Te’deya Li Ser Îxwan Didome

Te’deya Li Ser Îxwan Didome

Lı mısrê, cûntaya ku bı desteka welatên ğerbî derbe kır û bı hezaran mısluman qetıl kırın, bı deh hezaran kes jî avêtın zîndanan, zulm û te’deya xwe ya lı ser îxwan dıdomîne.

Li Misrê bi desteka Emrîqa û Îsraîlê, zulm û te’deya cûntaya derbekar ya li ser Teşkîlata Îxwan dewam dike.


Di van 8 mehên dawîn de cûntayê dest dane ser komel û sazîyên ku bi teşkîlata Îxwan ve girêdayî ne. Hat zanîn ku cûntaya qûqla dest dane ser hezar û 107 komel, 342 şîrket, 174 mektebên xisûsî û malhebûna gelek rayedarên îxwan yên payebilind.


Li gor agahîyên ku ji rayedarên Îxwan hatine bidestxistin, komîteyê bi tevlî malhebûn û hemî hesabên Îxwan ên bankayê jî vekolîne û di van 8 mehên dawîn de dest dane ser malhebûna hezar û 441 rayedarên Îxwan ên payebilind, hezar û 107 komelên ku li welêt fealîyet dikirin û di nav wan de hinek şîrketên ku navneteweyî dixebitîn jî bi tevahî dest dane ser malhebûna 342 sazî û 174 mektebên xisûsî.


Li gorî beyana Komîteyê, di 26ê Kanûna pêşîna 2013an de 132 endamên Îxwan û 54 komelên ku di bin îdara îxwan de ne, di Kanûna Paşîn a 2013an de 572 kesên ku lîderên teşkîlata Îxwan jî di nav de ne û di Adara 2014an de jî bi îddîa ku bi teşkîlata Îxwan ve girêdayî ne 22 sazîyên sivîl, marûzî desteserkirina malhebûnê bûne.


Li aliyê din doza girtina ser hepsan ya ku 131 kesên ku serokcimhûrê meşrû Mûhemmed Mûrsî yê ku bi derbeyê ji wezîfê hatibû bidûrxistin jî di nav de, bi sûcên derew tê de tên mehkemekirin hat dewamkirin. Mehkema Cizayê ya Qahîreyê ya ğeyrî meşrû, ji bo li 2 şahidên din jî guhdarî bike mehkeme taloqî 23ê Tebaxê kir.

Çınarın Sesi

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.