
2 qebrên bi kom ên heyama Seddam hatin dîtin
Li Musenneya li başûrê Iraqê 2 qebrên bi kom ên ku ji heyama Seddam mane hatin dîtin.
Hat ragihandin li Musenneya parêzgeha Iraqê 2 gorên bi kom ên Kurdên ku di dewra Seddam de hatibûn qetilkirin û tê de hatibûn binaxkirin hatin dîtin.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Bîyabanîya girêdayê bajêra Semaweya parêzgeha Musennaya Iraqê 2 gorên bi kom hatin dîtin. Tê diyarkirin gorên bi kom ên wan Kurdan in ku di dema Seddam de hatine qetilkirin.
Weke ku tê zanîn di navbera Sibat-Îlona sala 1988an de li Kurdistana Başûr li hember Kurdan jenosîd û qirkirineke bi navê “Enfal”ê ji teref Saddam ve hatibû destpêkirin û jenosîda ku hat kirin de 182 hezar Kurd hatin qetilkirin. Exlbeyê van Kurdan li çolên Iraqê bi şikleke zindî hatin binaxkirin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.