgirêkên Kurdên Sûriyê jî tu plan û projeyên wan tune ye. A niha kantonek damizrandine û hêj nediyar e ev kanton a kî ye. Ev kanton a Kurdan e, Ereban e an jî ya temamê Kurdan e ne diyar e. Ev kanton mîna serap an jî dûyekî ku ne diyar e çi ye.”
Bekîr piştî van gotinan axavtinên xwe wiha domand: “Îro ji bona Cenevreyê bang li ENKSya ku di nava muxalefeta Sûriyê de ye hat kirin.Îro Rûsya, rejîma Sûriyê, rejîma Iraqê û Hîzbûllah PKK û PYD hembêz kirine û van tiştan dibêjin “Nûnerê Kurdan PYD ye.” Lê em nabêjin em tenê nûnerê Kurdan in, bila PYD nebe. Em dixwazin ku Kurdên Sûriyeyî cardin vegerin li ser peymana Hewlêr û Dihokê, bila him di qada siyasî him di qada eskerî de yekîtiya xwe ava bikin û bi hêztir biçin Cenevreyê. Lê belê naxwazin digel me hereket bikin. Ereb jî dixwazin PYD digel rejîmê tevlî Cenevreyê bibe.Lê em li dijî vê yekê dibêjin ‘Heger PYD digel me hereket bike em ê digel hevdû beşdarî Cenevreyê bibin, heke ne bi vî awayî be em dibêjin ku em tenê nûner û temsîlkarê Kurdan in.”
Pêwendiya PYDê bi rejîmê re
Bekîr diyar kir ew PYDya ku xwe ne ji terefa rejîmê û ne jî ji terefa muxalifan nîşan dide hewl dide xwe wek terefa sêyemîn nîşan bide lê belê di eslê xwe de PYD digel rejîmê hereket dike û wiha li axavtina xwe zêde kir: “PYD xwe li heremê weke terefa sêyemîn a ku heremê mihafize dike nîşan dide.Lê ji bîlî ve ji rejîmê çekan hildigire.Li wan heremên ku bi dest xistiye hêzên rejîmê hene. Li Qamişloyê PYD û hêzên rejîmê digel hevdû dewriye digerin. Li Heseke waliyê rejîmê wezîfedar e.Li Qamişloyê hêzên rejîmê û sendîqayên wan hene û karên xwe dikin. PYD digel rejîmê tevdgire.Ev Şameran ji xwe re hevpar qebûl dikin, hêzên SGDyê û Hêzên Rakkayê hevpar qebûl dikin, Seradîdan, Vatanel Harîsî qebûl dikin ev hemû zilamên rejîmê ne.Ew van hemûyan qebûl dikin lê tenê Pêşmergeyên Kurdan qebûl nakin, Peymana Dihokê qebûl nakin. Pişt re ev ji zilamên xwe re kominan ku navên wan jêv cuda ne dide avakirin û bi vî awayî hewl didin xwe ji aliyê sîyasî ve bi hêz nîşan bidin.”
Cenevre û ENKS
Bekîr di berdewama axavtina xwe de di derbarê telebên ENKSê yên li Cenevreyê û di derbarê çareseriya pirsgirêka Sûriyê de nirxandinan kir û wiha pê de çû: “Teleba me ya ewil li Cenevreyê ev in; rakirina dorpêça eskerî ya ku li bajêran hatiye kirin, ji van bajêran re dayîna xizmeta tenduristiyê, rawestandina bomberana ku li bajêran tê kirin, serbestberdana kesên ku di pêvajoyê de hatine girtin ku nêzî 3 hezar kes heye.Piştî van hikûmeteke hevpar û xweser a ku ew ê ji teref hemû kesî bê damizrandin di nava telebên me de hene.Dibêjin Komereya Ereb a Sûriyê, lê gelo li Sûriyê tenê Ereb hene? Li Sûriyê ji gelek baweriyên qewmên cuda xelk dijîn.Divê temamê van însanan bên temsîlkirin.Ji ber vê yekê em naxwazin ev nav bibe Komareya Sûriyê. Projeyên ENKSê yên di warê siyasî, îqtîsadî û eskerî hene. Em birêveberiyeke fedaral mîna ya Kurdistana Iraqê dixwazin.Ev fikra me ne ji bona perçekirina axên Sûriyê ne.Bi kurtasî heta ku pirsgirêkê xelkên ku li Sûriyê dijîn neyên çareserkirin ne mimkûn e ku hizûr û aramî bê heremê.Ji ber van sedeman em birêvebirina fedaral wek çareseriyê dibînin.”
Bekir di berdewama axavtina xwe de diyar kir PYD li ser navê rejîm û hêzinan din şer dike, wan heremên ku ji teref PYDê ve hatine bidesxistin rejîma Sûriyê wek qezenca xwe dibîne .Li heremên ku lê Kurd dijîn bi hezaran Kurd ji bona ku li ser navê rejîmê şer nekin mecbûr dimînin ku biçin welatinan din.
Li Kantonan perwerdehî
Bekîr di berdewama axavtina xwe de li ser pergala perwerdehîya ku li kantonanên PYDê tên dayîn nirxandinan kir û wiha axivî: “Dibe ku a niha li dibistanên ku li wan kantonan in perwerdehî bi zimanê Kurdî be, lê li van mekteban Ocalan tête xwendin, wek kiryarên rejîmê kiryar li van mekteban tên kirin. Rejîm li mekteban ji xeynî zimanê Erebî pêve destûr ji zimanên din re nedida.Wekî din li mekteban îdeolojiya Hafiz Esed didan xwendin.Em wek ENKS ne li dijî zimanê Kurdî ne, mekteban dikin cihê îdeolojiyê ku em li dijî vî tiştî ne.Em kirina yekî an sanem an jî put rast nabînin. Li wan mekteban dibêjin ku Ocalan wiha dibêje Ocalan wisa dibêje û bi wayî perwerdehiyeke îdeolojîk didin ku di vê mufredata perwerdehîyê de li ser navê Kurdîtîtiyê tu tişt tune ye.”
Bekir di berdewama axavtina xwe de diyar kir rewşa îqtîsadî ya xelkê Kobanê qet nebaş e.
Derbasbûyînên sînoran û PYD
Bekir diyar kir ji ber pevçûn û şerên ku diqewimin Kurdên ku dixwazin vegerin gelek zehmetîyan dikşînin û wiha pê de çû: “Bi qerara nû ya ku PYD daye ji kesên ku cardin vedigerin malên xwe hezar dolar tê standin.Malên kesên ku cardin venagerin jî PYD dest daniye li ser wan.Ev helwest nîşan dide ku PYD naxwaze Kurd vegerin heremê.”
Nêrîna dîn a kantonan
Bekir diyar kir li kantonan PYD ji xeynî kesên ku girêdayiyê wî ne pê ve destûrê nade tu kesî da ku perwerdehiya dînî bidin an jî mizgeftan ava bikin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Mustafa Muslîmê ku birayê Salîh Muslîm e endamê Îxvanul Muslîmîna Sûriyê bû.Mustafa Muslîm li Sûriyê cemiyeteke bi navê Cemiyeta Biratiyê saz kiribû. Lê kanton xebatên wî qedexe kir. Ger destûr hatibana dayîn belkî ew ê gelek mizgeft hatibana çêkirin û ew ê alîkariya gelek kesî hatibana kirin.Lê PYD çi kir?Jê re got an ew ê tu bi me re hereket bikî an jî em destûrê nadin.Cemîyeta Xêrxwazan ê ku nêzî Barzani ye ji kesên mexdûr re alîkarî dikir.PYD vê jî qebûl nekir û got hûn ê van alîkariyan bidin me em ê belav bikin,ya duyem jî hûn ê amblemên ku li ser van koliyan in jê bikin.”
Têkilîyên PKK û PYDê
Bekîr diyar ki PKK û PYD wek hev in û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Kesên ku li ser serê PYD û kesên li ser serê komên nêzî wan pêlîstokên Qandîlê ne.PKK van nava ji bona ku Sûriyeyî ne û ji bona ku wan bixapîne bi kar tîne.Ev dişibe xweşiknîşan dana dikaneke kavil.Emrîka dibêje ku PYD û PKK ne weke hev in, jixwe ew ji bona meslehata xwe vê dibêje. Halbûkî PYD li dora Qendîlê dizivîre.Lê belê îro ji ber ku mijar DAIŞ e Emrîka nabêje her du wek hev in. Emrîka jê re nabêje terorîst.Lewra sedema wê ev e. Tirkiyê ji bona NATOyê li heremê wek baskekê ye. Ji ber vê yekê dixwaze Tirkiyê razî bike.Lewra cihên mîna Încîrlîkê di vê heyamê de ji Emrîka re lazim in. Lê heger siba disibe karê wan bi PYDê re xelas bû ew ê hingî jê re bibejin terorîst.”
“PYD rojnamegerê ku revand teslîmî muxaberata Sûriyê kir”
Bekir di berdewama axavtina xwe de diyar kir PYDya ku sê kantonan di destên xwe de digre zilmê li xelkê Kurd dike û îşkence li kesên ku wek wan nafikirin dike û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Wan pêlên hana muhabîrê me yê rojnameya Yekîtiya Medîayê revandin.Hemd ji Xwedê re ku dema ku ew hat revandin xelkê dît ku yên ku wî direvînin ji Asayîşa Kantona Cizîrê yên PYDê ne.Muhabîrê me ku revandin teslîmî muhaberata Sûriyê kirin.Tiliyê wî muhabîrî jê kirin û lingê wî şikandin.Heger xelk wan kesên ku wî revandin nedîtibana û nasnekiribana ew ê wê demê wî kuştibana.Ew rojnamegerê ku avêtibûn derekî bi sed zehmetiyê xwe gihande gundekî û wî rakirin nexweşxanê.Ew, heger kar û barên yekî li hisabê wan neyê an ew tê bigrin an hebis bikin an jî ew te bikujin.Bi kurtasî nahêlin ku tu kes biaxive û di qada siyasî de xebatan bikin.Ji ber van sedeman tu siyasetmedar û rojnamegerên me li Kobanê tune ne. Tenê buroyeke ENKSê heye ku ew jî bê al û bê tabela ye.Ji vê buroyê re astengî dernexistin da ku kesên derve bibînin cihên kominan din jî li vê derê hene.
Bekir diyar kir PYD ji tu kesî û tu alî re tahammul nake û li Qamişloyê êrîşî Ala Kurdistanê kirin û ava bi jêhr kesên ku alê hilgirtibûn kirin.
Êrîşên DAIŞê û projeya dûrkirina Kurdan ji Îslamê
Bekir di derbarê êrîşên ku ji teref DAIŞê ve li heremên Kurdan tên kirin de jî nirxandinan kir û wiha axivî: “Êrîşên ku ji teref DAIŞê ve li Şengal û Kobanê hatin kirin projeyek bû û gelek hêlên van êrîşan hebûn. A yekemin; Xwestin Kurdan bela wela bikin da ku yekîtiya nava wan xera bikin ku di vî warî de bi ser ketin. Îro her yek ji me li ciheke cuda ye, em belav bûne. A duyemîn; xwestin ku bi êrîşên DAIŞê Îslamê li ber çavên xelkê Kurd reş bikin ku li gor min ev armanca herî mezin a vê projeya neyarên Îslamê bû. Di malên me hemûyan de Qur’an,sicade hebû, xelk nimêja xwe dikir û rojiya xwe digirt. Yê din jî dixwastin wan însanên ku ji ser DAIŞê kişandin vê derê li van deran bikujin.Lê weke ku min got armanca wan a esil dînê Îslamê bû ku ev yek min pir xemgîn kir. Heta ji ber van êrîşên ku hatine kirin li Cizîr, Kobanî û li Afrîna Kurdistana Rojava û li kampên Tirkiyê kesên ku ji dînê Îslamê vegeriyane û bûne Xiristiyan hene.”
Bûyerên ku li Kurdistana Başûr pêk tên
Bekîr di derbarê bûyerên dawî yên ku li Kurdistana Başûr pêk tên de wiha axivî: “Li Kurdistana Iraqê Ji bona Barzanî dibêjin ew dixwaze ebedî dimîne, lê yê ku ebedî ye Xweda ye.Tu kes tişteke wiha qebûl bike. Lê belê Serok Barzanî di nava Kurdan de însanekî ber bi çav e. Û siyaseta ku ew dişopîne li gor menfeata 4 parçeyên Kurdistanê ye û ev siyaset nerm û li ser guftegoyê ye. Di eslê xwe de ev êrîşên ku tên kirin li têkilîyên hevpar û nerm ên Barzanî tên kirin.Serok Barzanî mîna PKKê siyaseteke bi şidet naşopîne û ne tekparêz e.Weke têkilîyên mîna bi yên Tirkiyê re… Ji ber vê yekê siyaseta partîyên mîna Goran, YNK, YNKS,Yekgirto û yên mîna wan bi siyaseten xwe dixwazin pisgirêkan derbixin.Evna naxwazin referandum bê kirin,lewra dizanin ku xelk ew ê dengê xwe bide Barzanî..Ji ber van sedeman hewl didin da ku siyaseta Barzanî bişkînin.”
PKK û pevçûnên xweseriyê yên ku li heremê pêk tên
Bekir di berdewama axavtina xwe de diyar kir ji roja ku PKK derketîye vir ve ew mucadeleya ku di bin navê Kurd û Kurdistanê de dikin ne ji bona Kurdan e ji bona îdeolojiya rêxistinê ye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Heke siyaseta ku hûn dikin zirarê bide xelkê Kurd ew siyaseteke pir xelet e. Heta ez tewreke mîna ve ji xelkê Kurd re wek îxanetê dibînim.Lewra kesên dijminê Kurdan in ji xwe re terorê dixin bihane û êrîşî heremên Kurdan dikin û ji vê yekê jî herî zêde dîsa xelkê Kurd zirarê dibîne.Ez dibînim ku ew daxuyaniyên xweseriyê yên ku li heremê tên kirin dibin sedem ku mafên Kurdan ji destên wan bên standin û dibe sedem ku zêdetir mexdûr bibin.Ji ber vê yekê ez vê siyaseta ku tê kirin ku xelkê Kurd ji vê siyasete zirarê dibîne ez ji Kurdan re wek îxanetê dibînim.Lê mixabin xelk vê nizane.”
Rewşa dawî ya Sûriyê û hêzên derve
Bekir diyar kir rewşa Sûriyê ya a Niha wek rewşa Osmanî ye ku dewletên biyanî çawa ku xwestin Osmanî di nava xwe de parve bikin bi heman awayî dixwazin Sûriye jî parve bikin û di pey van hisaban de ne û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Rûsya ji bona menfeata xwe dixwaze rejîm bimîne û muxalefet jî xelas nebe da ku her tim rejîm jê re muxtac bibe. Emrîka jî dixwaze PYD hebe da ku ji ber DAIŞê jê re xizmetê bike.Dixwaze DAIŞ hebe da ku ji rejîmê re bibe hemana zextê û hinek tiştan ji rejîmê bi dest bixe. Eskerên Emrîka, Îngîlîz û Fransiz (fermandarên ku perwerdehîyê didin) li Kobanê bi PYD, SDG, YPJ, YPGê re hevdîtinan dikin.Ew dizanin ku ev kom bi rejîm re têkildar in û hevkariyê dikin.A niha Ewrûpa,Emrîka û Rûsya di nav xwe de Sûriyê parve kirine û hemû kes hewl dide para xwe xwe bidest bixe. A niha li heremê eskerên Emrîka, Rûsya û Îranê hene. Projeya herema bi ewlehî ya Tirkiyê hat sekinandin ku di vê projeyê de menfeata van welatan tune bû.”
Partîyên li Sûriyê
Mustafa Bekir di dawiya axavtina xwe de diyar kir KDP li Sûriyê di pêşîvantîya Kurdan de di sala 1957an de hatiye damizrandin û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Ji ber ku hinek kesên ku di nava rejîma nijadperest a Ereban de ne ji ber navê Kurdistanê gelek zext kirin ku navê partiye wek PDK-S hatiye guhartin. PDK-S dûvre di pêşîvantîya Osman Sebrî de wek PDK-Ç hat guhartin.Di wextê Hemîd Hecî Dervîş de jî PDK-S bû du beş û bi navê rast û çep hatin binavkirin. PDK-Ç arîkariya neqdî û eskerî ji mucadeleya Mela Mistefa Barzanî dikir, lê PDK-S vê mucadele biçûk didît…”(ÎLKHA)