1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. 3 malbatên din jî beşdarî çalakîyê bûn
3 malbatên din jî beşdarî çalakîyê bûn

3 malbatên din jî beşdarî çalakîyê bûn

3 malbatên din ên ku zarokên wan hatien revandin beşdarî wê çalakîya ku li ber avahîya Serokatîya Bajêra Diyarbekirê ya HDPêbûn.

A+A-

Hat ragihandin 3 malbatên din ên ku zarokên wan hatien revandin beşdarî wê çalakîya ku li ber avahîya Serokatîya Bajêra Diyarbekirê ya HDPê  bûn.

3 malbatên ku beşdarî çalakîyê bûn destnîşan kirin zarokên wan hatine revandin li ser çiyê û ew ji ber vê yekê hatine vê derê da ku zarokên wan ji wan re bên vegerandin.

Fatma Akkuşa ku dibêje qîza wê hêj dema ku 15 salî bû hatiye revandin û ew ji 2015an vir ve li qîza xwe digerin û ew wê di dîmeneke ku temaşe kirine de dîtine.

“Li ser qîza min cil û bergên YPJê li ser bûn”

Dayika Fatima di daxuyanîya ku da de destnîşan kir ew  ji bo qîza xwe beşdarî çalakîyê bûye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Qîza min di Tebaxa 2015an de çû.  Dema ku 15 salî bû. Min wê li ser înternetê dît. Li ser qîza min cil û bergên YPJê li ser bûn. Me qet jê xeber nestand.  Ez nizanim qîza min ji teref kî/kê ve hat xapandin.  Ez hatim Serokatîya Bajêra Diyarbekir ê HDPê , lê qet tiştek ji me re negotin.  Em hatin vê derê ji bo destekê bidin çalakîyê.  Zarokên min hûr in, ji ber wê yekê ez ê nikaribin tim û tim li vê derê bim. Ez ê herim werim. Ez jî li qîza xwe digerim.”

 “Zarokan dixapînin û wan dişînin çiyê”

Mihemed Karamanê ku lawê wî Ercan Karaman ji sala 1999an ve winda bûye, destnîşan kir lawê wî hatiye revandin li serê çiyê û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “  Min 18 salan li lawê xwe mêze kir û ew mezin kir. Ev bû 20 sal ku lawê min winda ye. Ne milletê me û ne jî dewleta me ji me re nabe alîkar. Ez lawê xwe dixwazim, dixwaze bila mirî dixwaze bila sax be. Ez êvaran nikarim razim. Ez bi tu kesî bawer nakim, ji bilî dewletê. Bila li van feqîran xwedî derkeve.  Ji roja ku lawê min winda bûye vir ve min xeber jê nestandiye.  Lawê min hat revandin li serê çiyê.  Temamê zarokan dixapînin û direvînin çiyê.”

Macîde Uslu û Halîme Şehîtoglu jî ji bo birazîyê xwe yê bi navê  Sedat Sorgunê ku di sala 2015an de ji teref PKKê ve hat revandin li serê çiyê hatin Diyarbekirê û beşdarî çalakîyê bûn.

“Zarokên parlementerên HDPyî li Ewrûpayê dijîn”

Macîde Uslu di daxuyanîya xwe ya ku da de destnîşan kir, ji ber ku dê û bavê Sedat Sorgun nexweş bûn  nikaribûn werin beşdarî çalakîyê bibin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em ji Erzurumê tên, em xaltîyên Sedatî ne.  Em ji bo Sedat hatin. Em Sedatî dixwazin. Di sala 2015an li ser Licê wesayîtê sekinandin û terorîstan Sedat birin. Sedat li Wanê leşker bû. Em lawê xwe dixwazin, ji bo Xwedê lawê me bidin me. Em perîşan bûn. Bila temamê dinyayê dengê me bibihîze, em zarokên xwe dixwazin. Zarokên parlementerên HDPyî li Ewrûpayê dijîn, çima zarokên me direvînin li serê çiyê? Kurd û Tirk bira ne. Ez bang li temamê dayikan dikim, bila tev werin beşdarî çalakîyê bibin.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.