Wesaîta Leşkerî Qulibî
Wesaîteke leşkerî ya ku jı şemzînana colemêrgê ber bı wanê ve dıçû, lı texma xoşabê teqle avêt û qulıbî. dı qezayê de onbaşîyekî pıspor û qorûcıyek can dan, 3 kes jî bırîndar bûn.
Wesaîteke leşkerî ya ku ji Şemzînana navçeya Colemêrgê ber bi Wanê ve diçû, di rê de teqle avêt û qulibî. Di qezayê de serdestekî pispor û qorûciyekî ji Rûbarokê can dan. Di hedîseyê de 3 kes jî birîndar bûn.
Qeza dora di saet 11 û nîvan de li texma Xoşaba Payîzavayê pêk hat. Hat gotin ku qamyoneta bi plaka sivîl, ji ber sedemeke nayên zanîn ji kontrolê derketiye û teqle avêtiye.
Di qezayê de onbaşiyê pispor yê ji Qeyseriyê û qorûciyê ji Robaroka Şemzînanê can dan. 3 eskerên birîndar jî bi ambulansê sewkî nexweşxaneyên Wanê kirin. Rewşa yekî ciddîyeta xwe diparêze. Hat îfadekirin ku qorûciyê candayî wesaît diajot. Esker jî yên tabûra Derecîkê bûne û ji bo îznê diçûne Wanê.
Çınarn Sesi
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.