80 zarokên dibistana dayikê bi jehrê ketin
Li Denîzlîyê 80 zarokên xwendekarê dibistana dayikê bûn ji ber xwarina ku xwarin bi jehrê ketin.
Li Denîzliyê 80 xwendekarên dibistana dayikê û karkerekî wê ji ber xwarina xwarin bi jehrê ketin û li nexweşxaneyê hatin xistin bin tedawîyê.
Li Taxa Jora Çîvîla navçeya Denîzlîyê 80 xwendekarên dibistana dayikê û karkerekî wê ji ber xwarina xwarin ne rehet bûn.
Xwendekarên ku ji ber zik êşandin û dil lihevketinê gazin kirin hatin rakirin Nexweşxaneya Çîvîl ya Dewletê û hatin xistin bin tedawîyê. Piştî mûayenê ji 70 zarokî 32 zarok bi jehrê ketibûn û serûm bi ser wan de kir. 38 xwendekar jî ji bo tedbîrê li nexweşxaneyê hatin xistin bin muşahedeyê.
Li gor agahîyên hatin wergirtin hat îfade kirin ku rewşa xwendekaran baş e û tiştekî meriv jê bitirse tineye.
Derbarê mijarê de lêpirsîn dewam dike.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.