Şewba Ebolayê
Jı teşkîlata tendûrıstîyê ya dınyayê hat dîyar kırın ku lı rojavayê efrîkayê, hejmara kesên ku jı ber nexweşîya ebolayê mırıne derketîye hezar û 229 kesan.
Teşkîlata tendûristîyê ya dinyayê beyan kir ku li rojavayê Efrîkaya ji ber nexweşîya Ebolayê, hejmara kesên candayî derket hezar û 229 kesan.
Li gorî beyana nivîskî ya rêxistinê, di navbera 14 û 16ê meha tebaxê de li Lîberya, Gîne, Sîera Leonê û Nîjeryayê, hat tespîtkirin ku 113 kesên din bi şewba Ebolayê ketine û ji wan 84 kesan can dane.
Li gorî daneyên Teşkîlata Tendûristîyê, ji ber şewba Ebolayê li Nîjeryayê 466 kes, li Gîne 394, li Sîera Leonê 365 û li Nîjeryayê jî 4 kesan can dane.
Teşkîlata Tenduristiyê, ji bo mucadela li ber nexweşiya ku tu rêbaza tedawî û parzayê wê yên ispatkirî tuneye, rewşa acîlê ya qamûya kurewî îlan kiribû û beyan kiribû ku di micadela li ber şewbê de, bikaranîna îlacên ceribandî etîk e.
Çınarın Sesi
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.