Terora Rejîma Çîna Komunîst

Terora Rejîma Çîna Komunîst

Weqfa alîkarıya însanî îhhyê, dı heqê asîmîlasyon û jenosîda ku îdara çîna komunîst, jı 1949an û vır ve lı ser tırkıstana rojhılat dımeşîne de raporek amade kır. lı gorî raporê 35 mılyon muslumanên tırkıstana rojhılat hatıne qetılkırın.

ÎHHya weqfa alîkariya însanî, li ser hedîseyên li Tirkistana Rojhilat a ku 40 milyon nifûsa wê heye û di 1949an de ji alîyê Çîna komunîst ve hatiye îşgalkirin raporek hazir kir.


Li gorî raporê ji 1949an û vir ve 35 milyon muslumanên Tirkistana Rojhilat hatine qetilkirin. Ji wê tarîxê û vir ve rejîma Çîna komunîst, li ser muslumanan asîmîlasyon û paqijiya etnîkî dimeşîne. Li gorî raporê di navbera salên 1949 û 1952an de 2 milyon û 800 hezar kes, di navbera 1952 û 1957an de 3 miyon û 509 hezar kes, di navbera 1958 û 1960î de 6 milyon û 700 hezar kes, di navbera 1961 û 1965an de 13 milyon û 300 hezar kes ji aliyê ordiya Çîna komunîst ve hatine qetilkirin yan jî ji ber polîtîkayên rejîma zorba, ji ber ğelayê can dane. Bi hejmara kesên ku ji 1965an û vir ve hatine qetilkirin, hejmara kesên qetilkirî gihaye 35 milyonan.


Di raporê de hat îfadekirin ku li ser muslumanên ûygûrî, sînordarkirina nifûsê tê meşandin, nahêlin ku welidîna zêde pêk bê, gava ku pê bihesin welew çend meh mabe jî, kesên bihemle tên kurtajkirin. Kesên ku bi dizî zarokên wan çê bibin jî, li wan cezayên maddî yên zêde tên birîn. Jin an jî zilam memûr bin, ji wezîfeyê tên avêtin.


Di raporê de hat destnîşankirin ku ji ber muslumanên Tirkistana Rojhilat Quranê dixwînin, li wan lêdan tê kirin, ger bixwazin Quranê hîn bibin, dixin hepsan. Nikarin ziman û dîroka xwe hîn bibin. Her wiha nikarin zanîngeh û mekteba ku dixwazin bixwînin. Di her qonaxa heyata wan de nasname û aîdiyeta wan tên pirsîn.

Çınarın Sesi

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.