Sîlehên Kîmyasalê Yên Sûriyê
Serokdewletê emrîkayê obama bı nıvîskî beyan kır ku îmhakırına sîlehên kîmyasalê yên sûrıyê, dı gemıya emrîkayê de temam bûye.
Îdara Emrîkayê diyar kir ku îmhakirina stoka sîlehên kîmyasalê yên Sûriyeyê, di gemiya Emrîkayê ya Cape Rayê de temam bûye.
Serokdewletê Emrîkayê Obama îddîa kir ku îmhakirina sîlehên kîmyasalê, serkeftineke girîng e. Obama wiha got:
“Di bin serokatiya teşkîlata qedexekirina sîlehên kîmyasalê de, îmhakirina stoka sîlehên kîmyasalê yên Sûriyê, ji bo hewla alema navneteweyî jî gaveke muhîm e.”
Wezîrê Parastinê yê Emrîkayê jî beyan kir ku di gemiyê de 600 ton maddeyên kîmyasalê yên di çêkirina gaza hardal û sarînê de tê serifandin hatine îmhakirin.
Çınarın Sesi
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.