Vîrusa Ebolayê

Vîrusa Ebolayê

Wezareta Tenduristiyê beyan kir ku li ber rîska belavbûna şewba nexweşiyê, qirara yesaxê hatiye dayîn.

Morîtanya destûrê nade welatiyên Lîberya û Sîerra Leoneyê yên ku herî zêde ji vîrusa ebolayê êşiyane ku bên welêt. Wezareta Tenduristiyê beyan kir ku li ber rîska belavbûna şewba nexweşiyê, qirara yesaxê hatiye dayîn.

Li welêt rayedarên sihhetê, ewlehî û kontrolên xwe yên li deriyên sînor zêdetir kirin.

Welatê Peravê Diranfîlê jî beyan kir ku seferên teyaran ên li welatên ku herî zêde ji vîrusa ebolayê tesîr bûne û seferên ji wan bên kirin, dane sekinandin. Lê di beyana hikûmetê de, di heqê van welatan de agahiyên berfireh nehatin dayîn.

Li gorî Teşkîlata Tenduristiyê ya Dinyayê, hejmara kesên ku ji ber ebolayê mirine gihaye hezarî. Ji şewba nexweşiyê herî zêde welatên li rojavayê Efrîkayê Gîne, Sîerra Leone û Lîberya tesîr bûne. Li Nîjeryayê jî şewba nexweşiyê belav dibe. Li welêt hejmara kesên ku bi nexweşiyê ketine giha 10an.

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.