Zorbatiya Îsraîlê Didome

Zorbatiya Îsraîlê Didome

Ordıya îsraîla melûn, lı bajarê el xelîlê malên 2 kesên ku jı revandına 3 yahûdîyan mesûl dıkır, bı dînamîtan xera kır, mala kesê 3an jî mohr kır. rejîma terorê bı fîşekên plastîk û gazê mıdaxele xelkê ku xerakırına malan protesto dıkır kır.

Ordîya Îsraîla çeteya terorê, li bajarê el-Xelîlê malên Husam Kawasimîyê girtî û Amîr Ebûeşeyê tê xwestin yên ku ji kuştina 3 yahûdiyên îşgalker mesûl dihatin dîtin, bi dînamîtan xera kir. Ji bo xerakirinê mehek berê qirar hatibû dayîn.
Îsraîla îşgalker, mala Merwan Kawasîmîyê kesê 3an ê ku ji eynî meseleyê mesûl tê dîtin jî mohr kir.


Berîya xerakirinê, gelek eskerên sîyonîst herêma ku malên her sê bersûcan lê ne muhasara kir. Xelkê Filistînê li ber xerakirina malan, nerazîbûn nîşan da. Ordîya sîyonîst bi fîşekên plastîk û gazê midaxele kir. Di hedîseyan de bi dehan filistînî birîndar bûn.


Li alîyê din ordîya îşgalker li Şerîaya Rojavayê, bi şev 12 kes binçav kirin. Rejîma terorê bi bihana wendabûna 3 yahûdiyên îşgalker gelek filistînî binçav kiribûn. Midûrê Merkeza Lêpirsîna heqên Hêsîran û Însanan ya Ehrarê Fûad el Hafeş beyan kir ku di nav kesên hatine binçavkirin de 27 parlementer û 2 wezîr jî hene.

Çınarın Sesi

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.