43 malbat di roja 18emîn de çalakîya xwe ya li ber HDPê didomînin

43 malbat di roja 18emîn de çalakîya xwe ya li ber HDPê didomînin

43 malbatên ku zarokên wan ji teref HDPê ve zarokên wan hatine şandin çiyê û li ber avahîya Serokatîya Bajêra Diyarbekirê ya HDPê di roja 18emîn de didomînin.

Di 3 îlonê de dayikek ji bo lawê xwe yê ku hat revandin li ber avahîya Serokatîya Bajêra Diyarbekirê ya HDPê çalakî da destpêkirin û piştî çend rojan lawê wê lê hat vegerandin. Ji wê rojê vir ve malbatên ku zarokên wan hatine revandin çiyê çalakîyê dan destpêkirin û her ku hejmara wan malbatên ku çalakîyê dan destpêkirin zêde bû. Di 18emîn roja çalakîya li ber avahîya Serokatîya Bajêra Diyarbekirê ya HDPê de tevde 43 malbat beşdarî çalakîyê bûn.

43 malbatên ku zarokên wan hatine revandin û beşdarî çalakîyê bûne daxwaz dikin  ku zarokên wan li wan vegerin û heta ku zarokên wan neyên jî ew ê dawî li vê çalakîya rûniştinê neyênin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.