Yûsûfî Nehatin Jibîrkirin

Yûsûfî Nehatin Jibîrkirin

Hınek kes jı bo berdana yûsûfıyan çûn ser sındoqan. mesajên wan lı ser medyaya sosyalê belav bûn.

Hinek kesên ku Yûsûfî ji bîr nekirin, hilbijartina serokcimhûriyê protesto kir û ji bo berdana Yûsûfiyan li ser pûsûlayên rayê mesajên xwe nivîsandin. Peyamên wan li ser medyaya sosyalê belav bûn.
Yûsûfiyên ku marûzî cûrbecûr buxtan, komplo û îşkenceyan bûbûn û bineheqî mehkûm bûbûn, ji lew bi salan e ku di hepsên de tên hiştin, di hilbijartina serokcimhûriyê de nehatin jibîrkirin.
Hin kesên ku çûn ser sindoqan, li ser pûsûlayên rayê mesajên ku “Di Hepsan de Yûsûfî Hene”, “Ev çil îd ê ku Yûsûfî di zindanan de ne” nivîsandin û rayan xwe ji bo berdana Yûsûfiyan dan.
Resmên pûsûlayên wan li ser medyayê hatin weşandin.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.