50 banqeyên Îranê û zêdetirî 700 kesên Îranî di lîsteya mueyyîdeyê de ne

50 banqeyên Îranê û zêdetirî 700 kesên Îranî di lîsteya mueyyîdeyê de ne

Amerîkayê li hember Îranê mueyîdeyan da destpêkirin. 50 banqeyên Îranê û zêdetirî 700 kesên Îranî di lîsteya mueyyîdeyê de ne.

Hat ragihandin Amerîkayê li hember Îranê mueyîdeyan da destpêkirin. 50 banqeyên Îranê û zêdetirî 700 kesên Îranî di lîsteya mueyyîdeyê de ne. Ji bilî banka û kesên Îranî Rêhewayên Îranê û 65 balafirên Îranê bi xwe jî di nav lîsteya mueyyîdeyê de ne.

Wezîrê Karên Derve Mîke Pompeo di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir Tirkîye bi xwe jî di nav wan welatên ku ji mueyîdeyên li hember Îranê hatine muafgirtin de ye. Di warê îthalata neftê de Amerîka hinek welatan di warê sepandina mueyîdeyan de muaf girt ku ew welat ev in: Çîn, Hindistan, Koreya Başûr, Tirkîye, Îtalya, Yewnanistan, Japonya û Tayvan.

Li gorî daxuyanîyê ew ê ev welat heta 6 mehan karibin ji Îranê neftê bistînin, lê belê divê di dawîya 6 mehan kirina neftê ya ji Îranê daxin asta herî hindik. Ew ê di dawîya 6 mehan de rewşa heyî ji nû ve ji ber çavan bê derbaskirin.

Mueyîdeyên qonaxa ewil ên Amerîkayê berî niha di 7ê Tebaxa sala 2018an de dest pê kiribûn. Qonaxa duyemîn a mueyîdeyan li gorî seata Washîngtonê doh di seat 00.01an de û li gorî seata Tirkîyê di seat 08.01an de dest pê kir.

Di qonaxa ewil a mueyîdeyan de  qedexe hatibû danîn ku Îran dolaran bistîne û bi zêran ticaretê bike. Her wisa ticareta komur, polan û alumînyumê û sektora otomotîvê ya Îranê jî di lîsteya mueyîdeyên ewil de bûn.

Şîrketa Neftê ya Neteweyî ya Îranê, Şîrketa Tankera Neteweyî û Şîrketa Ticareta Neftê ya Îranê,  Kargeha Dezgehê ya Benderê ya Îranê,  Şîrketa Keştîvanîyê ya Komareya Îslamê ya Îranê, Bankaya Navendî ya Îranê, hinek sazîyên malî yên Îranê, şîrketên sîgorta û navbeynkarîyê, sazîyên sektora enerjîyê yên Îranê di nav lîsteya mueyîdeyên qonaxa duyemîn a Amerîkayê de ne.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.