​2 dayikên din jî ji bo zarokên xwe beşdarî nobeda li ber HDPê bûn

​2 dayikên din jî ji bo zarokên xwe beşdarî nobeda li ber HDPê bûn

2 dayikên din jî beşdarî wê çalakîya rûniştinê ya ku berî niha li ber avahîya HDPê hatibû destpêkirin bûn. Digel van malbatan hejmara malbatên ku beşdarî çalakîya rûniştinê bûn derket 53yan.

Hat ragihandin 2 dayikên din jî beşdarî wê çalakîya rûniştinê ya ku berî niha li ber avahîya HDPê hatibû destpêkirin bûn. Digel van malbatan hejmara malbatên ku beşdarî çalakîya rûniştinê bûn derket 53yan.

Malbatên ku nû beşdarî çalakîya rûniştinê bûn destnîşan kirin zarokên wan hatine xapandin û hatine revandin çiyê û heta ku zarokên wan neyên ew ê çalakîya xwe ya li ber Serokatîya Bajêra Diyarbekirê ya HDPê bidomînin.

Suheyla Yilmaz û Maşallah Yenîlmezê ku qîza wan berî vê 4 salan hatiye revandin destnîşan kirin; ew ji bo qîza xwe ji Mûşê hatine vê derê.

Suheyla Yenîlmeza ku qîza wê hatiye revandin destnîşan kir “Ez nexweş im, ez dixwazim qîza were. Ew wê birine, bila ew wê bînin. Qîza min zanîngeh dixwand, ew xapandin û birin çiyê.”

“Bûne maşika hêzên derve”

Maşallah Yenîlmezê ku qîza wî hatiye revandin destnîşan kir, qîza wî bi navbeynkarîya HDPê qîza wî hatiye teslîmkirin PKKê û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Li Bidlîsê komeleya HDPê hebû. Qîza min li Zanîngeha Bidlîs Erenê dixwand. Wê 3-4 caran birine komeleya xwe. Ji qîza min re gotine bi mêvantî were û dû re winda bûye. Ez qîza xwe ji HDPê dixwazim. Ev HDP bi Qandîlê ve girêdayî ye û parlementerên wan ji teref wan ve tên diyarkirin. Gelo zarokên kîjan ji wan li çiyê ye? Çima zarokên xelkê dibin? Bila zarokên xwe bişînin. Ew bûne  maşika hêzên derve. Ew bûne gedê Amerîka û îsraîl. Ev yek lîstika ermenî û yahûdîyan e. Me heta îro tiştê rast nedî. Ev çawa heqê Kurdan diparêzin. Zarokên xwe dişînin mektebên taybet, kolejan û wan li Ewrûpa û Amerîkayê didin xwendin û zarokên xelkê jî dişînin çiyê. Êdî bes e. Bila kezebên dayikan neşewite. Ew ji kafiran re bûne maşik.”

Menfîye Yildirima ku ji Pasûra Diyarbekirê ji bo lawê xwe yê bi navê Mesûd beşdarî çalakîya rûniştinê bû, destnîşan kir: “Lawê min Mesûd 2 salan li vê derê xebitî. Em hatin vê derê û me pirsa wî kir. Ji me re gotin ku zarokê te şandine derve. Ji roja ku çûye ve em jê xeberê nastînin. HDPyî dibêjin wî ji me nexwazin. Dû re em hîn bûn ku li vê derê bûye. Zarokên hemû kesî dişînin vê derê. HDPê lawê min çawa biribe bila wisa bîne.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.