Tedbîrên dijî vedana maran û nexşerêya mayîna li jiyanê

Tedbîrên dijî vedana maran û nexşerêya mayîna li jiyanê

Lêkolîna ku tê de sed hezaran bûyerên vedana maran hatine lêkolînkirin, dema ku derxist holê ku rîsk ne tesadufî ye, nîşan da ku yên di qadên çandiniyê de dixebitin û yên di herêmên çoltarî de dijîn di koma rîska herî bilind de ne.

Vedana maran ji bo salên dirêj wekî bûyerên nehatine pêşbînîkirin û bi tevahî tesadufî dihatin nirxandin. Lê belê xebatên zanistî yên berfireh derdixin holê ku beşek girîng a bûyeran rasterast bi jiyana rojane ya mirovan, mercên xebatê, qadên jiyanê û dema gihîştina xizmetên tenduristiyê re têkildar e.

Di lêkolînê de, daneyên derbarê sed hezaran bûyerên vedana maran ên ji welatên cuda hatin lêkolînkirin û hat diyarkirin ku mirov di kîjan mercan de bêtir di bin rîskê de ne. Dîtin nîşan didin ku bi taybetî di herêmên tropîkal û çoltarî de xebatên çandiniyê yek ji qadên rîska sereke yên vedana maran e.

Rîska herî mezin di zevîyan de ye

Li gorî lêkolînerê sereke ê xebatê Jaideep Menon, koma herî bêparastin ji niştecîhên kesên çoltarî yên ku di herêmên tropîkal de dijîn û li derve dixebitin pêk tê.

Di daneyan de hat diyar kirin ku faaliyetên çandinî, erd û cotkarî di nav mercên ku beşek girîng a bûyeran de pêk tên de derdikevin pêş.

Zevîyên çayê, plantasyonên qaûçûkê û qadên nêzî daristanan ji ber ku ji bo maran qadên jiyana xwezayî ne, kesên ku di van herêman de dixebitin rasterast di bin rîskê de dihêlin.

Balkêş e ku beşa herî mezin a vedana maran di ling û pêyan de pêk tê. Lêkolînên qadê yên ku berê hatine kirin jî derxistibûn holê ku lebatên jêrîn herêmên herî zêde tên vedan e û xebata bi pêxwasî an jî bêyî cil û bergên koraker ên minasib rîskê zêde dike.

Mar ne tenê bi şev dernakevin holê

Yek ji xalên ku lêkolîn balê dikişîne ser ew e ku baweriya berbelav a ku dibêje mar tenê bi şev faal in rasterast rastiyê nîşan nade.

Di daneyan de hat diyar kirin ku beşek girîng a vedanan bi roj pêk tê, bi taybetî di saetên ku mirov di tarla û qadên vekirî de bi dijwarî dixebitin de bûyer zêde dibin. Dîsa jî hat tespît kirin ku bûyerên ku bi şev pêk tên bi taybetî di malên çoltarî de bi mercên wekî ronahîkirina nebes û razana li ser erdê re têkildar in.

Xebateke qadê ya ku li Sri Lankayê hat kirin jî derxistibû holê ku vedana maran a di qadên vekirî de ço bi roj pêk tê, bûyerên di qadên girtî de jî bi taybetî bi şev û di dema razanê de tên dîtin.

Li Hindistanê talûkeya "Çar Yên Mezin"

Hindistan di serê welatên ku vedana maran encamên giran li dû xwe dihêle de tê. Li welat ji beşa girîng a bûyerên jehrîbûnê cureyên maran ên ku wekî "Çar Yên Mezin" tên zanîn berpirsiyar tên girtin.

Cureyên wekî marmaroka (engerek) Russell û marmaroka bi pîvanên birrînê dikarin bi xirabkirina mekanîzmaya pîvbûna xwînê bibin sedema xwênrijandinên giran, cureyên kobra û krait jî dikarin bi bandorkirina sîstema demarî bibin sedema felcê û pûçbûna bêhnstendinê.

Bi taybetî hat diyar kirin ku krait bi şev faal in û dikarin bikevin malên çoltarî. Ji ber ku vedana vê cureyê carinan dikare bêêş be, gava ku kes nîşaneyan ferq dike dibe ku bandora jehrê bi pêş ketibe.

Pêşbirka esasî bi gihîştina tedawiyê re dest pê dike

Di vedana maran de windakirina demê, wekî yek ji hêmanên herî girîng ku rasterast serkeftina tedawiyê bandor dike derdikeve pêş. Di rewşa jehrîbûnê de divê tedawiya dijî-jehrê (panzehir) di dema herî kurt de bête sepandin.

Sîstematek derbasbûnê (derleme) ya cuda ku di sala 2026an de hat belavkirin jî derxist holê ku bi taybetî di zarokan de derengmana gihîştina nexweşxaneyê bi encamên giran re têkildar e. Li gorî lêkolînê, sepandinên yekemwergirtinê yên ne minasib û dereng serîlêdana nexweşxaneyê, rîska jehrîbûna giran û mirinê zêde dike.

Ji ber vê yekê pispor teqez dikin ku piştî vedana maran di cihê ku serî li rêbazên kevneşopî û zerardar bidin de divê di dema herî kurt de bigihêjin saziyeke tenduristiyê.

Ji bo parastinê tedbîrên hêsan

Di nav pêşniyarên pisporan de heye ku bi taybetî yên di tarla û qadên vekirî de dixebitin pêlavên dirêj û koraker û lepikên stûr bi kar bînin.

Di qadên ku giyayên tîr hene de di dema meşê de bi dar li derdorê mêzekirin û di tarî de teqez bi kar anîna fenerê tê pêşniyarkirin. Di malan de girtina valahî û şeqên di dîwaran de, paqijkirina komên giya û çopê yên li derdora malê jî di nav tedbîrên ku dikarin pêşiya nêzîkbûna maran a qadên jiyanê bigirin de cih digirin.

Ji kesên ku di herêmên çoltarî de li ser erdê radizên re tê pêşniyarkirin ku bi taybetî cibinlikê yên ku bi şev tên bi kar anîn baş bigirin.

Lêkolîn nîşan didin ku çi qas vedana maran neyê astengkirin jî rîsk dikare bi awayekî berçav bête kêmkirin. Ji ber vê yekê pispor dixwazin ku perwerdehiya ji bo niştecîhên li herêmên çoltarî dijîn bête zêdekirin, gihîştina navendên tenduristiyê ya ji bo dijî-jehrê bête xurtkirin û sîstemên veguhastina bilez (sevk) bêtin pêşxistin.

Daneyên zanistî derdixin holê ku vedana maran ne qeder an jî bûyereke bi tevahî tesadufî ye, gava ku mercên xebatê, qada jiyanê, rêbazên parastinê û dema gihîştina xizmeta tenduristiyê rast bêtin birêvebirin pirsgirêkeke tenduristiya civakî ya ku dikare bête astengkirin e.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.