25 hawan û roket hatin avêtin Serê Kanîyê
Ji Serî Kanîya Sûrîyê ya ku lê pevçûn bênavber berdewam dikin 25 hawan û roket hatin avêtin Serê Kanîya Rihayê.
Hat ragihandin ji Serî Kanîya Sûrîyê ya ku lê pevçûn bênavber berdewam dikin û di bergeha harekata ku ji teref Tirkîyê ve hat destpêkirin de ket bin kontrola Tirkîyê, 25 hawan û roket hatin avêtin Serê Kanîya Rihayê.
Ji ber berikên roket û hawanan ên ku îsabetî malên vala yên li Taxa Cumhurîyetê kirin tiştek bi ti kesî nehat; lê belê di malan de şewat derket. Şewata ku derket ji teref îtfaîyê ve hat tefandin.
Şaredarîya Serê Kanîyê ya Rihayê li navçê hişyarîyê li xelkê dike da ku derneyên derve.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.