2 kesên ku êrîşa xaçperest birin li ser qîza Misliman hatin binçavkirin
2 kesên ku li herêma Charleroîya Belçîkayê êrîşa xaçperest birin li ser qîzeke 19 salî ya Misliman û li ser bedena wê xaç xêzkirin hatin binçavkirin.
Li gor xebera Belgaya ajansa nûçeyan a fermî ya Belçîkayê; Serdozgerîya Charleroîya Belçîkayê, êvara duşemê daxuyand 2 kesên ku li herêma Charleroîya Belçîkayê êrîşa xaçperest birin li ser qîzeke 19 salî ya Misliman û li ser bedena wê xaç xêzkirin hatin binçavkirin.
Di berdewama daxuyanîya ku hat dayîn de hat destnîşankirin kesên ku hatine binçavkirin êrîşê li ser xwe negirtine û lêpirsîn berdewam dike.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.