4 xuşk û bira di malê de mirî hatin dîtin
Li Fatîha Stenbolê 2 jê pîrek tev de 4 kesên ku xuşk û birayên hev bûn di mala xwe de mirî hatin dîtin.
Hat ragihandin li Fatîha Stenbolê 2 jê pîrek tev de 4 kesên ku xuşk û birayên hev bûn di mala xwe de mirî hatin dîtin.
Bûyer li Taxa Molla Guranîya Fatîhê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ji ber ku ji malbatê xeber nehat standin ji polêsan re îxbar hat kirin. Di encama îxbara ku hat kirin de polês hatin mala ku qala wê kirin.
Di encama lêkolîna ku hat kirin de hat tespîtkirin 4 kesên bi navê Cuneyt (48), Oya (54), Kamuran (60) û Yaşar Y. (56) ên ku xuşk û birayên hev in canê xwe ji dest dane.
Ji bo bê tespîtkirin sedema mirinê çi ye xuşk û birayên mirî hatin şandin Sazîya Tipa Edlî ya Stenbolê.
Tê diyarkirin problemên psîkolojîk ên ku canê xwe ji dest dane hene û dibe ku xwe kuştibin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.