Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu, ji bo ku beşdarê bernamekê bibe çû Entabê û li wir di avahiya Seroktiya Êntabê ya HUDA PARê de bi endamên çapemeniyê re hat cem hev.
Yapicioglu, di derbarê rojevê de daxuyaniyên girîng da û diyar kir ku PKKê bi şiklekî
“Em di serî de dibêjin ku ev rê, rê nînin”
Yapicioglu destnîşan kir ku PKK, şerê ku kişand nav bajêran bes gel mexdûr kir. Dûvre Yapicioglu axavtina xwe wiha domand: “Li Cizîrê bûyer wek berê nînin. Ev bûyer kêm bûne. Yanê wek roja herî ewil tûndtir nînin. Lê ev şer li Sûrê hêj jî didome. Hêj jî teqîn çêdibe. Xelk dimire. Em di serî de dibêjin ku ev rê, rê nînin.”
Yapicioglu diyar kir ku bi çekan re maf nayên bidestxistin û wiha axavtina xwe domand: “Dil dixwaze ku ku li serî çiyê jî ev şer tunebe. Mijar çi dibe bila bibe divê ku ev yek bi siyasetê were çareserkirin. Lê PKK, bi şiklekî zanîn şer kişand nav gel ku gel li ber dewletê rabe. Lê gel pêşe bi vê yekê nekir.”
Yapicioglu axavtina xwe wiha domand: “PKK dît ku berjewendiya wê li vir tune. Gor me gel ji bo vê yekê bersiva vê qasê ji PKKê re neda. Ez hêvîdar im ku ev bûyerên dilşewat li tu derê neqewime û dawî li van bûyeran were. Mijar çi dibe bila bibe divê ku ev pirsgirêk bi siyasetê were çareserkirin. Şîddet û tûndî faydeyê tu wext nade tu kesî.”
“Sûrî bû wek weran”
Yapicioglu di derbarê pêvajoya agirbest û mijara Sûrî de daxuyanî da. Her wiha Yapicioglu destnîşan kir ku di nav 5 salan de li Sûrî nêzê 400 hezar însan jiyana xwe ji dest dan û nêzê 10 milyon kes jî mal û warên xwe terk kirin.
Yaoicioglu diyar kir ku li Sûrî janên gelek giran çêbûye. Dûvre Yapicioglu axavtina xwe wiha domand: “Nêzê 5 salan e ku di nav Sûrî de şerê navxweyî heye. Bi rastî janên gelek mezin hatin dîtin. Nêzê 400 hezar însanan hatin kuştin û 10 milyon kes jî ji mal û warê xwe bû. Sûrî di vê pêvajoyê de bû wek wêran. Em hêvîdar in ku ev agirbesta di derbarê Sûrî de pêk were û ev xwîn bisekine. Bê guman em vê yekê dixwazin.”
“Qey vê agirbestê pêwîst bû ku DYE û Ûris pêk bianiya?”
Yapicioglu diyar kir kesên ku mixalifên hikûmeta Sûrîne bi hev re jî şer dikin. Dûvre Yapicioglu axavtina xwe wiha domand: “Di Sûrî de şerê navxweyî heye. Ji bo vê qey pêwîst bû ku vê agirbestê DYE û Ûris pêk bîne? An jî qey DYE û Ûris nebûna ev peyman pêk nedihat? Divê ku ev yek were pirsîn?”
“Em ewle nînin ku ew kesên daxwaziya agirbestê dikin gelo ji dil in an ne”
Yapicioglu diyar kir ew bixwe ewle nînin ku kesên daxwaziya agirbestê dikin gelo ji dil in an ne. Dûvre Yapicioglu axavtina xwe domand: “Heke hûn pirsgirêka xwe ya navxweyî sererast nekin, hûn bê ‘edaletiya di nav xwe de ranekin û hûn ev şerê ku di nav we de ye dawî lê neyînin; welatên emperyalîst dê di şûna we de biryara şerê jî bide. Dûvre dema ku bixwezin dawî li vê şerê bînin ew dê bibêjin bes ê êdî. Werin li hev werin. Em ewle nînin ku ew kesên daxwaziya agirbestê dikin gelo ji dil in an ne. Em ne bawer in ku ew semîmî ne.”
“Hewl didin ku Tirkîyê bikêşin nav pengavê”
Yapicioglu bal kişand ku hewl didin Tirkîyê bikêşin nav pengavê û di derbarê vê yekê de axavtina xwe wiha domand: “Ji xwe Tirkîye ji aliyekê ve din av şerê Sûrî de bû. Lê em hereketa berrê ya Tirkîyê çewt dibînin. Hewl didin ku Tirkîyê bikêşin nav pengavê. Wetaya midaxil bûna Tirkîyê ya nav şer jî ew e ku Tirkîye jî dê têkeve nav şerê. Em li vir bang li hikûmetê dikin. Divê ku hikûmet gelek baldar bibe û nekeve nav vê pengavê.”
Pirsgirêka Kurdan
Yapicioglu bal kişand ku di pêvajoya çareseriyê de mafên gelê Kurd ên ku hatine xesb kirin û pirsgirêka PKKê wek hev hat hesibandin. Di derbarê vê yekê de hikûmet çendîn bar hat îqaz kirin. Lê mixabin hikûmet bala xwe neda ser van îqazan.
“Di mijara Pirsgirêka Kurdan de mixatab gel e û nûnerên meşrû yên gel in”
Dûvre Yapicioglu axavtina xwe wiha domand: “Em di serî de diyar dikin ku di vê pêvajoya ku ji 1013an dest pê kiriye û wek Pêvajoya Çareseriyê hatiye navandin de kêmasî û çewtî hene. Çewtiya herî diyar ew bû ku; daxwaziyên gelê Kurd hebûn. Ev daxwaz bes bi PKKê re hat axvtin. PKK, nûnerê vê gelê nînin. Heke mijar danîna çekan bibe rast e. Divê ku hûn bi wan re hevdîtin bikin. Lê heke daxwaziya gel ji bo mafên gel hebe divê ku hûn vê yekê bi gel û nûnerên gel ên meşrû re biaxivin. Niha jî em di heman derê de ne. Heke hikûmet Pirsgirêka Kurdan bes wek tûndî bibîne ev yeke gelek çewt e. Ne heke Pirsgirêka Kurdan wek îade kirina mafên gelê Kurd dibîne mixatabê wê çewt e.”
2 mase
Yapicioglu destnîşan kir ku PKK, encamek e. Dûvre Yapicioglu axavtina xwe wiha domand: “Em dibêjin erê divê ku dengê çekan were birin. Kesên ku di destê wan de çek hene divê ku bi ewayekê werin îqna kirin. Bila masekê ji bo vê yekê bibe. Ji aliyekê din ve bila ji bo daxwazî û azadiyên ku dê werin ber fireh kirin jî masekê din were sazkirin û ev yek jî bi kesên ku di destê wan de çek tune re were axavtin. Di van demen dawî de Pirsgirêka Kuredan tenê wek pirsgirêkekê asayîşî û aborî hat dîtin. PKK, encamek e. Wextê ku hêj PKK tunebû jî Pirsgirêka Kurdan hebû. Heke ev pisgirêk neyê çareserkirin dê sibe pirsgirêkên din derkevin holê.”
“Azadiya ramanî ji mafên herî girîng mafek e lê …”
Yapicioglu pirsên ku di derbarê Can Dundar û Erdem Gul de jê hat pirskirin re diyar kir ku azadiya ramanî ji mafên herî girîng mafek e û her wiha destnîşan kir ku di girtîgehê de kesên ku nikarin dengen xwe bidin seh kirin gelek in. Dûvre Yapicioglu axavtina xwe wiha domand: “Divê were zanîn ku niha gelek kesên mezlûm ên ku nikarin dengê xwe bidin seh kirin hene. Niha girtîgeh ji astekê zêdetir kesan din av xwe de dihewîne. Hertim girtîgeh tên saz kirin. Lê mixabin dîsa ev têra kesên girtî nake. Gel em dixwazin ku sûcan bikin an di pergalê de pirsgirêk heye? Divê ku daraz di derbarê kesên ku dengê wan bilindtir derdikevin de baldartir bibe. Girtin, tedbîr e. Kesek ji ber ku siyasetmedar, rojnameger an jî memûr e nikare sûc bike. Ev hişmendî çewt e. Herkes li hemberî qanûnan wek hev e. Divê ku wek hev bibe.”
Qetilkirina Aytaç Baran û pêvajoya dozê
Yapicioglu di derbarê serbest berdana Diyadîn Gumuşî yê ku Serokê Komeleya Yenî Îhya-Derê û nûnerê HUDA PARê Aytaç Baranî qetil kiribû de axivî. Yapicioglu wiha diyar kir: “Ez hemî hûrgiliyên di nav dosyayê de nizanim. Lê ez dizanim ku ev kes wek bersûc tê darizandin. Merov nikare bibêje ku ev kes failê vê yekê ye an ne. Lê ez herhal dikarim vê pirse bipirsim: ‘Heke delîlên bersûciya vê kesê evqas ze’îf e we çima vî kesî girt û ji civakê re wek bersûc nîşan da. Ne heke ev delîlên di derbarê vê kesê de ji bo bersûciya wî xûrt in hûn bi çi wechê wî tehlîye dikin?” (ÎLKHA)