
Sizden Gelenler
Meyzandina Meyî Li Qewmîyetê
Hemd, şûkûr û pesin hemû ê Xweda ê ‘‘alemê ne. Salat û selamê bêjimar li mezinê me Mûhammed bin. Û li al û eshab û peyrewiyên wan bin, hetanî roja qiyametê.
Gelî Xwendevanên heqperest!
Di jimara çûyî de, me meyzandina xweyî li gel û qebîla ji we re nivîsîbu. Di vê jimarê de jî, emê meyzandina xweyi derheqê qewmîyet û hemîyetê de ji we re binvîsin. Xweda ê ‘alemê tewfîqa me tevde ji a heq û rast re bide.
“Allahummehdî qewmî fe înnehum la ya’lemune”, “Ya Rebbî! Tu Qewmê min hîdayet bikî. Bê guman ew nezan in.” Qewmîyet û hemîyet; du qism in. Qismê Îslamî û yê cahilî heye. Heskirina mirov, di daîra hukm û şerî’et a Xweda de, qewmîyet û hemîyeta Îslamî ye. Ev qewmîyet meşru’ e. Heskirina ku ne di daîra şerî’et û hukmê Xweda de be, ew hemîyet û qewmîyeta cahilî ye. Ev qisim jî ne meşru’ e, heram e. Ji qewmîyeta meşrû’ re tê gotin: “Sile ê rehmê û ğîret” Û ji a cahilî re jî tê gotin: “‘Esebîyet, û hemîyeta cahilî.” Muhafezekirina nesebê û silê rehmê ferz e, ğîret e. Birrîna van, heram e û deyyûsî ye.
Rêza pirbûna millet û qebîla, reng û zimana, malbat (aile) û bavika, ji aliyê Xweda ê ‘alemê ve hatiye danîn. Ji ber vê yekê parastina wê lazim e. Lewra Xweda tu tiştî ‘ebes (bê feyde û sebeb) naxuliqîne. ‘Adet û sunneta Xweda ye, tiştê kû bixuliqîne gelek hikmetê mezin û mûhim, lê bardike û pê wan pêk tîne. Vêca ji bonî muhafezekerina vê rêzê û hikmet û fêdên ku pê têne pêkanîn, Xweda ê ‘alemê bi Quran a xweyî pîroz û pêxemberê xweyî dilsoz -selat û selam lê bin- gelek hukm û ferman daniye holê. Ji me jî tetbîq û ‘emelkirina wan xwestîye. Divê em jî, wan bicî bînin.
1- Mesela ji bonî tu millet û qebîle hevdu înkar nekin, serê hevdu winda nekin û bi cahilî xwe ji hevdu çêtir nebînin, ayeta 13 (sêzda) ji sûrê Hucûrat nazil kir û pê rêza pirbuna gel û qebîla, û şeklê çêtirbûna wanî ji hev, xistiye bin emniyeta Quran ê de, û Quran jî, xistiye bin hîfza xweyî ezelî de.
2- Ji bonî kes, ji rengê kesî nefretê neke û bîzê xwe nebe, kes zimanê kesî yasaq û meni’ neke ayeta bîst û duduyan (22) ji surê Rûm nazil kirîye. Ji ber ku di wan jimarên derbasbûyî de me ev ayet çend car anîne ziman, me vêcarê îhtîyac nedî bi nivîsana wan.
3- Ji bonî rêz û ‘adetê bavik û malbatiyê bête muhafezekirin û neseb nekevine nava hev, kê kurê kê ye, ji mala kê ye, bê zanin Xweda ê ‘alemê ev ayet nazilkiriye: “Hûn wan (nisbetî bavê wan bikin) bi bavê wan gazî bikin. Ev li cem Xweda ‘adiltir e û rasttir e. Vêca heger, hûn bavê wan nizanibin, êdî ew di dîn de birayên we ne...” (Ehzab 5)
4- Ji bonî nîzama aîle, bavik, ‘eşîr, qebîle, qewm û milleta bêne mûhafezakirin û parastin, pêxemberê Xweda jî wiha ferman û kerem kirîye: “Çi kesê ji bavê xwe pê ve, xwe bi zanabun nisbetî yekî din bike, cennet lê heram dibe.” (Camî’us-sağir / Îmam Suyutî H: 8370)
5- Pêxemberê Xweda -selat û selam lê bin- xwe nisbetî kalê xwe, êşîr û qebîle û qewmê xwe kirîye. Gotiye: “Ez Mûhammed ê kurê ‘Ebdullah im, kurê ‘Ebdulmuttelib im.” Û bi vî hawayî heta bi bîst û yek bavî, bi rîwayetên sahîh hatiye riwayetkirin. Xwe nisbetî Hz. Îbrahîm û Îsma’îl (selamên Xweda li wan bin) jî kirîye. Gotiye: “Ez ‘Erebî me, Qureyşî me, Haşimî me, Kin’anî me” û bi vi hewayî... (Ji rîwayet û eserên muxtelîf û cuda, me civandîye.)
6- Sile ê rehmê (xweyî derketina li xweyî, eqreba, pismam, lêzim û mirovan) ferzek ji ferzên Îslamê ye. Birrîna vê yekê heram e. Bi hûkmê gelek ayet û hedîsa sabit e.
7- Pêxemberê me; serok û ser’esker ê her qewmekî ji wan dineqand û tayîn dikir. Beyreq û ala a wan, dida destê yekî ji wan.
8- Muslumana jî, ji hingi ve heta îro, li pey vê sunnetê meşiyane. Wan jî xwe nisbetî qewmê xwe, qebîla xwe, bavê xwe, gundê xwe, bajarê xwe û memleketê xwe kirine. Hatiye gotin: Bîlalê Hebeşî, Suheybê Romî, Selmanê Farisî... Razîbûna Xweda li wan be. Îmamê Buxarî, Şahê Geylanî, Îmamê ‘Esqelanî, Celaleddînê Romî, Se’îdê Kurdî... Rehmeta Xweda li wan be.
Bi van hukm û, emr û ‘adeten Îslamî neseb û, qewm û eşîr û reng û zimanê herkesî di bin sîya hukmê dewletên Îslamî de hatine parastin. Pê, hevdu naskirine, alîkarî kirine û berberiya di xêrê de kirine. Tu fikr û dozên beşerî, bi vî şeklî tedbîra muhafezekirin û parastina qewm û neseb û gela nestendîye. Nexasim dozvanê qumonistiyê -parastinê deyne vir- bi xebata xweyî ji bonî rakirina nikahê û serbestkirina zinayê, bumba xistine bin esasê qewmîyetê. Heyranê Kafirên Ewropa û kafirên xelqê ne. Xwe ji wan re dikine ax û erd, belê dijminê muslumanê qewmê xwe ne; tevî ku ji sedî not, qewmê wan musluman in.
Werhasil însanê li ta’lîmatê Îslamê û li tarîxa muslumana meyzeke, guman nake ku tu kes, weke muslumana bi milletê xwe re nerastin û ne xêrxwaz in. Ti dîn û fikra weke Îslamê tedbîra millîyeta însan nestendiye; lewra Îslam dînê Xweda ye. Xweda, tiştê xuliqandî diparêze. Evên din; din û dozên şeytan in, şeytan jî, neyartî û xerakirin jê re rêze.
9- Pêxemberê me -selat û selam lê bin- du’a ji qewmê xwe re dikir, digo: “Xweda ê min! Qewmê min hîdayet bike, bê guman ew nezan in.” Dema Mekkeh fetih kir, tamamên ê ku bi sala pê re neyartî kiribun ‘efu kir. İntîqam û heyf ji wan nehilanî. Pêxemberê me -selat û selam lê bin- di hedîseke şerîf de wiha kerem kirîye:
“Qenctirînê we ew e, kû mûdafe’a ‘eşîra xwe dike. (wan ji neheqiyên dijmina diparêze) Bi şertê xwe gunahkar neke.” (Di zûlmê de alîkarîya wan neke.) (Ebu Dawûd / C. Fewaîd / Rudanî H.7802)
Pêxemberê me -selat û selam lê bin- ewul (pêşi) dînê heq û rêya rast ji qewmê xwe re heta bi emrê Xweda ji ‘eşîra xweyî nêz re gotiye. Di pey re li ‘umum însana teblîğ kiriye. Ji ber vê yekê; ji sehabiya bigre (razîbûna Xweda li wan be) hetanî muslumanên îro, ê ku li pey sunneta pêxember meşîyane, xêra eqreba û qewmê xwe xwestine, pêşî doza Xwedayî heq ji wan re gotine, ji wan re du’a kirine, heyf ji wan nehilanîne, wan ‘efu kirine, heq û hûqûq ê wan mudafe’e kirine parastine.
Belê mirovên musluman ji ber kû zanin û bawerin ku xaliq û xwediyê her tiştî û herkesî Xweda ê ‘alemê ye; her tiştê xwe li gorî riza a Wî û emrê Wî avadikin û ‘eyar dikin. Îdî ji bona ku Xweda ê ‘alemê ticarî emir nekirye bi zulmê û pê razi nebûye û kufur nevaye mirovên musluman, alîkarîya eqreba ê xwe û qewmê xwe li ser zulmê û kufrê nakin. Heskirina qewmê xwe li ser dijminantîye hinek qewmên din avanakin. Belkî tevên qewmên musluman ji xwe re bira û dost dibînin û xweyî dizanin. Alîkariya muslumana ne ji qewmê wan tenê re ye. Belkî ji temamê muslumanan re ye; heta ji temamên mezluman re ye. Gava bikevine tengîyê jî alîkariyê ji temamê muslumana dixwazin, ne ji qewmên xwe tenê. Di van xûsûsa de binêrin bê ka Xweda û pêxemberê wî çi ferman û kerem kirine:
“Tu, qewmekî ku bi Xweda û roja axretê bawerî tînin peyda nakî; kû ew ji ên li hember Xweda û pêxemberê wî derketine hesbikin; her çiqas ew bavên wan; yan kûrên wan; yan birayên wan; yan jî ji ‘eşîra wan bin...” (Mucadele 22)
“Hûn li ser qencî û teqwa ê alîkarîya hevdû bikin û li ser guneh û neyariyê jî alî hevdu nekin. Hûn ji Xweda bitirsin. Bê gûman, Xweda ‘ezab dijwar e.” (Nîsa 2)
“Kesê li ser ‘esebîyetê (rehparêziyê) şer bike, ne ji me ye. Û kesê li ser ‘esebîyetê bimre ne ji me ye.”(Ebu Dawud 5121)
Ji Wasîle b. el-Esqa -Xweda jê razî be- hatiye rîwayetkirin: Min go: “Ey Resûlê Xweda! ‘Esebîyet çiye?” Ewî wiha keremkir go: “Alîkarîya teyî ji qewmê te re ye, li ser zûlmê (zordestiyê)” (Ebu Dawûd / Cem’ul fewaîd / Rudanî H.7803)
“Bê gûman tenê mûmin (bawermend) birane, nexwe hûn di nava birayên xwe de sûlhê (levhatinê) bikin.” (Hucûrat 10)
Xweda ê ‘alemê me tevde ji rêya heq û rast şaş neke. Ez we emanetî dergahê rehm û kerema Wî dikim.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.