121 kesên ku li ser înternetê dijberîya harekata Sûrîyê kirin hatin binçavkirin

121 kesên ku li ser înternetê dijberîya harekata Sûrîyê kirin hatin binçavkirin

Hat ragihandin 121 kesên ku li înternetê dijberîya harekata Sûrîyê ya bi navê “Harekata Kahnîya Aştîyê” kirin hatin binçavkirin.

Derbarê mijarê de ji teref Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Soylu di daxuyanîya ku da de destîşan kir “Heta niha li ser medyaya civakî nêzî 500 hesabî hatine tespîtkirin ku hakeretî Harekata Kahnîya Aştîyê dikin û welatê me bi îşxalkerîyê diwesfînin. Me van kesan tespît kir û derheqê wan de muameleya pêwîst da destpêkirin. Hevalên me heta niha 121 kesan binçav kirin û ev binçavkirin berdewam dikin. Ew kesên ku vê hareketê wek herbê diwesfînin di nav îxanetê de ne.Herb bi dewletan re tê kirin. Ev tişt, harekata tasfîyeya terorîstên ku hewl didin serê vî welatî têxin belayê ye.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler