4 sal ji ser Qetlîama Baqewsê ya ku ji teref PKKê ve hat kirin derbas bû

4 sal ji ser Qetlîama Baqewsê ya ku ji teref PKKê ve hat kirin derbas bû

PKKê di 12ê Gûlana sala 2016an de li Baqewsa Diyarbekirê kamyona bombebarkirî teqand û 16 kesên sîwîl qetil kir ku êş û elema wê qetlîamê hêj nehatiye jibîrkirin.

Di salvegera qetlîama ku ji teref PKKyê hov ve hat lidarxistin de nasên kesên ku di wê qetlîamê de canê xwe ji dest dan hest û ramanên xwe anîn zimên.

Çelebî Yamanê ku di qetlîamê de 16 nasên wî hatin qetilkirin tiştên ku berî teqînê li gund pêk hatin wisa anî zimên: “Berî vê 4 salan apê min rehmet kiribû. Em li şîna mala apê min bûn. Dû re lawê meta min telefonî me kir û got ‘Hinek kes hatin devê derî, me minaqeşe kir, berê çekên xwe dan min û dû re wli kamyonê siwar bûn bi alîyê we de tên.Pêşîya wan bibirin.’ Me hema bi dizîka ji cihê tazîyê derket û me day pey wê kamyonê. Li cihê ku lê teqîn pêk hat em bi wan re ketin şer. Di wî halî de em heta Baqewsê çûn. Dû re ew kesên di kamyonê de bûn fam kirin ku dê xelas nebin dev ji kamyonê berdan û revîyan.”

 “PKKyî kamyoneta ku bi tonan teqemenî lê barkirîbû ji dûr ve teqandin”

Yaman di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir, piştî ku PKKyî revîyan ew jî li dora kamyonê girtine û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “PKKyîyên ku revîyan ji dû re êrîşî me kirin ku me ji naçarî xwe avêt bin kamyon. Dema ku em ketin bin kamyonê PKKyî kamyoneta ku bi tonan teqemenî lê barkirîbû ji dûr ve teqandin.Di wê qetlîamê de 2 birayên min, 10 pismam, apekî min, 2 newî û birazîyekî min hatin qetilkirin. Bi kurtasî wê rojê malbatek bi temametî hat qetilkirin.”

 “PKK tu carî nebûye parêzvanê Kurdan”

Yaman di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir PKK tu carî nebûye parêzvanê Kurdan û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ew PKKyîyên rêxistina terorê ye şerm û û fedî nakin û dibêjin ku ew parêzvanên Kurdan in. Ev kes zalim in û Kurdan qetil dikin. Ew; tetîkkêş in û Kurdan hedef digirin. Ew qetîyen ne parêzvanên Kurdan in. Êdî bila gelê Kurd şiyar bibe û bila êdî van tiştan bizanibin. Em jî Kurd bûn. Çi sûcê me hebû ku we vê qetlîamê kir? We 16 însanên bêsûc û bêguneh qetil kir. Kesê ku bixwaze wehşetê bibîne bila werin gund û ji wê qetlîama PKKê ya Baqewsê re bibin şahid.”

 “Ez naxwazim roja qetlîamê bê bîra min”

Bayrama Yamanê ku nasên wî jî di qetlîamê de hatin qetilkirin destnîşan kir ew tu car naxwaze ku qetlîam were bîra wî û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Hêj em ji ber qetlîamê bi êş û elem in. Em tu carî wê qetlîamê ji bîr nakin.PKKê ji bo wan bernameyên ku dê di 19ê Gulanê de bên tertîpkirin kamyona bombebarkirî amade kiribû.WÎ kamyonî xwestin ku di ambara xalê min de veşêrin. Lê belê xalê min destûr neda wan ku ji ber vê yekê di navbera wan de nîqaş derket. Ew kesê ku hatibû xwest ku wesayîtê siwar bibe û bireve. Xalê min jî di pey wî de çûye. Şexsê ku kamyonê siwar bû dema ku fam kir ew ê bi ser nekeve bombê ji dûr ve înfîlaqkir.”

“Ji ber qetlîamê zêdetirî 30 kes êtîm û 7 pîrek jî jinebî man”

Yaman di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir piştî qetlîama ku hat kirin re PKKê xwestiye were şînê ku ew vê yekê bi şikleke tekez red kirine û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di vê qetlîamê de kekê min, birazîyê min, 5 pismamê min, apekî min û 6 xalê min hatin qetilkirin. Ji ber qetlîamê zêdetirî 30 kes êtîm û 7 pîrek jî jinebî man. Piştî qetlîama ku hat kirin re PKKê xwestiye were şînê. Me vê yekê bi şikleke tekez red kirine.”

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.