
Sizden Gelenler
Wergera Bibal “Qûwweta Dujmin” Ve
Bîsmîllahîrrehmanîrrehîm. Hemdê bê hed ji Rebbê ‘alemê rene. Selat û selam li ser seyyîdê me Muhammed be, li ser al û eshab û etba’ê wî teva be.
Kesên mutecaviz û muteğallîbe dixwazin berîya her tiştî mekanê “hafize”ya însana zeft bikin yan jî texrîb bikin. ji bo ku insana îşğal bikin û tiştê ku dixwazin bi wan bidin kirin. Çimkî jibo ku insan têkeve bin emrê dujminê xwe berîya her tiştî gerek “hiş” û “hafize”ya xwe wenda bike. Van mekanan jî ji cîhet vezîfên xweve çend qismên wan hene.
Yek ji wan mekanên hafizê “ziman û têkilî” (ragihandin)ye. Ji her qewmekîre, ji her milletekîre zimankî wî heye û şeklekî têkiliyê heye ku na şibihe ziman û têkilîyên qewmên din. Wek kelîma, îstîlaha, gotinên pêşîyan û me’nên wan. Xweda Te’ala vêya gerandîye yek ji ayetên xwe û naxweze ku texrîbat têde çê bibin da ku însan hevdû nas bikin.
Mekanê ku jêr tê gotin “kultur” yan jî “çand”. ‘Urf û ‘adetên her milletî hene û ji hevdu gûna gûnin. Qurana Pîroz, Sunneta Pêğember a.s.v. çavîkên kultura muslumanan e. Camî, medrese, kutupxane, kullîye, zanîngeh û mekteb û tiştên di wande şopên kultura mene.
Mekanê ku jêre tê gotin “tarîx” (dîrok) yan jî “ma’newîyat”. Wek bawerîyê, tiştê ku ji pêşîya mane, mekan û me’bedên tarîxî, îbadet, şeklê pêkanîna îbadeta, pêşîyên me; pêşkêş, rêzan, ‘alim û rehberên însanan û însanîyetê.
Çi ferd çi jî millet, hiş û hafiza însana di van mekanandeye. Bi van mekanan her civakan, temamê millet û qewman însanîyeta xwe, ‘urf û ‘adetên xwe û muqeddesatên xwe mihafeze dikın. Kesên tecavuzkar van mekana zeft dikin û li gor fikr û bawerîya xwe dadigrin. Li gor ku însana bi xweve girê bidin şekil didin wan.
Kuran a Pîroz van mekana bi du kelîma bime dide hîn kirin: “hers” (çandî) û “nesl”. Ayet wiha dibêje: “Wexta ku sermîyantî dikeve destê wî di xebite jibo ku çand (kultur) û neslê helak bike.” (Beqere: 205)
Ji zordestare helakbûna çand û neslê gelekî muhîme. Berê raste rasta hucum li van mekana dihat kirin ji bo ku jibinîve biqeli’in. Wek hucumên Hulago, Tatar û Moğola. Û wek Nemrûd û Fîr’ewn ku xwestine nesla zarokên kurîn biqeli’înin. Lê belê zordesta ji dîrokê ders derxistine û fêm kirine ku îdî bi vî hawayî helaka ku ew dixwazin çênabe. Îdî dest bi “îşğal” û “zeft”ê kirine ku navkî wêy dinê jî “tehrîf”e. Bi vî hawayî “têkilî, çanî, tarîx û m’enewîyat” ji destê xwedyê xwe derdikevin.
Piştî van mekana ji destê xwedyê xwe derket îdî vî kesa hafize û hişê xwe wenda dike û “bi tenê” dimîne. Ji vê bi tenêbûnê jî a ku zêde dila di sote, a ku zêde trajîk e vî kesa dibe qûwwet jîbo xerakirina muqeddeasatên xwe. Werdigere bibal wê qûwweta we ku qîmeta xera dike, giranbuhaya di hedimine, hêjaya di qeli’îne. Ew qîmet û cewherên ku wî di nav ‘alemê de didin nas kirin, ku ma’na heyata wî didin îfade kirin wan dikuje. Ew qedr û rûmetên ku wî anîne wucûdê li hember wan herbê î’lan dike û êrîşî koka wan dike. Quran ji vêyare dibêje “’isyan”.
Wek mesela “ummet”ê. Ê ku vî navî danîye ne ‘elel’edeye û ne mexlûqekîye. Rebbê kaînatê û temamê mexlûqaye. Ê ku me xuluqandîye, me terbîye kirîye û rizqê me şandîye dibêje: “Însan tev (digel hemî ziman û rengên xwe) yek “ummetek” bûn. Bi sebeb îxtîlaf kirin xweda bi mizgînîya mukafat û ‘ezab qasîdên xwe şand û bi wanre kitêb nazil kir.” Û gotîye: “Me we gerand ummetek weset…” Û gotîye “Hûn qenctirê “ummet”an e…” Temamê însanîyetê, xwe bi rastî di mefkûra “ummetperwerî”yê de dîtîye û jê xêr dîtî ye. Mutecawizê zordest ji bo ku însana bi gerîne wek xwe di dewsa “ummetperwerî”yêde “milletperwerî” danî û xwest ku mekanê hafizê zeft bike. Êla ku mekanê hafiza xwe bi destê dujminve berda îdî “xeberdan” û “fikrek” ku a wê be jêre tune ye. Daîm bi slogana xeber didin. Vana ji alîyekî tinazê xwe bi wan kesa dikin ku li ser eslê fitret û ‘ehda xwe man e. Ji alîyê dinve jî bûn e suxtik û hewarînî serserî ji bûy zordestê mutecaviz.
Ewçağ jibo ku meriv bi bîra fitreta xwe were û bighêje huzûra dilê rihet, berîya her tiştî gerek çavê merev ne li derve be, xwe ji “dervayîtî”yê biparêze. Kesê ku çavê wî û guhê wî li devre be ew nikare bizivire bibial eslê xweve û di fitreta xwede cî bigre û têde rûnê û nikare ji ber xweve hereket bike. Wek hawê ku meriv di çiravêde here xwarê û têde biçike û nikaribe jê derkeve.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.