2 kes ji ber hilweşîna payerêyê birîndar bûn

2 kes ji ber hilweşîna payerêyê birîndar bûn

Di dîmenên ku ji teref kamereyên ewlehîyê ve hatine kişandin de tê dîtin ji ber hilweşîna payerêyê 2 kes di bin hilweşînê de man û birîndar bûn.

Li Kayapinara Diyarbekirê payerêyek hilweşîya, di dîmenên ku ji teref kamereyên ewlehîyê ve hatine kişandin de tê dîtin ji ber hilweşîna payerêyê doktor û hemşîreyek di bin hilweşînê de man û birîndar bûn.

Bûyer doh derdora seat 16.00an de li Taxa Huzurevlera Kayapinarê pêk hat. Doktor Suzan Kuday Balik û hemşîre Ozlem Duymaz, dema ku ji kar derketin û dimeşîyan payerêya ku li ser dimeşîyan bi gurmenîyeke mezin hilweşîya. Ji ber hilweşîna payerê Doktor Suzan Kuday Balik û hemşîre Ozlem Duymaz di bin hilweşînê de man. Welatîyên li derdorê yên ku ji bûyerê re bûn şahid çûn hawara wan ve. Suzan û Ozlema ku di bin hilweşînê de man sivik birîndar bûn ji teref welatîyan ve hatin xelaskirin û hatin rakirin nexweşxanê. Hat hînbûn rewşa her duwan jî baş e.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.