93 hezar koçberên Efxanî hatin şandin welatê xwe
Midûrtîya Giştî ya Îdareya Koçê destnîşan kir 93 hezar û 123 koçberên Efxanî hatin şandin welatê xwe.
Parlementerê Stenbolê yê ÎYÎ Partîyê Umît Ozdag destnîşan kir li Tirkîyê 500 hezar Efxanî hene û ji bo şivantîyê bikin ew ê 150 hezar şivanê Efxanî bên anîn Tirkîyê û ew ê 5 hezar tl meaş ji wan re bê dayîn. Ev îddîaya Ozdag ji teref Midûrtîya Giştî ya Îdareya Koçê ve hat bersivandin.
Midûrtîya Giştî ya Îdareya Koçê di daxuyanîya ku ji ser medyaya civakî belav kir de destnîşan kir: “ Me di 3 salên dawî de 93 hezar û 123 koçberên Efxanî şand welatê wan. Agahîya ku we daye nerast e. Êdî ji tekzîbkirinê em aciz bûn; lê belê ji bêbextîyê hûn aciz nebûn.”
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.